Min di nivîsa xwe ya di malpera “Avestakurd” de hat weşandin hineki bahsa bûyera Mêrdîn-Zanqirt kiribû û nêrînên xwe anîbûn zimên. Ji wê rojê û heta îro şîroveyên ku ji bo vê bûyerê hatine kirin, bi ya min ne pir balkêş in.
Yên nivîskarên tirk, ji xwe peyvên wan îên ezber dîsa li dû hev rêz bûn. Hinekan xwestin vê yekê bi temamî di stûyê PKK'ê xin û hinekan jî xwestin di stûyê kurdîtiyê xin. Hinekan jî wekî papaxanan peyvên wekî “feodalî” dubare kirin. Mirov dikare ji bo wan bi kurtî wisa bibêje:
Gelî nivîskarên tirk, rast e, ev bûyer li nava kurdan û dibe ku bi destê kurdan pêk hatibe, di navê de dezgehek tarî bê şik û guman heye. Bi sedsalan e kê ev kurd bi vî halî hiştine û kirine hov? Bi dehcaran kê ji bo mebûsiyê sereşir û serçete hilbijartin û ew kirin xwedanê kurdan? Kîjan kurdê xwende û zane ku doza ji feodaliyê xelasbûn kirin, neketine heps û zindanan? Hê jî li gelek gundên kurdan dibistan tune ye. Ji xwe dibistanên bi kurdî qet tune ye. Çiqas cahili di nava kurdan de hebe, ji dewletê re ew qas baş e. Wê kî mirovên cahil karibe bi rê ve bibe; axa beq û şêx. Durişmeya dîroka Cumhuriyetê ev bû. Bi vî awayî tu car axatî, şêxtî û feodalîzm ji holê ranabe, hê pir baş rûdinê, tiştên ecêb jê çêdibe û her ku biçe wê gewre bibe. Ji xwe ji dîroka Cumhuriyetê jî ev xuya ye. Feodalî hê jî heye. Sedem û avakarê vê yekê kî ye an çi ye? Divê nivîskar û zanayên tirkan li vê yekê mikur werin. Bi van dîtinên xwe jî nikarin raya giştî bixapînin.
…
Divê zaneyên kurdan jî li xwe mikur werin û serê xwe nexin binê qûmê û nebêjin tiştekî wisa li nava kurdan çênabe. Ev nexweşiyek pir mezin e, divê her kes bi qasî para xwe li ser bisekine û ecêbiyên di nava kurdan de mane gişan bilêv bikin û derxin holê. Dibe ku ev ecêbî li gelek deveran rû bidin. Ji alîkî pêşketinek siyasî û çandî û li alîkî jî tiştên wisa arîzî û girseyên ecêb di nava kurdan de wekî otonom in xuya dibe. Belê sedemên van bûyerên ecêb ku çêdibin ne netewa kurd e, an kurdîtî ye, lê yên pêk tînin kurd in. Erê konsept û lîstikên hêzên tarî bi rol in, lê çima xelasbûna kurdan ji van ecêbiyan ew qas zor e. Xuya ye ku mirovên wehşî di nava kurdan de hê jî pir in. Hê jî toreya sedsalî an dusedsalî, li hin deveran û bi taybetî li gundan tê bikaranîn. Ev yek ji alî dewletê ve dema ku têkoşîna kurdan bilind dibe pir tê bikaranîn. Ev zafiyetek kurdan a mezin e.
Mirovên kurd ên ku dûrî saziyên demokratîk û yên gundan hê jî eşîrtiyê û feodaliyê diparêzin. Hê jî namûs ji bo wan, tenê qîz a an kaniya nava du şeqan e. Wekî din nizanin an nabînin ku mirovatî ne tenê têkiliyê cînsî ye. Nizanin kar jî heye, xebat jî heye, azadî û şanazî heye an naxwazin bibînin. Carinan ev cure fikir dibe serdestê partî û rêxistinên demokratîk jî û dixwaze di navê de bi serkeve jî.
Wahşet ne tenê ya ku li Zanqirt pêk hatiye. Li gelek deveran bi awayekî tund li ser gelek mirovan tê kirin. Ya Zanqirt ji ber ku bi hejmar pir bû, bal kişand, lê wahşet her û her ji bilî cerdevaniyê di feodalî û eşîriya kurdî de heye. Kî dikare înkar bike. Divê em vê yekê bibînin (sedem çi dibe bila bibe). Ji xwe gelo ma şerê azadiyê, nêvî ne ji ber vê yekê ye? Feodalî û eşîriya kurdan ji alî kurdan ve pir nayê rexnekirin. Ev tiştekî balkêş e.
Heke em mînakan bidin, emê bibînin ku feodalî û hişmendiya eşîriyê çiqas xisarê li civakê dike û zilmeke derî mirovatiyê derdixe holê. Ez di zarokiya xwe de bûme şahid ku mirovan ji bo heyfa xwe, zarokê di pêçekê de kuştiye û gelek zarok ji bo heyfê hatine kuştin. Her wiha zarokên 14 -15 salî jî ji bo vê yekê bi zora mezinên xwe bûne kujer. Dibe ku gelek kesan mînakên wisa bihîstibin. Belê kurdan dema mêr nedîtine ku heyfa xwe hilînin, jin jî kuştine yan jin jî ji bo vê wehşetê bikar anîne.
