Li gor Jean Baudrillardî em giş saqoyê Makyevelî li bejna xwe difesilînin. Baudrillardî dibêje ev bextê poetîkayê ye, an veşarî an jî eşkere em giş ango yên ku temsîl dikin û yên ku tên temsîlkirin bêhay em her yek bûne Makyevelîyek. Bi gotineke din yên dîtir û desthilatdar bi şêwazeke veşartî an jî bi eşkere dibêje em giş desthilatdar in. Bo çi min behsa desthilatdariyê kir, çimkî romana Şener Ozmenî mijara wê hinekî desthilatdarî ye. Lê belê desthilatdariyeke oidîpal e. Zimanê karekterên romanivîs, zimanekî nêranî yê oidîpal e. Zimanekî psîşîk bi kompleks e.
Berî her tiştî di romanekê de rêzebûyer, şêwaz, vegotin û tevnesazkirin gelekî girîng e. Mijar çi be ferq nake, a ku vê mijarê herikbar û baldartir û zîqtirîntir dike vehonandin, vegotin û şêwaz e. Dema xwendevan-xwîner berhemeke xwend divê teqez eklekê jê werbigire an na bo çi xwendevan dê wê berhemê bixwîne. Mînak dema meriv xwarinekê xwar, meriv dixwaze bi lezet be. Bo çi min behsa rêzebûyer, şêwaz û vegotin û tevnesazkirina romanê kir? Çimkî di berhema Şener Ozmenî ya bi navê “Gramera Bêhizûr” de tevnesazî û rêzebûyer û vegotin ji hev belawela ye. Loma xwarineke bêlezet e. Konsantrasyona xwendevanan xira dike. Pêwendiyên di navbera beşên romanê de tevahiyeke xurt tune ye. Mîna televîzyoneke carê vêkeve û vemire. Xwendevên bi saxî dixe tirbê. Hasilkelam roman ji gelek perdeyên kin ên şanowarî û tevahiya romanê jî mîna ku ji du beşan pêk tê dixuye.
Di beşa yekem de Bozo û bavê xwe û qeymeqamê gund ê desthilatdar e, desthilatdarê ku xwe wekî Xwedê dibîne. Di beşa duyem de mijar di navbera karektereke bi navê Lalînê, mekanekî efsûnî ‘qesra behîştê‘ û li lêgerîna Keybanûyê û di navbera gelek karekterên din de dibore. Hasilkelam heta dawiya romanê jî têkiliyên karekteran û mijaran ji hev veqetiyayî, seqet û belawela dixuye. Yanê dema meriv dixwîne di serê mirov de tabloyeke şênber û zelal nabiriqe. Berevajî wê tabloyeke razber lê di hundirê vê tabloya razber de bireserên, ruhberên, xêzikên, boyax û hemû alav û sêwirandinên hatine bikaranîn jihevdu belawela ne û bêperspektîf e. Halbûkî tabloyên herî razber jî xwediyê aheng û armonîyekê ne. Mînak tabloyên hunermendê post-modern Kandîsky piranî razber in lê têra xwe estetîk, armonîk û bi aheng in. Werhasil romana Şener Ozmenî ji destpêkê de heta dawiya wê nahêle xwendevan bi rehetî xwendina xwe bidomîne, xwendevên tim şipyakî disekinîne, nahêle xwende li ser romanê xew ve here, nahêle em di nava romanê de mîna çemekî biherikin, roman tam odeyeke pelîse ye. Wekî meriv li ser striyan bimeşe. Romannûs nahêlê xwendevan di nava metnê de bigere, xwendevên tim bêhizûr dike. Moment û sîmetriya xwendevên ji hev dixîne. Xwendevan dibe wekî erebeyeke xirxote. Romaneke bi kelem e û kelemên xwe di canê xwendevên radike.
