logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Roja aştiyê, çima 1'ê Rezberê ne rojeke din?

  • Dîrok: 31/08/2018
Aştî, aramî, lihevhatin...
Çi gotinên efsûnî ne ku di xwe de tije paradoks dihewînin.
Li aliyekî hin dewlet hene van têgehên pîroz di rêya armancên xwe yên eskerî de bikartînin, naveroka wan diherimînin, li aliyê din qismeke girîng ên mirovan di vê rêyê de canê xwe feda dikin.
Yên dewa aştiyê dikin, bi giranî maxdûr in yanî kesên sivîl in ku ketine ber xezeba şeran. Yên biryara astiyê didin jî hêzên desthilatdar in.
1’ê Rezberê (Îlonê) ku wekî Roja Aştiyê ya Cîhanê tê zanîn çawa hat dîyar kirin? Mirovahî çima û çawa pêdivî dît ji bo aştiyê rojekê diyar bike. Wateya wê rojê çi ye? Çima ne rojeke din 1’ê Rezberê? Gelo ji bilî vê rojê çend rojên din yên aştiyê hene. Di îlankirina vê rojê de welatên serdest yên cîhanê roleke çawa lîstin?  
Ji bo em behsa çîroka 1’ê Rezberê bikin, divê em vegerin destpêka sedsala borî.  
Di destpêka salên 1900’î de, dewlemendiyên sererd û binerd nû hatibûn kifş kirin. Mirovahî negihîştibû wê astê ku karibe van dewlemendiyan di nava xwe de parve bike. Reqabeteke mezin hebû. Ev dewlemendî zêdetir di destê kîjan dewletê de ba, ewê biba hikumdarê cîhanê. Destpêka avakirina netew-dewletan bû. Destpêka şoreşa sanayî bû. Ji Japonyayê bigire heta Amerikayê, Rusyayê, Fransayê tev li aliyekî li dijî bloka Almanya, Avusturya û Împaratoriya Osmanî di nava şer de bûn. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de di navbera salên 1914-1918’an de, Bloka Alman ku Împaratoriya Osmanî jî digirt nava xwe têkçû. Encama Şerê Yekem giran bû. Li derveyê encamên politik, ekonomik û erdnigarî bi qasî 20 mîlyon  kes hatin kuştin, ji wan 10 mîlyon sivil bûn. Derdora 40 mîlyon kes jî yan birîndar bû yan seqet man. 4 împaratorî hilweşiyan. Dewletên nû yên li ser bingeha netew-dewletê ava bûn. Bi peymanên navnetewî  axa Kurdistanê jî wê demê di nava wan dewletên nû de hat dabeş kirin.
Pistî 21 salan, Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir. Şerê Cîhanê yê Duyemîn wekî şerê herî mezin yê dîroka mirovahiyê tê zanîn. Ji aliyê almanan ve bû wekî tolhildana Şerê Yekem. Roja 1’ê Rezbera 1939’an, Hêzên Almanyaya Nazî bi serkêşiya Adoldf Hîtler, cara yekem êrîşê  Polonyayê kir û rojên herî bi xwîn, herî tarî, herî bi êş yên dîroka mirovahiyê destpêkirin. 
Şerê Duyemîn tam 6 sal û rojekê dewam kir. Bîlanço îjar 3 qat ji Şerê Yekemîn girantir bû. Bi qasî 70 mîlyon kes hatin kustin. Ji wan 45 mîlyon sivîl bûn. 6 mîlyon cihû bûn. Yanê hejmara kuştiyan wê demê dikir ji sedî 2.5’ê nifûsê temamiya cîhanê. Bajarên bi nav û deng yên wekî Berlîn, Varsova, Londra, Nagazakî, Tokyo, Hamburg, Lenîngrad, Budapeşte, Kiev bûn  wekî Heleb, Reqqa û Kobaniya îro.  
Mirovahî ancax piştî bîlançoya ew qas giran ya van her du şerên bi xwîn, karî behsa aştiyê bike. Îlankirina Roja Aştiya ya Cîhanê piştî vê cengê hat rojevê. 1’ê Rezbera 1939’an roja destpêka Şerê  Cîhanê yê Duyemîn bû. Hêzên alman yên Nazî wê rojê êrîş kiribûn ser Polonyayê.  
Piştî ku şer bi dawî bû, Yekitiya Sovyetan û welatên endamên Pakta Varşovayê biryar dan  roja destpêka şer, yanî 1’ê Rezberê wekî Roja Aştiyê ya Cîhanê îlan bikin. Ev wisa heta 1981’ê dewam kir.  
Piştre Neteweyên Yekbûyî jî di sala 1981’ê de, di şûna 1’ê Rezberê de roja 21’ê Rezberê wekî Rroja Aştiya Navnetewî îlan kir. Niha li piraniya welatên cihanê 21’ê Rezberê wekî Roja Aştiya Navnetewî tê bibiranîn û pîroz kirin. Yanî du rojên me yên aştiyê hene. 1’ê Rezberê û 21’ê Rezberê. Lê piştî ku Yekîtiya Sovyetan belav bû, di roja me de, tenê li hin welatên bloka sosyalîst û li hin welatên Rojhilata Navin hê jî wekî sembolik ji bo şermezarkirina roja destpêka şer, 1’ê Rezberê wekî Roja Astiyê ya Cîhanê tê pîroz kirin. Ji bilî 1’ê Rezberê û 21’ê Rezberê,  rojeke din ya aştiya navnetewî heye, ew jî 1’ê meha çileyê ye ku di sala 1968’an de, ji aliyê alema katolik ve hatiye îlan kirin.  
Rastiya Efrînê wateya rojên navnetewî yên aştiyê ji holê radike
Wisa xuyaye di îlankirina rojên ‘Astiya Navneteweyî’ de dinya gelek li pêş e. Lê di pêkanîna wê de tam paradoks heye. Nakokî û dirûtiya van welatan eşkere xuyaye. Her çend roja aştiya navnetewî hebe jî şer her berdewam kir. Eniya şer her çend guherîbe jî aktorên şer tim heman dewlet û hêz bûn. Bi xwe raste rast li dijî hev şernekirin jî, bi şerên wekaletê xweza talan kirin, pir millet maxdûr kirin. Şerê li Wîetnamê, Kamboçyayê, Kore, li Kuba û welatên Amerikaya Latîn, li hin welatên Afrîkayê, li Cezayîr, Angola û li Rojhilata Navîn wekî  berdewama Şerê Cîhanê yê Duyemîn dikare were nirxandin.   
Îro li welate me rewş ne cuda ye. Dewletên serdest yên endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî Amerîka, Çîn, Fransa, Rusya û Îngilistan di mijara aştiyê de nakokî û dirûtiya xwe venaşêrin.
Nimûneya Efrînê bi tena serê xwe dikare rewşê vebêje. Bajarê bi tenê yê Rojhilata Navîn ku tê de aştî û aramî mabû, li ber çavên wan dewletên ku Roja Aştiya Cîhanê îlan kirine, 58 rojan bû hedefa balafirên şer. Rastiya li Efrînê wateya rojên navnetewî yên aştiyê ji holê radike. Samîmiyeta welatên aştîxwaz ancax bi helwesta wan ya ji bo doza azadiya gelê kurd diyar dibe. 
Hemû rojên aştiyê, ango1’ê Rezberê, 21’ê Rezberê û 1’ê Çileyê tev ji bo armancakê ne; rawestandina hemû şeran û avakirina aştiyê li herderê cihanê. Ev roj wekî peymanên  navdewletî yên aştiyê dikarin werin hesibandin. Şertên van peymanên manevî ew e ku her dewlet qebûl bike ku tu car serî li politikayên zextê nade, welatê cîran dagir nake, di pirsgirêkan de şer tercîh nake û tim siyaseta aramiyê ji xwe re esas digire. 
Gelo ev prensîb û şertên peymanê çiqas pêk tên? Madem wisa ye, çima ji parastinê re, ji çek û silehan re ew qas butçe tê veqetandin, çima ew qas çek, tang û top balafirên şer tên hilberîn ? Ev amadekarî tev ji bo çi ne? 
Çawa çêdibe welatên ku herî zêde behsa aştiya navnetewî dikin dîsa ew welatin ên ku  herî zêde çek hildiberînin û ji parastinê re butçeyek mezin vediqetînin. Gelo saziya Neteweyên Yekbûyî bi xwe jî ma ne ji bo armanca aştî û aramiya nava gelan hat saz kirin? Em her 5 endamên daîmê yên vê saziyê ku li ser cihanê xwedî hikmên mezin in bînin bîra xwe: Amerika, Çîn, Fransa, Rusya û Îngilistan. Em şaş nemînin yên ku qaşo li pey aştiya cîhanê ne ev dewlet in, lê di pişt her şerî de jî dîsa bandora wan xwe dide der. Helwesta wan nîşan dide ku wekî di dîrokê de ew hê jî li pey dagirkirin û dizîna dewlemendiyên gelan in. 
Her aştî xwedî dîrokeke bi xwîn e. Her şer jî mehkûmê bi dawîbûnê ye. Pirsa ku gelên maxdûr û qurbaniyên cengan ji xwe dikin ev e: Aştî wê kengê hikum li cîhanê bike?
Bersiv gelek zelal e; Roja ku mirovahî ferq kir ku xweza, ekolojî, jiyana mirovan û ya hemû zindiyên li ser rûyê erdê ji dewlemendiyên sererd û binerd bi qimettir in, aştî wê zûtir hikum li cîhanê bike.  

