Roja 21.06.2024 bûm mêvanê bajarê Giesen ê Almanyayê. Ev bajarê duwazdehan bû ku ji bo danasîna çapa almanî ya romana xwe “99 morîkên belavbûyî” lê dibim mêvan. Di vê nivîsê de ez behsa aliyê wêjeyî ya gera xwe nakim.
Her bajarekî ku lê dibûm mêvan, aliyê eşkere yê fermî hebû. Ew jî şevbuhêra wêjeyî bû. Her wisa aliyekî wê yê din hebû ku carinan ji çalakiyê bêhtir dibû cihê mijûliya min. Mebesta min jê naskirin, danûstendin û têkiliyên nû bi wan kesên balkêş re yên ku bi xêra van rojên wêjeyî min ew nas dikirin. Di nav van kesan de hem alman û hem kurd hene ku şûn û şopa naskirina xwe bi awayekî ji awayan di hundirê min de hiştine.
Çûna Giesen û birêkxistin û birêvebirina roja wêjeyî
Giesen bajarekî zanîngehan e, hejmara niştecihên wî dora not û pênc hezar kesî ye û girêdayî herêma Hessenê ya Almanyayê ye. Aliyê ku ev roja xwendinê organîze kiribû Komela Civaka Kurd ya Almanyayê bû (Kurdische Gemeinde Deutschland). Yê destpêkê bi min re ketibû têkiliyê, di riya Zekî Ozmen re, ku vê dawiyê ji bo birêvebirina rojê hat hilbijartin, Wahîd Mustafa bû. Ji ber nexweşiya bavê xwe neçar mabû ku biçe Enqereyê û li şûna wî Sînan, demjimêr duwazdeyê nîro li rawestgeha tirênan ya Giesenê pêşwaziya min kir. Divabû piştî rêya sê saet û nîv dirêj ez bêhna xwe vekim û şeşê êvarî em dest bi çalakiya xwe ya wêjeyî bikin.
Kurdekî delal: Mehmet Tanriverdi
Li salona xwendinê min yek ji damezrêner û birêveberên sereke yên civaka kurd ya Almanyayê ji nêzîk ve naskir, ew jî siyasetmedar û maratonvanê kurd Mehmet Tanriverdi ye. Her wisa xanima wî Drosia ya xwe ji bo xwendina hin beşên romanê amade kiribû. Piştî qedandina çalakiyê em ketin rê, da ku herin cihê xwarinê. Bi rê de peykerê sembolîk yê fîzîknasê navdar Rontgen em rawestandin. Rotgen ew bi xwe yê ku kişandina dîmenên endamên gewdeyê nexweşan di riya tîrêjan re bi navê wî tê naskirin. Ji bo bîranînê me çend fotograf li kêleka wî kişandin û me meşa xwe ya ber bi resturanta kurdekî zaza ve berdewam kir.
Ez zaza me, ne kurd im. Ez êzêdî me, ne kurd im.
Di hevdîtinên ku televîzyona almanî ZDF bi nivîskarên kurd ên li sirguniyê re çêkiribû, keçeke êzêdî bi navê Cîhan Alomer, yeka ji qurbaniyên DAIŞ’ê bû û pirtûkek li ser serboreya xwe bi almanî belavkiribû, ji ya rojnameger re dibêje, “Ez êzîdî me, ne kurd im. Baştir e bo min bê gotin êzêdiyeke ji iraqêb” Ev dîmen li ber çavên min bûn, gava xwediyê resturanta ku xwedêgiravî ji ber kurd bû me xwe lê girtibû, bi rûyekî tirş ji Mehmet Tanriverdi re bi almanî got: “Ez zaza me, ne kurd im.“ Wisa jî bi hêrseke ku sedema wê ji bo min ne diyar bû berdewam kir: “Ji kerema xwe re kesek ji min nepirse çima wisa dibêjim û ne jî ez dixwazim behsa vê meselê bikim.“ M. Tanriverdi bi zazakî pê re axivî û ev axaftina wî wekî heqaretekê li xwe û li me nirxand, lê wisa xuya bû ku ciwamêr bi zanebûn vê yekê dibêje û wê ji ya xwe venegere. Di nav me heft kesên rûniştî de axaftina li ser derketina ji wir yan mana li wir de çêbû. Biryara dawî ew bû, ku vê carê bimînin, lê careke din neyên vê resturantê. Balkêş bû, me hemûyan xwarin xwest, lê tenê Mehmet Tanriverdi xwarin ji bo xwe nexwest, nexwar û ji bo me li wir rûniştî ma.
Vê rûdana ku kesek ji me ne li bendê bû em hemû nerihet kirin, lê ji me hemûyan bêhtir bê guman xwediyê dilê kurdewar û hestenik Mehmet Tanriverdi bû.
Vegera ji Giesen ber bi malê ve
Berî em wê şevê ji hev belav bibin, min naskir wê roja din Mehmet Tanriverdi û xanima xwe bo serdanekê herin bajarê Munster û ew ê roja din bê 12’ê nîvro min hotêlê bi xwe re bi tirimpêla xwe bibe heta bajarê Siegen û ji wir ezê bi tirênê rêya xwe heta malê berdewam bikin û wiha jî bû.
Li vegerê ez û Mehmet Tanriverdi û xanima wî Drosia ya ku agahdara hemû hûrgiliyên rewşa kurdan bû, em bûn rêwiyên rêyekê. Me suhbeteke germ kir, li ser hin mijarên di rojeva kurdan de ne, axivîn. Piştî me xatir ji hev xwest û ew çûn, li pey xwe hinek hezkirin û hinek hêvî hiştin.


Mehmet Tanriverdi û Helîm Yûsiv li ber peykerê sembolîk yê Rontgen.

Drosia Tanriverdi, Helîm Yûsiv û Zekî Ozmen li panelê.
Ji bo guhdarîkirinê:


