Mesele û daxwaza pêkanîna "Kongreya Neteweyî" ya kurdan bûye çîroka "Bendên Feyrûşe". Tu ji kî dipirsî, dibêje ku dermanê kurdan Kongreya Netewî ye.
Ne tenê xelkên ji rêzê, her wiha tu ji kîjan kesayetên siyasî û nûnerên partiyan jî pirsa ferzbûna Kongreya Neteweyî bikî, ew jî dê vê ferzbûnê ji erdê bigihînin erşê ezmên. Gel pêkanîna Kongreya Neteweyî dixwaze, rewşenbîr dixwazin, kesayetên siyasî dixwazin û partiyên ku erka wan e vê yekê pêk bînin ji xwe ji her kesî bêtir dixwazin...
Gelo sedem çi ye ku ev daxwaza ku wekî daxwaza her kesî tê bilêvkirin pêk nayê?
A rast bersiv digel kompleksbûna xwe gelekî zelal e; Kurdistan çar parçe ye. Her partiyeke mezin a kurd bi awayekî ji neçarî xwedî têkiliyên sar heta germ ê bi welatekî dagirker ê parçeyekî din ê Kurdistanê re ye.
Em bînin bîra xwe; Di sala 2013’yan de Mesûd Barzanî bi navê xwe, bi navê Abdullah Ocalan û bi navê Celal Talabanî hemû partiyên kurdan yên li her çar parçeyên Kurdistanê vexwend civîna Kongreya Neteweyî. Dûre di dîroka kurdan de cara yekem nûner û serokên partiyên her çar parçeyan di wê civînê û yên berdewamiya wê de cih girtin. Kelecanî bi xelkê ket û her kes li bendê bû xeyala bavê neteweperestiya kurd Ehmedê Xanî pêk were. Lê belê piştî demeke kurt ev xeyal roj bi roj têk çû û civînên Kongreya Netewî bê encam bi dawî hatin.
Civînên Kongreya Netewî yekem car bû bi vî rengî pêk dihatin. Sedemê vê beşdariya bi hêz û pirengî jî gelekî hêsan bû; Dewletên dagirkerên Kurdistanê bi awayekî vekirî piştgirî didan van civînan. Helbet Kongreyeke Neteweyî ya ku dagirkerên Kurdistanê piştgirî didan pêkanîna wê, pirsa gelo dê çi xêra vê Kongreyê bigihe kurdan bi xwe re diafirand. Mesele di dawiyê de li wir jî eliqî; Her dewleteke dagirkerê parçeyekî din ê Kurdistanê li gorî vê yekê hem hesabek ji xwe re dikir û hem jî gelek bendewarî pê ve girêdabûn. Mînak Tirkiye; Li gor wê dê bangewaziya bidawîanîna şer a PKK’ê ji vê Kongreyê derketibûya û bi vî awayî êdî şerê li Bakur ê bi pêşengiya vê partiya kurd dê biqediya.
Niha babeta pêkanîna Kongreya Neteweyî ji rojeva kurdan derketiye. DAIŞ’ê ku kurd di eniyên şer de gihandin hev jî nekarî careke din gavên pratîkî ji bo pêkanîna Kongreya Neteweyî di nava kurdan de bide şênkirin. Bi kurt û kurmancî; Rewşa dabeşkirina çarperçebûna Kurdistanê rê nade ku kurd Kongreya Neteweyî pêk bînin.
Dibe were pirsîn ka çi yê kurdan ji Afrîkaya Başûr û Filistînê kêm e ku wan karî kongreyên xwe yên neteweyî pêk anîn; Bersiva vê pirsê ji xwe li jor hatibû dayîn; Kurdistan çar parçe ye û partiyên kurdan bêyî erêkirina dagirkerê parçeyekî din ê Kurdistanê wê nikaribin vê miraza xwe pêk bînin.


