Ji bo guhdarîkirinê:
Hûn dikarin van gotinan, wekî “li hev (par)vekirin” û “ji hev vekirin” bixwînin.
Em niha, di zemanekî welê ketine, sertapê şerê lêkvekirin û jêkvekirinê tê kirin. Li jêr û li jor; çi ev şerê di nava hêzên major û mînor ên hegemonyaya astê cîhanî be, çi jî ev şerê “desthilatên hûr û gir” ên navmala civakî be, heta çi jî ev şerê takeyî yê xwemalî û xwecihî yê ‘kesî’ be.
Şer şer e, çi hûr çi gir, çi jêr çi jor ferq nake. Çimkî di encamê de “kîn” desthilat e, “çarsorî” li serê govendê ye û “malkambaxî” li pesarên heyatê diçêre. Û tirs serdest e.
Carina te dî, tu radibî ji bo romana xwe ya nû li mijarekê digerî, ji bo mijarê li temayekê, ji temayê jî pêjnekê dipê… Hasil tê mûsilê û dîtina te dît, qelema te baskên xwe vekirine û daye çargavî, meydan kiriye toz û xepar. Mijar di destê te de bûye gêrebêl, tema raçandiye û pêjn ji mûj ve bûye nanekî pahtî û pijiyaye jî. Erê lê, tu dibînî ku qet hewce nake tu dûr herî, mijar hema her li nav kiloxkê serê te de ye û şerê te yê bi xwe re, carina siya xwe dixe ser her tiştî û tu tê de asê dibî.
Em bi dest ê pêg bi çend tiştan ve asê ne?
Şerê me yê navxweyî berî her tiştî lêkvekirinek e ku ji çendî çendê para wê hildin ser xwe û ji çendî çendî li derdora xwe belav bikin. Mirov, di warê lêkvekirinê de heta bêjî destgirtî û timah e. Ji qewlê yêd me ve, “gunehên xwe jî nade!”
Jêkvekirin, di nava me de şaxê herî zirav e û bi pifa bayekî sist re çîreçîr pê dikeve, ha dişikê ha şikest!
Em, di vî şerê bi xwe re, berî her tiştî wijdana xwe ji xwe vedikin û di para jêkvekirinê de em berî her tiştê xwe “terka wijdana xwe dikin.”
Ku ew wijdan, dengê Xwedê yê hundirê me ye û ku me xwe û ew jêkve kirin, êdî çavê me yê hundir tarî dibe û em “bi çavtarîkî” dikevin nav şerê xwe yê xwebixwetiyê ku di şerekî wijdandiryayî de êdî ne exlaq dimîne ne jî hezkirin û rehm.
Rast e ku me çavên xwe di nav dinyayeke lêkvekirî de vekir û cihê daxê ye ku di vê dinyaya lêkvekirî de em ji zû de jêkvekirî bûn, bi rih û giyan, bi dil û wijdan. Êdî ligel şerê me yê derve, me şerekî nû hebû, ku ev şer di nava me bi xwe de diqewimî û di vî şerî de em di navbera wijdan û aqil, rastî û berjewendî, dil û mejiyê xwe de parçe parçe dibûn û dil û mejiyê me jêkve dibû, aqil û wijdana me jêkve dibûn û em wekî aqarekî lêkvekirî di bin sol û pêlavên bêrehmiyê de pêpes dibûn.
Niha şerên nû di nava me de rû didin; aliyek me kurdê xas ê li ser kevnetora bav û kalan, aliyê me yê din kurdê nû yê nûxwaz ku dixwaze di nav malbata cîhanê de cihekî ji xwe re bibîne.
Ev şer, bi peyv û têgihan, bi nimayîş û rapêçanên me xwe dide der.
Em bi pihên û kulm dikevin ber singa hevdu û bi xwe re dicengin.
Aliyek me aştîxwaz û humanîstê li ser têjika kêtikekê jî digrî, aliyê din şûr û tîrên xwe disû û dixwaze dinya bibe kavil, dê weledê xwe bavêje.
Em, bi rih û giyan jêkvekirî ne mixabin, bi aqil û mejî lêkvekirî…


