Bav destê xwe xist nav porê xwe û got:
- Porê min dirêj bûye, ez ê biçim berber.
Keçikê li wî nihêrî, bi yekcarî got:
- Na, bavo na, ew qas ne dirêj e, bila du sê hefte derbas be hê biqusîne, te qusand bila zêde kur nebe! Eman ha, tu aniha nequsînî!
Bav hinek bişirî, got, bila bi ya te be.
Keçik çû metbexê, hê firaqê taştê li ser masê bûn. Çay germ kir. Îskanek çaya qaçax dagirt. Hebek şekirê tirş avêt devê xwe. Qurtek çay vexwar. Pêxwarinên taştê yê li ser masê mayî rakirin, ew li sarincê bi cî kirin.
Tenê tebaxa penîrê Qerejdaxê yê helandî hişt. Loqmeyek nan, hinek penîr xist devê xwe qurtek din çay vexwar. Wê kêliyê çû zemanê zarokaniya xwe.
Çîrok li ser çîrokê li ber çavê wê hatin û çûn; girtîgeh û kesên girtî, xortên ciwan ên diçûn leşkeriyê. Piştî demekê name û wêne ji girtîgeh û ji bajarên bîyanî ji malbatên xwe re dişandin. Wêneyê hatî, pêşî dihatin ramûsan û bêhnkirin. Pişt re dor dihat xwendina hevokên li paş wêneyan hatî nivîsîn. Li pey xwendinê wêne dixistin ber neynikê, ber çarçovê an jî ber cama qefesê; qefesên bi çît, melhef, bi ben û moriyê rengo rengo, ên bi derzî, nêk û makûkê hatibûn çekirin.
Di wêneyan de porê wan li makînê xistibûn! Dema dayik û bav, hevjîn û zarok, xwişk û bira wêne didan ber dilê xwe û radimûsa, keçik lê difikirî ku porê kurt û zêde qusandî nîşana bêriyên bi êş û çûyînê ne!
Di jiyana xwe de, çendik û çend caran bav, nas, dost û hezkiriyên xwe ên li girtîgehan, ên çûbûn dûriyê bi porê kurt û qusandî dîtibû. Ew dîmen halê dûriyê bû, bêrîkirin, sirgûnî bû. Wisa tesîr lê dikir, di belgesel, fotograf an jî fîlman de wextê mirovan bi wî halî didît, dest û dilê wê li heyatê sar dibû, bi bêdengî, diçû û dihat, xwe bi xwe digot:
- Heya ji destê min were ez ê tu car û tu wextê nehêlim hezkiriyê min porê xwe zêde biqusînin! Bilez çû odê, bavê xwe hembêz kir, sûretî wî, eniya wî ramûsa, got, porê bavê min çi xweşik e!