Hin Nivîsen Nivîskar

Kurdistan wê çima nebe Almanya?

  • 22 Kewçêr 2017

Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê ji xewa şîrîn şiyar kirin. Hem jî bi dengê tang û topan. Ev şok û panik dikare bi xwe re encamên psîkolojik jî...

Gelo ez te aciz dikim?

  • 08 Avrêl 2017

-Tu dikarî werî kêleka min jî. -Çima na! bi kêfxweşî.-Di sinifê de herkes cot rûniştiye, çima em cuda rûnin! -Rast e, lê dîsa jî,...

Ew dayika min e jî

  • 07 Sermawez 2016

(Dûmahîka beşa 2'yan a nivîsa “YEZDAN WINDA YE” )Min gotinên wisa nas û watedar li derekî din nexwendibûn. Nav û nivîskarê pirtûkê ez di...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Bakur hejmara kurdên di bûyeran de hatin kuştin derket 10'an

ad

DTSO'yê li 'Elizabeth' temaşe kir û piştgirî da Şanoya Bajêr a Amedê

ad

Berdevka HEDEP'ê: Meyla li her derê em berendamên xwe nîşan bidin derket holê

ad

Bi 6 zimanan 'Awazên Wendayî'

ad

Rojên Pirtûkên Kurdî didome

ad

Dixwazin Hayat TV bigirin! (Hat nû kirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname