Beriya çend rojan pirtûka Cîhan Roj ‘MeÅŸa moriyan’ ket destê min. Cîhan Roj nivîskarekî ku di salên 1990’î de li Kurdistanê mamostetî kiriye. Ne tiÅŸtekî hêsan e ku mirov wan salan li Heskîfê û Mêrdînê mamoste be û bi hestên kurdewarî û hezkirina zimanê kurdî bijî. Û dû re mirov wê jiyana di nava ÅŸer û pevçûnê de bijî û bi wan hestên tevlihev koçî metrepoleke tirkan bike. Tu car ew hestên wan salan ji bîra mirov naçe ez bawer im.
Nivîskar Cîhan roj jî bi wan hesatan û wê hesretê mirov dixe nava çîrokên ÅŸer. Lehengê romana xwe Mîralî bi mirov re dike heval û kolan bi kolan mirov li bajarê Heskîfê digerîne. Bûyerên ku wê demê diqewimin yek bi yek wekî çend heb çîrokên li pey hev bi mirov dide jiyandin. Turîst Alîta tê û demekê ji bo Heskîfê dikeve tevgerê û bi mirov re digere. Demekê wekî gelek çîrokên defîneçiyan bi peykerekî re dîroka Heskîfê bi mirov dide xuya kirin. Bi ÅŸikeft û gera serê Keleha Heskîfê mistikiya bajêr radixe ber çavan. Di jiyana Cerdevanekî de qirêjiya ÅŸer, poÅŸmanî û kuÅŸtinên nelirê, yên faîl nediyar bi bîra mirov tîne, di jiyana Semîrayê de qirêjiya Feodaliyê, zilma mêrê bilind(!) û pepûkiya qîzekê pepûkiya jinên kurd ya ducaro hejar bi mirov dide fêmkirin.
Carinan dibe mihrîcan û bi ÅŸev li serê girên Heskîfê û li nava bajêr bi meÅŸaleyan mirov dimeÅŸe û dikeve ÅŸahiyên oriyental. Carinan mirov dihere li ber bircên keleha Amedê, xebatê ji bo xerabûna kelehê dike û li nava kolanên bajêr yên berê de bi jiyana kambax ya qahpikan dihese. Jiyan li wir wekî meÅŸa moriyan dimeÅŸe di zemanê romanê de li Heskîfê.
Bi evînên nîvcomayî û eÅŸkerekirina wan evînên parçe parçe li ser erdên parçebûyî bi dilekî hênik bayê Kurdistan yê demekê li bedena mirov direÅŸîne Cîhan ROJ.
Tevlî hinek kêmasiyên teknîkî ku ew dê bibin mijara nivîsarek din, ev roman dê Heskîfê bi mirov ÅŸêrîn bike.
***
Nivîsa eleqedar: