- Lê lêêê, lo looo, taÅŸtêya te diÅŸînim/davêjim watsapê, way tu çewrimîçî yî, kula marê kor li wir bixw(în)e û di rewÅŸa xwe de parve bike, temam belqitiyê-a sanalîst, înternetperest?!
- Çendê hanê bavê min di telefonê de go merivekî me tim pirsa te dike û van rojan nexweÅŸ e, qene here pirsa wî bike. Dora rojê lê geriyam û min di telefonê de ji hevalê bavê xwe an kurê meta qîza pismamê wî re go "xalo gêçmîÅŸ bê" hema di wê gavê de di hiÅŸê min de sehneyek peyda bû; Sêmî Tên bi 7 heb pirtûkên Hînker li nava serê min xist û min her dît di nav nivînên nexweÅŸxaneyê de me û bi Burkina Fasoyî (navê paytexta wê Ouagadougou ye) diaxivim.
De îca ka li ecêbê sosretê; merivê me an hevalê bavê min go; qîza miiin, tu çima qe nayê mala meee, welleh em û mala bavê te wekî malekê bûn, kalê te dihat 15 rojan li mala me dima, em tim dihatin mala bavê te. Tu çima wisa xerîbiya dikî?
- Bi diya xwe re di telefonê de 17 deqe diaxivîm. 2 deqe pirsa min dike, 8 deqe behsa nexweÅŸînên xwe dike û 7 deqe jî gilî, gazin, gustîr û bazina dike; qîza min ka tu çûyî ba mala kurê xaltiya min? Her roja Xwedê li te dipirsin, mereqa te dikin. Yanê tu heftê rojekê herî ba wan bimînî ew ê qiyamet rabe?! Ku merivê bavê te bin tu bazdanka diçî, lê ê min, hirç in, hov in, ew ê te bixwin loma tu naçî, erê temam haa, neçe qîza bavê xwe neçe! tenê ÅŸeÅŸ xalên te hene. Qet nebe her roj telefonî yekî xwe bike lê lê bêesl û feslê.
- Rojekê di youtubê de li klîbekê stranbêjê navdar Sting temaÅŸe dikim. Carnan ÅŸiroveyê binê klîban jî dixwînim. TiÅŸtên sosret, xweÅŸ, reÅŸ, geÅŸ, bêwate, enstantane û di her rengî de hene tê de. Navê klîbê Englishman in New York (Zilamekî îngilîz li New Yorkê) e. Li binê klîbê yekî tirk jî gotiye “I m a Turkish man in banana republic” (ez Tirkek im li komara mûz). Gelek kesan destek dane vî zilamî. De weree destek nedê. Yanê meriv ew qas xweÅŸ xwe pênase dike, ew qas bi xwe dizane, helal be ji te re. Ji bo kesên ku nizanin “komara mûz” çi ye; ji bo dewletên di her warî de bêîstîkrar in tê gotin. An jî dîroka ticareta mûza di xaltiya gogilê de bixwînin û mijarê bi berfirehî hîn bibin. Me qey ez gogil im gidiyano!
- Wan rojan min erebeya xwe bir cem temîrcî. Mala wî ava be, wisa bi wijdan bû wisa ku nayê gotin. Neynika raçaviyê (dikiz) ÅŸikestibû, zilam go divê motor, qaporta û tekerê wê biguherin. Xwedê wan ji ser serê me kêm neke an jî fetara xwe bi mazotê vekin îÅŸellah-ul trafîk!!
- Gulê neçe neçe neçee, em kovareke nû çap bikin/derxînin bi hev re (silav li Popkurd, Ziryab). Bila kovareke min û te jî hebe (pirtûka helbesta ya Omer Dilsoz, Bila Gotineke Min û Te jî Hebe).
- Ku jin bixwazin dikarin dinyayê bi dest bixin lê ew danûstendinê tercîh dikin. Ku mêr bixwazin dikarin dinyayê bi dest bixin, ayy, ka bisekinin yaaa, jıxwe dinya di destê wan de ye malnemîratt!
Wekî dawî ez ê ji we re hin pêÅŸniyariyan bikim
9 tiÅŸt meriv ji stresê dikujin;
1-bêdewletî
2-jinbûn
3-quretî
4-tirsa çûyîna kela ÅŸîr
5-pitepita mirovan
6-terikandina ÅŸekir
7-timatî
8-tozpaqijî
9-mêrên qeÅŸmerên qaÅŸo xweÅŸmêr
Jina Ku Dixwaze Jubîleya Jinbûnê Bike