Şîrketên li herêmê bi her awayî zordariyê datînin ser gel. Ne çareserî, pirsgirêkan ji bo gel derdixin. Dema tu dipirsî jî bersiv tune ye. Xwe dixin cihê dadgehê. Ceza dibirin. Neheqiyeke gelek mezin li holê heye. Ev şîrket û xebatkarên wan bi tiştên dikin bandoreke gelek neyînî li gel û li aboriya gel dikin.
Gel bêçare ma ye, bandoreke tirsnak li gel ferz kirine û mahkûmî xwe kirine. Kes û şîrketên ku bi tevahî wiha derdikevin pêşberî gel hem dad in û hem dageh in, hem dadwer in û hem dadger in û gel jî mahkûm in. Çi derê pêşiya wan, ew e. Tu rê û çareyan nabînin. Bi gotinekê; “tu mecbûrî baca xwe bidî, tu mecbûrî cezayê ku li te hatiye birîn bidî, tu vana nekî ew ê cezayekî hîn girantir li te ferz bibe!” Gel û kes di bin barekî wiha giran de dihêlin.
Em werin ser meseleyê; fatureya min ya xeta telefonê vê mehê ji ber zêdebûna bacê zêde hatiye. Ya Înternetê her wiha zêde hatiye. Elektîrîk ji %38 zêde bûye. Av heman tişt. Û ya herî girin, gaza xwezayî, li Amedê Diyar AŞ bi tiştekî nedîtî ve derket pêşiya min. Ji 2014’an ve di avahiyekê de rûdinim. Roja ku tê de rûniştim, tevahî aboneyan min anî ser navê xwe. Her meh tişta ku bi fatûreyê dertê pêşiya min ez didim. Li gorî pîvanê xwe her meh ev şîrket tên seatên ku li ser kesan mîna abone qeydkirîne qontrol dikin. Komên taybet ji bo qaçaxê jî derdikevin qontrolê. Li gorî wan bêrêziyekê bibînin, li cem xwediyê aboneyê bi hev re van xeletî an qisûran diyar dikin û paşê cezayek lê tê birîn. Rast e, pîvan ev e. Lê ka kesê ku vê pîvanê pêk bîne?
Di meha avrêlê de Diyar AŞ kete avahiya me û seatên avahiyê tev guherîn. Li ber çavê min ya min jî guherî. Sedem jî, wekî rûtîn ji deh salan carekê tevan diguherin. Min normal dît. Dema ku seata me guhertin, yeka nû li dewsa wê danîn. Gotin “tu pirsgirêk nîn e” û gaza xwezayî mîna berê min bi kar anî. Fatureya meha Gulanê hat, ya Pûşperê jî hat û çi hat pêşiya min, min ew da. Her tişt xweş dimeşiya heta duh. Peyamek ji min re hat ku ceza li min birîne. Ez nesekinîm û çûm Diyar AŞ’yê, sedem pirsî. Gotin: “Di seata te de qûl an jî qûlbûn heye. Li karxaneyê ev derketiye holê. Ji ber vê 7 hezar û nîv aliyekî, 14 hezar û nîv li aliyekî, bi tevahî 21 hezar 775 TL ceza li te birîne. Ji ber ku di wexta xwe de ku 20’ê pûşberê roja dawîn e, te deynê xwe nedaye, ji wê rojê heta îro 500 TL faîz hatiye ser. Ya din jî heqê girtin û vekirinê jî heye û bi tevahî tu 23 hezar û 50 TL’yî tu niha deyndarî. Heger îro heta sibê tu nedî, ew ê gaza te bê birîn û roj bi roj faîz li ser bişoxile.” Ew qas. Min pirsî û cardin dipirsim;
*Gava ku seat li cem min vekir û guhert, çima berpirsiyar ji min re negot qisûra te ev e?
*Ev du meh li ser derbas dibe û fatûreyên min normal tên, çima heta do we min agahdar nekiriye û fatûre ji min re neşandine?
*Di hûndirê deh rojan de ku we min agahdar nekiriye, ev faîz ji ku derket?
*Ev heqê girtin û vekirinê ji ku derket. We kengî hat girt û kengî vekir?
*Ez bi xwe bawer im min wanî nekiriye, çi malûm e ku we nekiriye?
*Bi ser van tundiyan hûn gefan dixwin û dibên “heta sibê nedî!..”?
Bersiva pirsên min nedan û rêya dadgehê nîşanî min dan. Biryar ji berê ve hatiye girtin û encam diyar e. Serî li ku bidim jî dê bi salan bidome û vê mexdûriyeta min wê bi faîza roj bi roj zêdetir bibe. Ji xwe encam diyar bûye çûye.
Ji ber vê yekê, li hemberî van pirsgirêkan ku ji nava gel, ji hezaran yek jê ez im. Helwestek çawa mirov dikare pêşiyê bigire, hêjayî nîqaşê ye lê tiştekî diyarkirî jî tune ku ji nava gel bêhn bê stendin. Berî her tiştî divê ev mekanîzmaya kontrolkirin û cezakirinê bi awayekî pêşî bê girtin û ji bo pêşîgirtina van polîtîkayên bi bandor ku neyênî xwe dide der, bê sekinandin. Di vê sîstemê de ji ber ku şefafbûn û dadperwerbûn tune, rêgezek ku mirov xwe pê bigire nîn e.
Di encamê de, têkoşîneke hevpar gereke bê ava kirin li dijî van helwdanan. Gerek serî li hember van şîrketan bê rakirin û li welat ku bi rihetî nikaribe bêhnê bide û bistîne. Bi cezakirina van helwdanên bêbingeh, wê aboriya gel heta ku biajo? Ji aboriyê wêdetir berpirsiyariyeke exlaqî û civakî wê çawa peyda bibe? Ji bo refah û ewlekariya giştî ya civakê pêwîst e ku ev şîrket û kesên ku di vî warî de berpirsiyar in, li ber edaleta gel bên darizandin. An na herkesê wê bi benê xwe ve bêne daliqandin û ez bi xêr û tu bi silamet!
Tenê bi vî awayî mirov nikare pêşî li van mexdûriyetan bigire û hesta edaletê ya gel di nava civakê de xurt bike…