Asas roman mijara xwe ji gotegot, sixêf, galegal û gotinên ji rêzê ên di nava welatekî, civatekê, taxekê, bajarekî an jî ên di nava malbatekê diqewime bi şêwazeke strîn û bi vegotineke grîfît û tevlihev û ji hev belawela verêsandiye. Gotinên malbatan û derdoran bi şêwazeke rojane lê bi zimanekî zayendî yê libîdonal vehûnandiye. Romaneke mîna televîzyoneke dîmenên ekrana wê xira bibe û carê çêbibe. Yanî roman televîzyoneke bêeyar e. Di romanê de gelek hevokên îronîk, gotegotên absurd yên zayendî û hevokên grîfît û hwd serdestî li metnê û karekteran kiriye. Di beşa yekem a romanê de têkilîyên di navbera dê, bav û kur hatiye destnîşankirin. Bêtir têkiliyên di navbera bav û law hatiye bi lêvkirin. Lê romanivîs van têkiliyên wan bi şêwaze rojane a ku di her malbatê de îhtîmal e ku biqewime-diqewime anîye ziman. Asas mijareke serdest tune ye di romanê de, gelek mijaran di romanê de ciyek ji xwe re veqetandiye. Loma roman ji hêla rêzebûyer, vegotin û tevnesaziyê ve ne li hev e û tevlî hev e. Romaneke eşêf û terefa wê baş nehatiye kirin. Mîna xerzikekî nebirrî ye.
Di romanê de romanivîs devoka Serhedê bi awayekî hişmendî gelek caran bikaraniye, çima? Mekan piranî guherbar e, lê car caran romanivîs me dibe Hezexê û dîsa me li hespê me siwar dike û berê me bi mekanên dîtir vedike. Zeman di romanê hatiye paşguhkirin ango zeman ew qas ne diyar e. Nivîskar an jî vebêj piranî xwe ji nava metnê vekêşandiye. Karekter gelek in lê karakterên me ên sereke Bozo û bavê xwe û deredora wan in. Di her navbirîneke beşek romanê de perdeyên şanowarî yên kin û axivtinên karekteran yên dîyalogwarî dest pê dike, lê piştî gotinên wan diqede şûnde roman dîsa di ciyê mayî de berdewam dike. Di her perdeyê de romanivîs esas nefesekê dide xwe û karekteran û paşê kurteya diyalogên karekteran diteyisîne. Di beşên romanê de romanivîs têkiliyên îxanetwarî, dilbijokbûn, berjewendî û hemû cureyên desthilatdariyê û bindestiyê bi şêwazeke absurd, sadomazoşîst û psîşîk berbiçav kiriye. Mînak: “Yek kej bû. Ez dirêj nekim û serê te neêşînim. Yavuz Ustegmen kire ser me û got, termê wê saxtî û bikin û bi dû xwe de kaş bikin û bînin bavêjin ber nigê min. Me termê keçikê wekî wî ji me re gotî pêşî saxtî kir û paşê me kaş kir û anî avêt ber nigê wî. (kembera bornozê xwe sist dike û lingên xwe di ser hev re davêje, hingê kîr û gunê wî tên xuyanê) Ez dirêj nekim û serê we neêşînim. Yavuz Usteğmen got, “ustunu çikarin amini sîktîgîmîn"(162), “Koltuk altina bakin! De ez dirêj nekim û serê te neêşînim.” Yavuz Ustegmen got, “şimdî otuzbir çekiyoruz" (163).
