1
Li metropolan, li deverên din yê dinyayê wexta vartoyiyek dibêje ez vartoyî me, pê re serbilindiyek, jixwebawerî û xirûr tê hîskirin. Ku heman tiÅŸt ji bo diyarbekirî û hin ciyên din jî tê dîtin!
Varto hem ji alî çandî û tarîxî ve hem jî ji hêla bawerî û awayê jiyana bi tehemûl, jiyana rengîn û têkiliyên ÅŸêniyên wê yên bi çandên li dinyayê yên cuda re her tê rojevê. Wisa ku hejmara ÅŸêniyên Vartoyê yên aniha niÅŸtecihî ne daketiye bin deh hezarî ku li derdora çarsed hezarî Vartoyî li dinyayê belavbûyî ne.
Debare bi pez û dewar e. Kesên li Ewropayê alîkarî dikin. Van salên dawî ji hin rêwek, pel û pincaran bo zivistanê tamatî têne amadekirin. Pirsgirêka ajotina daran wekî gelek bajaran li Vartoyê jî heye. Hêdî hêdî mirov li bexçeyê xwe darên mêweyan diajon. Kesekî ji Taxa Nû ye dibêje, çend sal in ji mêweyê bexçeyê xwe em bo zivistanê tamatî çêdikin, pir xweÅŸ in.
Ciwan bê kar in, heya niha gelek jê berê xwe didan metropolan û karê înÅŸaatê dikirin, êdî ew kar jî nemaye, kesên derfetan dibînin diçin Ewropayê. Ciwanekî dibêje, derd û kulên meriv li Ewropayê dibînin ne hindik e lê li wir parîkî serê merivan rihet e! "Serê rihet" li Vartoyê jî ew gotin e hesreta mirovan derdibe.
Kafeyek li Vartoyê vebûye, ji bo ciwanekî biçe li wir fîncanek têrtije (duble) qehwe vexwe gerek 12 lîreyan bide. Heq û derfetek herî ji rêzê ya însanî ye mirov biçe kafeyekê û fîncanek qehwe vexwe lê ji bo kesên bêkar ew pere zêde ye.
Li kafeyê, wexta meriv li hember dinihêre mêweyên li pêÅŸ manavekî têne dîtin ku kîloya porteqalan çar paqnot e. Em behsa kafeyê dikin, yekî ku wexteke dirêj li Ewropayê maye dibêje, carna kirê qehweyê tê min, li Ewropayê min gelek qehwe vedixwar, ditirsim biçim kafeyê, ezê dîsa bielimim, bi 8-12 lîra ez ê sê kîlo porteqalan bikirim bibim ji zar û zêçên xwe re! (Berf, hiÅŸkahî û kesên dilê wan diÅŸewite ku porteqalan dixwin tabloyek nas û bi deng e!)
Bi tevî rastiyên wisa jî kesên kafeyê wekî derfetekê dibînin, dikarin biçin rûnên û sohbet bikin ne hindik in, exlebe zivistanan ciyên wisa derfetê didin da meriv biçin sohbet bikin. Havînan bexçeyê çay heye, meriv diçin seyranê, digerin, helqîn dikin…
Ji alî kulturî û exlebe folklor û dengbêjiyê ve Varto balkêÅŸ e. Komeleya Pîr Sultan Abdal bi hin hewl û çalakiyên xwe re tê rojevê. Herî dawî Antolojiya Helbestvanên Vartoyî bi tirkî û kurdî (zazakî û kurmancî) hatibû weÅŸandin.
Li dîasporayê ji alî komeleyên herêmî ve her ku hewlên çandî û kulturî hebin jî, gellek Vartoyî li dîasporayê weke hunermend, dengbêj, nivîskar, helbestvan bi navûdeng bin jî ew bandor û dînamîzm li Vartoyê nayê dîtin.
Problemên demokrasiyê jî yek ji astengiyên li pêÅŸ jiyana kulturî tê dîtin. Her ku meriv rewÅŸa sêhletiyê bi awayek bi demsala zivistanê ve girê bide jî bi gotinên ji jiyana rojane, Varto ne Vartoya berê ye!
Her kes Vartoya zarokaniya xwe dijî, bi bîr tîne, belkî meriv li Vartoya heyî bifikire ê wê wextê Vartoya zarokaniya merivan jî baÅŸtir candar bibe!
Kesên li derve exlebe di mehên ÅŸeÅŸ, heft û heÅŸtan ên salê de têne Vartoyê. Heke ew di meha çar û pêncan de alîkarî bidin bo çandina darên mêweyan û li gelî û newalên Vartoyê darên mêweyan werin ajotin, bi sed hezaran darên mêweyan re piÅŸtî deh salan ê Vartoyek din were ber çavên merivan.
Ji alî kulturî ve jî hewl û xebatên li dîasporayê ger ji xelekên nostaljiyê derê û di çarçoveyên çanda modern de werin meÅŸandin, berhem û berên kulturî pêÅŸ ve biçin ew ê deriyên dîtir vebike. Herçî rewÅŸa sîyasî ye ew li Vartoyê û li her deverê li rojevê ye, me hewl da em balê bidin aliyên din yê jiyanê.
Varto ji alî hewînerî, însanî û pirçandîtiyê ve hê jî "Mala Xwedê"* ye lê di vê demsalê de Varto diÅŸibe ciyekî xalî yê bi sir û raz ê di çîrok û efsneyên zarokaniyê de!
Sir û seqema heyî hê jî dibe sedem beden heya kezeban hîs bike, hîsdarî xurt bibe belkî ew îfadeyên xurt yên Vartoyîyan ên di derheqê Vartoyê de weke yek ji sebeban ji wê hîsdariya coxrafî ye!
*Gotina, "Varto mala Xwedê ye." MeÅŸhûr e. Tê gotin, wextekê yekî MûÅŸî tê Vartoyê. Meha remezanê bûye. Dibîne ku li ÇarÅŸiya Jor** her der vekiriye, her kes serbest e, gellek kêfa wî tê û ew dibêje, "Wele Varto Mala Xwedê ye." Wan wextan li ciyên mihefezekar, di meha remezanê de xwarin û vexarin ne mimkun bû.
**Li Vartoyê du çarÅŸî hene, ÇarÅŸiya Jêr û ÇarÅŸiya Jor. Li çarÅŸiya Jor exlebe kurdên elewî dijîn, li ÇarÅŸiya Jêr jî kurdên sûnî. Di meha remezanê de ji kurdên sûnî yên ne bi rocî jî diçin li ÇarÅŸiya Jor dixwin, vedixwin.