Ji bo guhdarîkirinê:
**
"Hinara hindurê min nequçîne.
Li ser min gumlekê spî heye. "
Birhan Keskin
Berî du mehan nivîskarê Diyarnameyê Cemil Oguz, di bernameya xwe (3 Deqe Ligel Cemil Oguz) de, bal kişandibû ser hin xalên hinarê yê tenduristiyê. Piştî bernameyê, min jê re nivîsandibû û li ser hinarê çend gotinên din, ji min re gotibûn. Doh bi roj jî, em li ser hinarê axivîn. Gote min: "Hinarên herî xweş ên Sêrtê ne. Li herêma Zivzikê...Hinarên Helebçeyê jî xweş in.” Gava min gotina wî ya dawî bihîst, ez li demên xwe yên borî hay bûm. Ew dîmena, ji bîra min nediçû cardin hatibû bîra min. Zarokatiya min hatibû û xwe li hişê min pêçabû: “Di qaseya Qamyona me ya zerî zemanekî de, zembîlek hinar. Birayê min, ji Başûr anîbû. Hebe nebe, ew hinarên Helebçeyê bûn. Di destê bavê min de, hinarek çavên wî li min digeriya. Her ku ji şevbûhêrkekê vedigeriya û kîjan fêkî danîbûna ber, wî îlleh ji min re jî dianî.”
LI KADINLAR PAZARÎ HINARÊN ZIVZIKÊ
Vê şevê bêhtir hay dibim bê ev çend mehê min e, li ser hinaran çima diponijim. Payîz e, her payîzê berê Cemil Oguz li Kadinlar Parazi Ya Fatiha Stenbolê ye û hinarên Zivzikê distîne. Ew hinarên xwe distîne û deynê wî yê tûreşkan tê bîra min. Minê jê re tûreşk bişandana; lê nebûbû qismet. Rojekê, belkî di vegerekê de... Tûreşkên Mêrdînê hetanî ber bi Stenbolê ve. Belkî, rojekê... Bila aniha hinarên Zivzikê, jê re bibin şîfa.
Min ji bera berê de, ji hinara hez dikir; lê piştî bernameyê bêhtir li ser ponijîm. Di wê tarîtiya kampê de, diçûm min hinar distendin. Herî pir, ji hêla rihî ve min xwe baştir hîs dikir. Min wî çendî nivîsandibû: “Bila hemû fêkî ji we re bin. Lê hinar ji min re. Min doh cardin kirîn û vegeriyam Heîmê. Heîm bi qasî kampê ne tarî ye. Bi dilekî xweş, min hinarek hûr kir û hişê min çû ser têkîliya hinar û hunerê .
‘HINAR’A BEXTIYAR ELÎ
Berhema Bextîyar Elî, “Hinara Dawî Ya Dinyayê” hate bîra min, û li ser peyamên wê ponijîm.
Em mirov, xwedî gelek nasnameyan in, û pirî "caran ev nasnemeyên me yê parçe werçe, li hemberî hevdû şer dikin.
Di vê sala min a koçberiyê de, min gelek tişt ferq kirin, û ez nikarim bêjim ez; ezê berê me.
Her ku em, ji nasnameyeke xwe rizgar dibin; ew qasî jî, em xwebûna xwe rizgar dikin. Bi rastî jî, ev kêlî bi min pir balkêş tê. Xwe wekî Hinara Dawî Ya Dinyayê hîs dikim. Li gorî min ew pirtûk, bi tenê ji lehengekî pêk tê. Hemû lehengên din, teyisîna wî ne an jî, kesayeta parçekirî ne. Mîna alegoriya şikefta Platon. Her tişt, ji dijbera xwe pêk tê. Rastî çi ye, teyisîn çi ye? Belkî, rastiya me teyisîna me be. Legengên romana “Hinara Dawî Ya Dinyayê”* di navbera desthilatdarî û azadiyê de. Li parçebûna xwe dialiqin. Li nasnameyên xwe yên nû hay dibin. Di wê realîzma efsûnî de, meriv li hîçiyê diqelibe. Kîjan nasnameya me, ji bo pir bi qedir e? Nasnameya me ya neteweyî an nasnameya me ya kesayetî? Teqez, her du hev temam dikin; lê heger em xwe, ji hemû nasnameyên xwe rizgar bikin, wê çaxê wê çi bibe? Li gorî min, wê çaxê wê safîtiya me mirovan bêhtir derkeve holê. Rastiyek heyî, li gorî min di nava dijminatiyê de jî, dostaniyek veşartî heye. Ji ber ku her tişt girêdayî dijbera xwe ye.