Em dibînîn romanivîs pîsî û gemara binhişê desthilatdaran bi şêwazeke tazî ya absurdîk û sadomazoşîstîk li ber sifreya çavên me raxistiye. Desthilatdarî, têgiheke nêrane û arezûyîn e. ”Şeytan Îsayî dibe çiyayekî herî bilind, û hemû dewletên dinyayê û ezemetê wan nîşan dide û jê re dibêje: Heke tu xwe li ber min bitewînî û perestî min bibî ez ê van tiştan gişî bidim te.”(1) Yanê di vir de desthilatdar Şeytan e. Her kirasî li xwe dike loma tu carî desthilatdar rehet nasekine û rehet nabe. Çimkî libîdoya desthilatdar/an her tim ev e: Dîtiran mecbûrî xwe bike û çokên wan bi awayekî li ber xwe bitewine. Wekî em dizanin desthilatdarî orgazma arezûya rûxandinê ye û bi saya vê rûxandinê hebûna xwe didomîne. “Her desthilatdar, xwe dispêre desthilata qirêl û fedakirina gel.”(2) Yanî asas her desthilatdar bo ku bijî hewceye miletekî bike qurbana hebûna xwe, çimkî rûxandina miletekî ne girîng e bo desthilatdaran û heman demê rûxandin sadîzm e. Sadîzm tundî û nexweşiyeke newrotîk e. Îcar bûyera di vê peregrefa jorîn de diqewime sadîzmeke fetişîst û patolojîk e. Çimkî desthilatdar bi nexweşiyeke fetişîst, newrotîk û patolojîk ketiye, yanî desthilatdarî/an asta sadîzm derbas kirine. Heke desthilardar asta sadîzm û desthilatdariyê derbas bike, bila em bizanibin a wê çaxê êdî kêf dest pê dike. Çimkî kêf ne zewq e. Ji zewqê wêdetir e. Çimkî piştî zewqê êdî kêf destpê dike. A ku desthilatdar li ser bedeneke mirî nexweşiya xwe ya psîşîk û fetişîst pêk tîne ne sadîzm e, êdî sadîzmeke rûxanî û zayendî ye, sadîzmeke kêfê ye. Asta sadîzmê ya herî bilind a rûxandinê ye, desthilatdar jê hêla derûnî ve rûxiyaye, loma kesên newrotîk û patolojîk encax bûyerên wiha bidarîne. Werhasil desthilatdar nexweş e û têr nabe. Netêrbûna wan jî ji ber tirsê ye. Loma asas desthilatdarî ji tirsê dizê.
Ji xêynî vê desthilatdariyê, serweriya gotinên zayendî jî di romanê de ronahiya çilaya xwe çirisandîye. Minakin ji romanê: "Mifteya devê qûzê wê qaltaxa ducanî ye!(152) Niha eskeriya xwe dike kîrquzdê(153) Min di dê û xwişka te niyano(158) Di qûzê ca nim!(159) min di xwişka te niyayo(160) Bayê kîr li serê Nesirî jî xistiye(168) û hwd gotinên wiha di romanê de serdest in, loma dev û zimanê karekteran zimanekî desthilatdar û nêranî ye. Di tevahiya romanê de gotegotên absurd yên desthilatdar û nêranî serdest in. Loma ji hêla ziman ve nêr û hişk e. Şêwaz jî nêr û desthilatdar e. Karekter bi xwe jî bi zimanê nêrtiyê û desthilatdariyê diaxivin. Loma em dikarin bêjin her perdeyek û beşek romanê de nêrbûn û desthilatdariya bi her rengî xwe teyisandiye.
Di romanê de îdeolojî û ramyarî bi şêwazeke îronîk hatiye rexnekirin. Jixwe di gelek paragrafên romanê de îroniyeke rexnegirî berbiçav e. Roman mijarên xwe yên cihêreng û belawela bi şêwazeke absurd li dar xistiye. Taliyê mijar, desthilatdariya zayendî, desthilatdariya tundî, desthilatdariya zewq û kêfê û rûxandinê veolandiye. Romanivîs mijarên ji rêzê-rojane bi şêwazeke zayendî, têkiliyên desthilatdaran ên bi bindestên xwe re, têkiliyên dewlet û xayînan û berjewendiyan, malbatên welatparêz, malbatên xayîn, zayendî û şoreş van mijaran giş di nav hevdu de bi şêwazeke kelemîn, strîn û absûrd û belawela di romanê de tevnesaz kiriye. Loma romana me mîna meriv di odeyeke pelîseyî de li tiştekî xwe bigere lê di encamê de meriv tiştekî nebîne....
Çavkanî:
1)Bertrand Russell, Îktidar, Îlya, 286
2)Jean Baudrillard, Kotulugun Şeffafligi, Ayrinti, 83