Ji xwe ji bo qaşo namûsê, kurdan, jin wekî ku tu çivîkekê bikuje kuştine, bi hezaran mînak hene. Sedemên vê yekê pir in. Lê ferdê kurdan bi xwe van vahşetan dikin. Tu kesê ku ji asîmanan nayê û nakin. Ango faşîstên kurdan pir in.
Ji bo eşîriyê, kujer (qatîl), ne kesek bi tenê ye. Kujer, ji kîjan alî be ew malbat an eşîr giş dibe wekî kujer tawanbar. Ne muhîm e ku kujer bibînin û bikujin, ji wê malbatê kê bibînin wê bikujin. Ev jî xuya dike ku kesayetiya azad nayê zanîn di nava vê girseya kurdan de. Dema ku kesayetiya azad hebûye, dê tenê kujer bihata kuştin an cezakirin. Ev tevgereke pir paşdemayî û wehşet bi xwe ev e.
Dîsa, min bihîstiye ku ji bo heyfa mirovan li gundekî, poz û guhê mirovekî hatine jêkirin. Şkenceya herî mezin pê hatiye kirin, batî û gunikên wî hatiye pelçiqandin û dû re hatiye kuştin. Belê ev bûyer li gundekî kurdan pêk hatiye û ji bo dijminahiya eşîrîyê, ji bo heyfê û tolê. Û ev kesê ku wisa lê hatiye kirin ne kujer bi xwe ye jî, xizmê kujer e. Minakên wisa jî ez bawer dikim pir in.
Îjar mirovên kurdan çawa wehşetê nakin bibêjin? Çawa ji bo tolê mirovan parçe parçe nakin bibêjin? Çawa tol û heyfa feodalî di nava kurdan de tuneye bibêjin?
Dibe ku hinek bibêjin, ji ber ku hiqûqa dewletê li vê derê tune ye û ew hîqûqa xwe bi xwe diafirînin. Belê rast e. Lê dîsa kurd bi xwe dikin. Çawa ketine vî halî ew jî mijareke din e. Ew kesana berê xwe nadin hiqûqê ku rast bikin, ji xwe doza wê yekê jî nakin û haya wan jî ji vê yekê tune ye. Di dîroka kurdan de ev tişt her hebûye. Mirov lêbikole mirov dê vî tiştî bîbîne ku eşîran çiqas hev qir kirine. Ji xwe kurdên ku doza hiqûqê dikin her ku diçin ji feodalîzmê bi dûr dikevin û ew kesên azad in.
Êdî di vê demê de ev ji kurdan re bûye faşîzm. Ji ber ku di vê demê de civakek wekî feodal bi rêbazên xwe yê berê li rûkalê erdê tune ye. Bi rastî em êdî ji vê feodalîzmê re bibêjin faşîzm wê hê pir lê bê. Ji ber ku peyva feodalîzm li çaxa sed sal berê dihat. Kapîtalîzm ketiye her derê dinyayê û mirovên feodal jî guherandine kirine ew mirovên ecêb.
Li nava hin girseyên kurdan jî faşîzm e. Ev faşîzma kurdan her tiştî asteng dike. Pêşketina çandê, pêşketina kesayetiyê, pêşketina bajarvaniyê û hwd. Ji xwe li pêşiya xelasiya welat pir û pir dibe asteng. Mînak cerdevanîbûn bi piranî bi eşîriyê ve girêdayî ye. Heta û heta sîxurî jî bi piranî bi eşîretî ve girêdayî ye. Gelek kesên ku ketin nava şervanan ji bo heyf û tola dijminên xwe hilînin û mirov kuştin û hey kuştin. Kurd giş bi vê yekê dizanin. Bi derewan dijminê xwe geh li dewletê gilî kirin geh jî li şervanan gilî kirin û kuştin û heta ji wan hat xisar dan wan.
Kî van biryarên faşîzmî didin? Serok û rêberên eşîran. Ev kî ne?
Bawer bikin ev serokeşîr û rêberên vê demê, gelek ji wan ji dinyê re nabin. Di nava civakê de bi kesayetiya xwe nikarin tu tiştekî pêşketî yan xweşik bikin. Yê ku wan xelas dike ew serokeşîrî ye. Mirovên ji xwe nezantir li dora xwe kom dikin qene hinekî payeya wan çêbibe û bibin ferdekî civakê. Heke bi serê xwe bimînin teqez dê ji birçînan bimirin. Ji mezinên malan (malmezin) ku xwe di ser mirovên xwe gişan re digirin heta bi serokeşîran, giş mirovên neşareza (yetenek) û newêrek in. Nikarin bi tenê bijîn. Ji xizm û gelê xwe re mêr in. Mînak ev serok eşîrên vê demê, ji kesekî ku ji miletê din re nikarin serî hildin. Pepûk û hêsîrê wan in. Li ber wan xwe çarqato dikin û piyên wan maçî dikin. Li ser vê mijarê siyasetmedar û nivîskarên kurdan jî gelek berhem nivîsandine lê belê fêmkirin ne hêsan e.
Ji bo xelasî û civaka kurdan ji demokrasiyê û kesayetiya azad pê ve tu rê tune ye. Tu rê, dê civaka kurdan nebe qadeke modern. Ev bûyer jî xuya dike ku rêxistinên kurdan yên demokratikbûnê diparêzin di rêyeke rast de ne.