“Tu tişt mîna dîlî û koletiyê jiyanê watedar nakin. Çimkî wê çaxê mirov di şerekî mezin de ye ji bo azadiyê.” (R.191, heman çavkanî)
Wekî ku ev pasaja romanê jî, dibêje. Li gorî min mirov herî pir di şer de, di zoriyê de xwe nas dike. Koletî tune ba, wê tu wateya azadiyê jî tune ba. Xweda, ev gerdûn afirandibe, her tişt di nava hevsengiyekê de afirandiye.
Berê me li me ye, bi qewimandina bûyeran kesayeta me dibe mîna hinara qeşartî. Herî pir, mirovên di nava konforê de dijîn, xwe bi pir awayan nas nakin. Lê ya ji bo me hewceyî, derketina ji konforê ye. Gava meriv dev ji konforê ber dide, meriv xwe datîne ser maseya bijîşkekî û bi her awayî xwe derman dike. Awayên xwe ya baş nas dike, awayên xwe ya nebaş nas dike. Divê bi her awayî xwe qebûl bike. Heger, bi her awayê xwe, xwe qebûl neke, wê hetanî hetayê şerê li hemberî xwe bidomîne. De ka em cardin bên ser hinar û hunerê.
Ev pirtûka Hinara Dawî Ya Dinyayê tesîrek mezin li ser min dike. Nivîskarê berhema Hinara Dawî Ya Dinyayê, kurd danîye ser wê maseya bijîşk û wan derman dike. Dermanê me kurdan li ku ye?
Bila ev pirs li vir be.
"Xwedêyo, mirov çi ruhberekî tije bendewarî ye” (rûpel 83, heman çavkanî) Gava ku gotin tê ser bendawariyê, Godot tê bîra meriv. Jixwe em mirov hinarek tijî bendewarî ne.Em li benda Xweda ne qey? Em li bendî çi ne? Em li bendî roja xwe ne. Çawa ku hinarek jiyan û mirinê temsîl dike, em mirov jî, tazî hatin û emê cardin tazî biçin; lê emê biçin ku derê? Ev nediyarî, belkî me ditirsîne. Rojekê li dinyê kesek nemîne, ajalek, xaniyek û hwd. nemîne. Lê bi tenê darek hinarê bimaya. We dixwest, ew dara hinarê li bendî çi bi ma ya? Belkî, li bendî tofana Nûh pexember bimaya, belkî li bendî xwe bimaya. Belê. Di hunerê de, motîfa hinarê pir xweş cihê xwe dibîne. Peyamên ku ji berhemê derdixim, bi min pir balkêş tên. Li ser vê meseleya hinarê, bi hevalek xwe re jî, şexilîm. Min gote wê: "Ev dinya hinarek e û em mirov li bên hinarê; û em parçe werçen e. Kûr û dûr diçim."
HINAREK PARÇEKIRÎ
Hevala li Enqereyê jî, ev got. Ev gotina wê, pir bala min kişand. "Xweda hinarek be, em mirov parçeyek jê. Yanî hinarek parçekirî. Gava em bibin hinarek tam, wê çaxê emê bigihêjin Xweda jî (Yildiz Toprakçi Taş ). Jixwe, Hinara Dawî Ya Dinyayê jî, kêm zêde belkî dixwaze vê peyamê bide. Erê, vê carê mijara min hinar bû, îro dîsa ezê hinarekê parçe werçe bikim.
