Têgîna 'Kurd û Kurdbûn' di nav xwe de du wateyên rasteqîna civakî diparêzin. 'Kurd' têgina rasteqîna civaka kurd e ku di nav xwe de dîrok, çand û hwd. wateyên rasteqîna neteweyekî tîne ziman. 'Kurdbûn' jî bi têgîna kurd ve girêdayî girêdana nasnameyeke neteweyî, civakî ku di nav xwe de avabûna nasnameyeke kurd dihebîne. Ango li gorî van her du wateyan heke mirov kurd be ev tenê ne bes e ku mirov ji bo avabûna nasnameyeke neteweyî raweste. Hewce ye ku bo kurdbûnê mirov her tim di nav hewldana de be da ku mirov çandeke kurdbûnê bi xwe re zindî bike.
KURD JI KENGÊ VE BÛNE MIJARA DÎASPORAYÊ?
Wekî tê zanîn erdnîgariya ku kurd û kurdbûn li ser xuliqî û bûyî xwedî çand Kurdistan û Mezopotanya ye. Kurd xwedî dîrok û çandeke qedîm in. Le ez bawerim ji dîroka kevnar em bigirin heta roja me ya îro kes û komên kurdan ji axa xwe qut bûne û bûne koçber. A rast ev mijareke zanista civakî ye ku lêkolînên hêja li ser koçberiya kurdan werin kirin ku mirov bizane kurd ji kengî ve bûne mijara dîasporayê û herî zêde belavî ku bûne. Lê ya ku baÅŸ tê zanîn ew e ku kurd herî zêde di sedsala 20 û 21’ê de zêdetir ji warê xwe qut bûne û di diasporayê de dijîn. PiÅŸtî ku Kurdisatan di nav Tirkiye, Iraq, Îran û Suriye de dibe çar parçe û li ser kurdan polîtîkayên dijwar tên meÅŸandin kurd neçarî diasporayê dibin û belavî dinyayê dibin.
KURD WEKÎ KESÊN BÊWELAT TÊNE QEYDKIRIN
Dema mirov vê mijarê dikole mirov dibîne ku teybetî di van çend salên dawî de ji ber polîtîkayên xedar ku ji hêla dewleta Tirkiyeyê ve li ser kurdan tê meÅŸandin kurdên li Tirkiyeyê dijîn zêdetir neçarî penaberiyê dibin. PiÅŸtî ku ÅŸer li Sûriye rû da gelek kurd ji Sûriye jî derketin derveyî welat; her wiha ji ber polîtîkayên Îran û Iraqê jî kurd neçar dibin ji welat derdikevin. Her wiha di van salên dawî de ne tenê kurd; ereb, afqan, ûkraynî û tirk jî pêl bi pêl berbi Ewropa ve koç dikin. Lê belê di nav van komên ku wekî penaber derbasî Ewropa dibin de herî zêde kurd di nav zehmetiyan de dijîn bo ku li walatên Ewropa kurd tenê wekî bê welat tên qebûl kirin û qeyda kurdên penaber li ser welatên jê derketine hatiye nivîsîn. Mînak kurdên ku ji Tirkiye derketine li ser Tirkiye tên qeydkirin û wekî tirk tên dîtin. Ji bo ku kurd wekî kurd û kurdistanî nayên qeydkirin, bo vê çendê îro hêjmara kurdên li diasporayê jî nayê zanîn û mafê kurdan wekî kurd nayê dayîn û dîtin. Dema kurdê ku li welatekî Ewropa serlêdanê penaberiyê dike heke nebêje ez kurd im ew kes dê qet wekî kurd neyê dîtin û dê di nav saziyên Ewropayê de her tim wekî kesek din bê naskirin. Û Li piÅŸt vê mijarê saziyên ku li kurdan xwedî derbikevin jî ne di nav hewldanan de ne. Li ser hewldana takekesî maye ku li kurdbûna xwe xwedî derbikeve û li her saziyê bibêje ez kurd im.
LI EWROPAYÊ PIRSGIRÊKÊN KURDAN
Wisa difikirim ku di demên pêÅŸ de ev mijara kurdên penaber dê bibe mijarek giran û dê Ewropa hewl bide li ser vê mijiarê hin polîtîkayên nû yên neyînî li ser kurdan girê bide. Dema mirov li penaberiya kurdan a roja îro dinêre dîbîne ku kurdên ji welat derketine sedemên derketina wan dibin du kom. Komek ji ber sedemên siyasî, polîtîk neçar maye ku derkeve (hêjmara vê komê li gorî koma din kêmtir e) komek jî ji ber jiyaneke aramtir û aboriyeke baÅŸtir derdikevin. Berî niha ji salên 1980'î pêde kesên ji welat derdiketin û dibûn penaber zêdetirî xwe kesên ji ber sedemên polîtik bûn û kêm kes ji ber sedemên aboriyê derdiketin. Lê niha sedemên derketinên ku ji welat derdikevin bûye aborî û jiyaneke aramtir. Helbet li piÅŸt her sedemê, sedemeke siyasî heye û li Tirkiyeyê krîza aboriyê heye, lê ya ku tê dîtin gelek kesên ku derdiketine û niha li Ewropa bûne penaber girêdana wan a bi polîtîkbûne re tune û ji çanda xwe dûr tevdigerin. Her wiha gelek kurdên ku ev demek dirêj e li Ewropa ne êdî kurdî jî napeyîvin. BalkêÅŸiyek din jî ew e ku êdî gelek kesên ku tên bi malbatî tên û bi malbatî serlêdanê dikin. Berî niha ji ber sedemên siyasî wekî kes ji welat derdiketin û serlêdan dikirin. Lê niha bo ku sedemên wan ên siyasî tune ne êdî bi malbatî tên da ku mafê rûniÅŸtinê wergirin. Û ez vê jî bibêjim berî niha kurdên ku ji ber sedemên siyasî dihatin di serlêdanên xwe de mafê rûniÅŸtina polîtîk dixwestin û bi wê nasnameyê tevdigeriya û welatên Ewropa nasnama polîtik dida wan. Lê niha êdî ev hejmara standina nasnameya mafê polîtîk kêm bûye û zêdetir nasnama mafê mirovî tên dayîn. Ji wê çendê ye ku gelek kes êdî bi malbatên xwe tên serlêdanê dikin da ku nasnama mafê mirovî bistînin.
HEJMARA LI SWÎSREYÊ
Belê dema rewÅŸa diaspora kurdan ev be û bi vî awayî biçe gelo dê di demên pêÅŸ de rewÅŸa civaka kurd li welatên Ewropa çi be? Helbet hê ji niha de kes nizane dê di demên pêÅŸde polîtîka Ewropa li hember kurdên penaber bibe çi. Lê belê li gorî rewÅŸa ku kurdên niha dibin penaber û li gorî ku saziyeke kurdan rasterast bi kurdên penaber re eleqedar nabe, mirov lê binêre her roj hêjmara kurdên ku li diasporayê belav dibin zêde zêde dibe. Mînak li gorî daneyên Saziya Penaberiya Siwîsre (SEM)2 di heyva Tebaxê de herî zêde serlêdan ji Tirkiyeyê çêbûne û di wê heyvê de 777 kesên ji Tirkiye hatine, li Swîsre serlêdana penaberiyê kirine. Û li gorî lêkolînên min bi xwe ev hêjmar zêdetirî xwe kurd in û hin ji wan ji herema Botanê hatine. Ev komên hatine jî wekî malbat hatine serlêdan kirine!
Li gorî min mijarek balkêÅŸ e bo ku berî niha di miha gulana 2023’yan de welatên Ewropa (teybetî Almanya) bo mijara penaberan hin biryarên neyînî niqaÅŸ kirin û dê di sala 2024’an de derbasî meriyetê bikin.3 Heke em wekî kurd li diasporayê van penaberên di van çend salên dawî de hatine û yên tên di nav çandeke kurdperest de negirin û gavên polîtikayên pêwîst bo wan neyên avêtin, dê di salên pêÅŸ de civaka kurdan li Ewropa belavî pergala lîberal bibe û dê gelek hêlên neyînî jî bo kurdbûnê bi xwe re bîne!

Têbinî û çavkanî
1: Dîaspora; têgîneke îngilîziye û ji kes-komên ku xwedî war û welat in, lê bêle ji warê xwe qut bûyî û li cihek din dijîn re tê gotin. Di dîrokê de yek ji disaporaya herî mezin cihûyan jiyaye. Li ser vê mijara dîaspora Kurdan pirtûka; 'Kurdish Diaspora A Transnational Imagined Community' Nivîskar; Hamit Bozarslan, Cengiz GüneÅŸ û Veli Yadırgı. Ji hêla; Published online by Cambridge University Press: 13 April 2021 hatiye weÅŸandin.
2: https://www.sem.admin.ch/sem/de/home/sem/medien/mm.msg-id-97764.html
3: https://www.dw.com/tr/almanyadan-iltica-ba%C5%9Fvurular%C4%B1-s%C4%B1n%C4%B1rlarda-incelensin-plan%C4%B1/a-65541628