Temenê mirovan, bi ber bayê salan ve jî biçe, zarokatiya wan her timî bi wan re dijî. Hema kêliyekê çavên xwe bigirin, û zarokatiya xwe bînin ber çavan. Va ye min çavên xwe girt, de hûn jî çavên xwe bigirin:
- De Yadê, ka dîsa qal bike.
-Qala çi bikim?
- Qala telebeyan bike.
Zarokatiya me, bi hesreta dîtinek wan re mezin dibû. Çiqasî veşartîbûna, ew qasî meriv dixwest wan bibîne. Ev bîranîna pêşiyî ku hate bîra min bû, de haydê min biranînên we jî meraq kir. Diya min qala wan dikir û min lê guhdarî dikir. Paşê, ji malê derketibûm. Em zarok bûn, kaset vedişartin, lê me bîr nedibir bê çima vedişartin. Bi tenê me stranên ku mezinên me bi dizî digotin, ji ber digirkirin û bi dengekî bilind digotin. Yek, ji wan stranan; strana Koma Gulên Xerzan “Heval Kamûran bû” . "Heval Kamûran şehîdê kurdan. Şehîd namirin, dikevin dilan. Mezelê şehîdan li Nisêbînê..." Ji min werê ku di stranê de dibêje, "Hevalka Nûran." Gava mezin bûbûm, bi ser çîroka stranê vebibûm, wê çaxê hîn bûbûm Heval Kamûran, û hevalên wî kî ne. Zeman derbas dibû, careke din jî, di pirtûka Necat Baysal “Sînorên Bêderî” de rastî wê çîrokê hatibûm. Erê, zarokatî bîreke kûr e. Xwe bera kûrahiya wê bîrê didim. Dayika min dîsa qal dike:
- Min dayika wî li taziyekê de dîtibû û li ser kurikê xwe dûrik diavêtin. Qala bejna wî yî bilind dikir.
Ew Hogirê ku Xelîl Xemgîn li ser stran çekiribû diya min qala dayika wî dikir. Ew ji Binxetê bû; lê gora wî li Serxetê bû. Min ev meseleya han li Siwîsreyê, di doza serîlêdanê de jî gotibû: "Ez hê zarok bûm, li ser dika malê rûniştibûm. Cîpa leşkeriyî a ser vekirî, di ber mala me re derbas bûbû. Çar heb PKK’yî tê de bûn, min ew bi tena xwînê dîtin. Wan avêtin yek gorê. "
Min gotibû:
- Travmayên min pir hene, yek ji wan ev bû.
Ew mirovên mekanîk, ma wê travmaya min xema wan bûya? Çar xortên kurdan, li ber çavên gundiyan avêtibûn yek gorê. Hinekan digotin: "Malbatên wan bi dizî hatine wan birine; hinekan jî digotin: Na, ma li hember gora wan qereqol e, wê çawa malbatên wan bi dizî wan bibin. "
Zeman diçû û min ew bûyer meraq dikir. Ez ji zanîngehê vegeriyabûm malê û min dixwest li ser wê bûyerê lêkolînê bikim. Min pêşî, ji şivanekî pirsî bû. Ji min re qala bûyerê kiribû:
- Wan li ber çavên me avêtin heman gorê. Kesekî newêrîbû dengê xwe derxe. Bejna yekî ji wan hingî dirêj bû, lingê wî bi ser laşê wî ve şikenandin û ew jî avêtin heman gorê. Piçek ax avêtin bi ser wan ve, paşê kevir avêtin ser wan. Extiyarekî ku torinê wî li çiyê, li ser wan dixwend. Serbaz ew tehdît dikir, Xalê Hemo digot, “Ez keviran dihejmêrim." Bi rastî jî, her ku ez diçûm çolê, di ber wê gorê re diçûm. Hemû kevir bû. Min li çolê stran digotin, û min digot qey ezê rastî telebeyan werim. Ew travmaya min a zarokatiyê, ji dû min venaqete. Berî ku ji welêt derkevim, ez û xweha xwe li mala gundiyekî bûn. Wî berê gavantî dikir. Ew bûyera han dîsa hatibû qalkirin. Dîsa qala dayika Ş.Hogir kiribû. "Sibehekê, min dît ku deriyê me yê hewşê lê da. Min derî vekir ku jinikeke. Qala meseleyê kir, dayika Ş. Hogir bixwe bû. Dixwest, biçe ser gora wî. Min jê re got, “Rahêje tenekeyê, û bide dû min. Wê bêjin qey rêxê dide hev.” Da dû min, min garan li wir hişt. Garana çêlekan, ji wê û gora kurikê wê re bûbû star Ji ber garanê, qereqola gund ew nedidît. Erê, min gotibû zarokatî... Dîsa ber bi zarokatiya xwe ve çûm. Navê pismamekî min Zafer bû. Em zarok, ji mezinan hînî sloganekê bûbûn: “Kesk û sor, zer. Nîşana Zafer." Min nedizanî bê wateya Zafer çi ye ? Di bala min de qala pismamê min Zafer dikin. Erê! KESK Û SOR, ZER! Nîşana dayika Hogir. Nîşana govendên me, nîşana berxwedêrên me. KESK Û SOR, Zer tirsa kurmên darê.