Lê em hêdî hêdî nivîsa xwe, bi dawî bikin û gotinên xwe yên dawiyê binivîsin.
Mîna berhema Bextîyar Elî, fîlmek bi navê "Rengê Hinarê"** jî heye. Min alegoriya fîlm û berhema Hinara Dawî Ya Dinyayê pir şiband hevdû. Kodên dîzî di vî fîlmî jî de hene. Meriv serê xwe pê re biêşîne, dibîne ku di nava realîzma efsûniyê de, rastiyên pir balkêş hene. Fîlmê "Rengê Hinarê" qala helbestvanekî ermen dike. Mîna legengên Hinara Dawî Ya Dinyayê, lehengên bindest hene. Bi hawayek alîgorîk qala jiyana helbestvanê Ermen Sayat Nova dike. Ji zarokatiya wî hetanî mezinbûna wî guherîna wî, di fîlm de heye. Guherîna wî ya hestiyariya wî heye. Li ser xwebûna mirovan fîlmekî pir balkêş e. Yekîtiya Sovyetê, bi salan qedexe daniye ser vî fîlmî. Serlehengê fîlmî aktrîsteke gurcî ye; Sofîka Chîaurelî. Mîna kesayeta parçekirî, bi lehengên cuda cuda mîna hinarê rengê xwe dide jiyana fîlm. Min ev fîlm û Hinara Dawî Ya Dinyayê pir şiband hev.
EM MIROV NEYNIKÊN HEV IN
Mirov, her çiqasî dibêjin, em ji hev cuda ne. Bi min bi tenê nasnameyek wan heye. Ev jî, rêwîtiya me ya heqîqetê ye. Wekî libên hinarê, em mihtacî hev in. Derve me hişk bûna qalikê hinarê, rihê me hindurê hinarê. Ji libek hinarê, darek şîn dibe, û her ku diçe libên din têne çandin. Darên hinaran li gerdûnê belav dibin. Darek, li dara din dinêre û dibin neynîka hev. Em mirov jî, neynika hev in. Hemû li cihekî tên cem hev. Bi qasî cudabûnên xwe, parçeyên me li cihekî kom dibin. Em li wir, di hebûna Xwedayî de hev temam dikin. Belkî, ew a em jê re dibêjin, "Xweda" enerjî be. Libên hinarê mîna atomên me hev temam dikin. Her atomek me, parçe werçe û li cihekî hevdû zeft dikin. Libên hinarê zindî; atomên me zindî.
Her atomek me, parçeyeke paşeroja me ye. Em mirov, bi hev re encax dikarin zindî bimînin.
Taybentmendiya me ya herî mezin, hebûna me ya Xwedayî ye.
Di kêliya li ser hinarê ez diçûm û dihatim de Roger Sozdar ji min re lînka albuma Rewşanê “Hinar” şand. Wê çaxê, de hadê aniha bi strana Rewşanê (ft. Hakan Gurbuz) em xatirê xwe bixwazin. Jixwe, ev stran jî, bi mijara min re eleqedar e.
"Gava şer xelas bibe.
Bi vênî, bi şênî, bi serûber.
Emê darê xwe deynin.
Li başûr, li bakur çarmedor.
Ba bê, bahoz bê, berf bê.
Nadome heta hetayê.
Gava dem û dewran bê.
Bi hemdê xwe ji te re dibê.
Heger tu li xwe digerî
Rehmanê te, tu bi xwe yî.
Binêre li nav çavên xwe.
Bêhisab û bêdestûr.
Bi safî, bi hêvî, bi dilgêşî.
Axir- zeman.
Em tev li benda wê rojê.
Dizanim bêguman.
Em kêm û tazî. "
*Hinara Dawî Ya Dinyayê, Bextîyar Elî, Weşanên Avesta, 2017
** “Rengê Hinarê”, Derhêner Sergey Paracanov