Silav. Dibêjin agirê cehenemê bi heft avan hatiye şûştin. Dibe hejmara heftan hişê we biribe dereke din lê yê min na. Hişê min wekî her gavê li vir e. Ez xwe baş nas dikim. Bi awayeke din ji xwe ne dûr im. Nêzî xwe me. Dûrbûn û nêzîkbûn du têgehên çiqasî nêzî hev in. Ez dikarim têkevim sond selawatan, aniha li vê nêzîkbûnê hayê dibim û bi heman awayî li vê dûrbûnê jî. Welhasil berî ji mijarê zêde dûr bikevim ezê cardin vegerim ‘sermeselê.’ Me çi gotibû? Agirê... Cehenemê... Bi heft... Avan... Hatiye... Şûştin... Kê dîtiye nizanim lê di vê meselê de dibêjim qey tişta muhîm gotin e. Dîtin eseh e. Lê gotin? Berfireh e. Ji lewma ye dîtin kuştin e dibêjim qey, lê ew qasî jî pê ne amin im. Gotin meraq e, gotin guman, gotin saw, berdewamî, xumamî, ji cîh kirin e. Gotin dijî. Dîtin dawî ye, dîtin sekin, dîtin zelal, bi cîh kirin, pêkhatin û pê re tefandin e. Dîtin mirin e. Mere carina mirina xwe jî dibîne. Lê ev ne ew dîtina kêliyeke berê ye. Min carekê li civatekê gotibû; “Min vê sibehê mirina xwe dît.” Belbî civat hîna jî bi min dikene, mafdar e. Ez jî dikenim, lê ne bi gotina xwe bêhtir bi mirina xwe. Mixabin cardin ez ji meselê dûr ketim.
Yekî din jî digot; “Herkes agirê xwe bi xwe re dibe.” (Silav William Blake) Bifikirin hûn pêşî li malê agirê xwe dixin nav avê bo binermije, paşê bi avekê dişon, dilê we rehet nabe di aveke din re derbas dikin, ew jî nabe û yeke din heta heftê we temam dibe. Taliyê hûn lê dinêrin agir li avê çûye, êdî li bedena we nayê. Hûn xeberê dişînin melyaketan. Dibêjin; “Ev agir bi ava kelandî hatiya şûştin em nikarin tiştekî bikin.” Hûn wiha li rastê bê agir dimînin. Tu kes xêrhatinê li we nake.
Dibe ev çîroka min be. Berî werim vir ez jî di heman rêyê re derbas bûm. Min agirê xwe bi ava heft çeman şûşt, dû jê neçû. Çimkî ardû tune bû. Wextekê li hespê şeytên siwar dibûm û niha ji kerê ketim. Ji vê re dibêjin; têkçûn. Hatim. Ezê edî ji heyvê carekê li vê quncikê hin têkçûnan li xwe zêde bikim. (Silav Marcel Proust) Mixabin ji bilî vê tiştek di destê min de tune ye.
Cîranekî me heye kêfa wî ji gerê re tê. Rojekê derketibû meşê. Di rê de baranê dayê bû tofan. Mêro zor bela xwe gihand mehelê. Heriyê dabû heta çongan, teşkên wî lewitî bûn. Me go, “Cîran tu bixêr hat.” Go; “Çi bixêr hatim lo! Hatin be jixwe va ye ez hatim! Bêjin tu bixêr herî!” Aniha bawî bûye, li erdê ye. Ne xêrhatin ne jî xêrçûyîn lê hat. Aha ev jî têkçûneke din e. Niha heman çîrok a min e. Bi xêr hatim an nehatim nizanim. Lê va ye hatim. Ya qenc ew e go ez bixêr herim. Silav.
***
Ji bo guhdarîkirinê: