Hema bêje di deh salên rojnamegeriya xwe de min hemû kongreyên DTP'ê (yên asayî, yan jî awarte) yên mezin şopandine, ez li wir amade bûme wekî rojnamegerekî. Di vê 2'yemîn Kongreya Asayî ya DTP'ê (20.07.2008) de jî ez li wir bûm.
Ez pêşî gotina xwe bibêjim: DTP'ê kongreyeke bi coş û serketî li dar xist.
Û niha jî bêyî şîroveyê notên ku min ji bo we girtin.
Pankartên ku hatibûn daliqandin
Kongreya DTP'ê bi diruşma "Bi hev re jiyîn, bi hev re çareserkirin" hate li dar xistin.
Li çarmedorê Salona Sporê ya Ataturk parkart hatibûn daliqandin. Wisa digotina pankartan:
- Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, xweseriya demokratîk.
- Bi hemwelatiyên azad û wekhev ber bi civakeke demokratîk
- Jinino em bibin yek, em şer bidin rawestandin.
- Ji bo Tirkiyeyê demokrasî, ji bo kurdan azadî.
- Çareserî ne di operasyonan de, di diyalog û aştiyê de ye.
- Roj roja yekîtiyeke xurtir, têkoşîneke xurtir e.
- Ne îmha, ne înkar çareserî di azadiya demokratîk de ye.
- Bi dilên xwe yên ciwan ên demokratîk, bi sosyalîzma demokratîk em welatek xweser ava bikin.
Biyan û nebiyan, mêvanên kongreyê gelek bûn
Di nav mêvanên kongreyê de gelek navên rengîn hebûn. Ji Tirkiyeyê, ji derveyî Tirkiyeyê gelek kes hatibûn. Hin ji wan:
- Feleknaz Uca (mebûsa kurd, ji Partiya Çep, endama Parlemena Ewropayê)
- Robert Hawitt (Ji Partiya Karkeran a Îngilîz, endamê Parlemena Ewropayê)
- Ula Yelpke (Ji Parlemena Federal a Almanyayê)
- Konstantinos Foutzapolus (Ji Têkiliyên Karên Derve yê PASOK'ê ji Yewnanistanê)
- Philippe Sounalers (Mişteşarê Siyasî yê Balyozgerê Îngilistanê)
- Sanen Sandergaarel (Ji Danîmarkayê, endamê Parleman Ewropayê, ji Qizil-Keskan)
- Seroka SDP'ê Filiz Koçali
- Serokê ODP û mebûsê Stenbolê Ufuk Uras
- Serokê EMEP'ê Levent Tuzel
- Sînemager Yusuf Çetin
- Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û Şaredarên din ên DTP'yî
- Fatma Ocalan
- Endamên Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê
- Helbestvan Ahmet Telli
- Mebûsên DEP'ê yên berê Hatîp Dîcle, Selîm Sadak û Naif Guneş
- Serokê KESK'ê Samî Evren,
- Rêveberên Komeleya 78'an
- Seroka Egîtîm Senê Zubeyde Kiliç
- Rêveberên Yakay-Derê
- Serokê Komeleya Nivîskaran a Amedê Îrfan Babaoglu
- Serokê TOBDerê û endamên rêveberiyê
- Naile Aras (Endama Partiya Sosyalîst a Swêde)
- Serokê DEHAP'ê yê berê Tuncer Bakirhan
- Rêveberên Pir Sultan Abdal
- Rêveberen Weqfa Başakê
- Sekreterê Giştî yê DÎSK'ê Tayfun Gorgu
Artêşa rojnamegeran
Bi sedan rojnameger li kongreyê bûn. Li gor agahiya ku min ji Berdevkê Çapemenî yê DTP'ê Kemal Avci girt li dor 200 rojnamegerî serî li wan daye, navê xwe daye nivîsandin û kongre şopandine. Ev hejmareke mezin e. Her wiha di nav van de endamên du ajansên navneteweyî AFP û Rautersê jî hebûn.
Nûnerên partiyên kurdan nîn bûn
Li gor agahiyên min girtin ji bilî AKP, CHP, MHP'ê partiyên kurdan jî di nav de ji partiyên din re vexwendname hatiye şandin, lê nûnerên partiyên kurdan wekî mêvan beşdarî kongreyê nebûn. Di kongreya mezin a DTP'ê ya berî vê de Şerafettin Elçî hatibû lê di vê kongreyê de nûnerên partiyên siyasî yên kurdan nîn bûn. Tenê Nûnerê YNK'ê yê Enqereyê Behruz Gelalî peyameke pîrozbahî şand ji bo kongreyê û wiha got: "Ji ber ku di vê dîrokê de ez ne li Enqereyê me ez nikarim beşdarî kongreya we bibim, lê ez ji kongreya we silav dikim û serketinê dixwazim."
Hin notên din:
- Hemû mebûsên DTP'ê hatibûn Kongreyê û gel eleqeyeke mezin nîşanî wan da. Wekî komek dema bi hev re ketin salonê ji çepik, fîkandin û diruşman salon hejiya.
Gelek çepik ji bo Şaredar Osman Baydemîr jî hatin lêxistin.
Ev meheke zêdetir e rojnameyên tirkan DTP kiribûn du parçe, ew wekî yên 'şahîr' û 'kevok' nîşan didan. Lê kongreyê yekîtiya xwe şanî da. Digel ku ev yekîtî û hurmeta ji bo hev a di kongreyê de derket holê, tişteke din ku derkete holê jî ev bû: Hemû mebûsên DTP'ê wekî endamên Meclisa Partiyê ya DTP'ê hatin hilbijartin.
Cîgira Serokê DTP'ê Selma Irmak axaftina destpêka kongreyê kir û bi kurdî pêşî gelek silavên xwe li dîwan, temaşevan û mêvanan kir, dûre dest bi tirkî kir ku li Tirkiyeyê partiyên siyasî mecbûr in di kongreyan de bi tirkî biaxivin.
Orhan Dogan, Husnu Ablay û Cîhan Denîz hatin bibîranîn.
Di bin ew germa Enqereyê de li derveyî salonê bexçe hatibûn dagirtin, diruşm, stran û tilîlî ketibûn nava hev, gerandina govendê ew der dihejand. Hundirê salonê jî tije bû, klîma ji bo hênikirinê têrê nedikir.
Demirtaş: Kurdan meşa azadiyê daye dest pê kirin
Mebûsê DTP'ê yê Amedê Selahattin Demirtaş ji bo Serokatiya Dîwanê hat hilbijartin û Demirtaş baş kongre bi rê ve bir, carinan henekên wî ev paye da wî.
Demirtaş berî dest pê bike axaftineke kir û got: "Kurdan meşa xwe ya azadiyê daye dest pê kirin. Kes nikare vê meşê bide rawestandin. Li hemberî kesên ku dibêjin 'DTP dihele' bi inyad em bi hev re, di nav yekîtiyekê de kongreya xwe saz dikin. Emê roja Tirkiyeyê diyar bikin."
Ayna: Divê kurdî di zagona bingehîn de cih bigire
Notên ji axaftina Hevseroka DTP'ê Emine Ayna:
- Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê çareser nabin.
- Tişteke nexweş e ku mirov ji ber nasnameya xwe bê înkarkirin, bê kuştin.
- Serokwezîr Erdogan hê dibêje 'Li Tirkiyeyê her kes tirk e'. Plana asîmîlasyon û înkarê ya Ak Partî û ya Serfermandariya Giştî yek e.
- Pirsgirêka Kurd pirsgirêka nasnameyê ye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka hebûn an tunebûna gelekî ye.
- Deynên nasnameyê yên Komara Tirkiyeyê ji bo kurdan hene, divê êdî vê deynê xwe bide.
- Divê zagona bingehîn biguhere û zagoneke sivîl bê sazkirin. Û em dixwazin ev pênc xal di zagona bingehîn de cih bigirin: 1- Li Tirkiyeyê vegotina hemwelatî divê kurdan jî, gelên din jî bigire nava xwe. 2- xweseriya demokratîk. 3- Perwerdehiya bi zimanê dayikê. 4- Demokratîkbûyîna komarê. 5- Sazî û dezgehên ku niha Tirkiyeyê bi rê ve dibin bi paş ve bêne kişandin û ev sazî li dinyayê rola wan çi ye, di wê astê de bimînin. Ger ev pênc xal bêne qebûlkirin kurd dê dev ji lêgerînên cihê berdin.
- Dibêjin dê çawa perwerdehî bi kurdî be? Ez bibêjim: Li cihên ku kurd lê zêde ne divê perwerdehî bi kurdî be û sê çar saetan perwerdehî bi tirkî jî çêbe. Li cihên din kîjan gel zêde be, rewşe wisa be.
Turk: Hûn nikarin dengê kurdan bibirin
Notên ji axaftina Hevseroka DTP'ê Emine Ayna:
- Ez ji vir bibêjim: Hûn dikarin partiya kurdan bigrin, heta me hemûyan jî bigrin û bavêjin girtîgehan. Lê rastiyek mezin heye ku hûn nikarin dengê kurdan tu carî bibirin
- DTP'ê wekî rêbazeke demokratîk çareseriya pirgsirêkan di riya siyasetê de dibîne. Me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên civakê mîsyon û rolekî mezin ji xwe re diyar kirine.
- Ligel hemû kêmasiyên me û astengiyên dewletê, di 22'yê tîrmehê de me komek ava kir û di meclisê de cih girt. Daketina me ya meclisê piştî ku DEP'î di sala 1994'an de ji meclisê hatin avêtin, di navbera 13-14 salên derbasbûyî de ji bo temsîlkirina kurdan a di meclisê de jî pêvajoyeke dîrokî bû.
- Ger ku hûn ji bo kurdan pêşiya rêyên siyasetê bigrin, dê gelê me ji xwe re rêyên alternatîf veke. Kurd ji bo rûmeta xwe û pêşeroja xwe ya azad hemû bedêl dane û ji îro pê de jî bi biryar e ku hemû bedêlan bide. Ji ber ku gelê me rûmeta xwe ji jiyana xwe girîngtir dibîne.
- Krîz ji ber pirsgirêkên îdarî yên Tirkiyeyê pêk tê. Komar 85 salên ewil li ser red û înkarê hatiye avakirin li hemberê daxwazên demokrasî û azadiya civakê zêdetir nikare liberxwe bide û dixitime. Dema ku dixitime, krîz û pevçûn derdikevin holê.
- Divê dewleta Tirkiyeyê, kurdan bi ziman û çanda wan wekî dewlemendiyek bihesibîne. Ger vê yekê neke, wê demê rûmeta wê jî namîne. Her wiha ev pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêka çerkezan, tirkan û hemû gelên li Tirkiyeyê ye.
Her wiha piştî ku Turk hat hilbijartin ji bo sipasî derket ser dikê û got: "Em partiyeke mîsyonê ya dozekê ne. Em ê ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê bi gelê tirk re meşa xwe bidomînin. Eger berjewendiyên gelê me şahîntiyê li ser me ferz bike em hemû şahîn in, eger kevokiyê ferz bike em tev kevok in."
Beşdariya Şaredarên ji Partiyên din
Ji xwe di nûçeya Diyarnameyê de jî we dît, hin şaredar û endamên meclisên şaredariyê yên ji partiyên din îstîfa kirin beşdarî DTP'ê bûn, bi merasimekê rozetên DTP'ê bi bersitûka wan ve kirin. Divê mirov bibêje ku vê yekê gelek kêfa beşdaran anî, çepikên ji bo wan ranewestiyan.
Ev xal gelek balkêş bû.
Di serî de pêşniyar hate kirin ku ji bo wan merasimeke li kongreyê bê lidarxistin û ev pêşniyar pêşkêşî delegeyan hate kirin. Delegeyan piştî ku xal erê kir, ev xal jî wekî xaleke ji rojeva kongreyê ket nava rojevê û merasim li dar ket. Dema Berpirsê Ji Şaredariyan Bayram Altun û Serokê DTP'ê Ahmet Turk rozeta şaredarên nû yên DTP'yî li wan kir, coşa gel li salonê hilnehat. Û pêre jî mebûsê serbixwe yê Culemêrgê Hamit Geylanî vexwendin ser dikê û Emîne Ayna jî rozeta DTP'ê bi bersitûka wî ve kir, hemûyan bi hev re silav li gel kir, salon ji çepik, durişm û fîkînan hejiya.
Bi beşdariya Geylanî ya ji bo DTP'ê de hejmara Koma Meclisê ya DTP'ê bû 21.
Belê notên min ev bûn. Bêşik diruşman ji bo Ocalan hatin avêtin, diruşmên wekî "Birêz Ocalan", "Em naxwazin sebra me teng bibe", "Zordarî nikare bi me", "Şehîd Namirin" jî rengê din ê kongreyê bû.
Bi hilbijartinê re DTP'ê kongreyeke xwe ya din jî temam kir. Niha yek dê doza ku der barê DTP'ê de hatiye vekirin rojeva wan diyar bike. Xala din jî meseleya Partiya Bane ku bi tirkî jêre dibêjin "Çati Partisi"...
Ev her du dê rojeva DTP'ê diyar bikin, lê tişteke din ku min duh dît ji rêveber bigire heta endamên DTP'ê hemû jê haydar bûn ku li pêş wan hilbijartineke girîng heye; Hilbijartina herêmî. Û gotina Ayna jî ev yek temam dikir: "Asta dengên me niha bûye du qatî. Emê vê bayê ji dest nerevînin. Di vê hilbijartinê de emê her kesî şaşwaz bikin."
Di nav beşdaran de ji her temenî mirov hebûn. Xaloyê rîspî, dayikên temen bi ser hefteyî re, ciwanên nû gihîştî...
Min ev not girtin di kongreya DTP'ê de. Mirov dikare bibêje serê her gotinê kurd bû. Bi hêviya ku di her warî de ev yek pêşî li kurdan veke.


