Ji bo guhdarîkirinê:
Ez welatekî bêpaytext
Amed paytexteke bêwelat
Duşem – Min çenteyê dilê xwe tijî germahiya welatê sar kiriye û wekî qaçaxekî bêpasaport li deriyê dilê Amedê didim. Amed aîdî min e, ez ne aîdî Amedê me. Pasaporta min a tune nahêle Amed min aîdî xwe bihesibîne.
Ez welatekî bêpaytext
Amed paytexteke bêwelat.
Ez di çentê xwe de û çenteyê min li pişta min. Xwe bixwe dikenim. Diziya vê hevokê min dike dizekî ji sînorên zimên wê de û hemû nobedarên dinyaya zimên bi bultena sor li min digerin. Ne ew min di hundirê çenteyê min de zeft dikin, ne ez dibêjim, xwediya vê hevokê bi lêvên xwe ev hevok mohr kiriye û ez kirime xwediyê pasaporteke kesk li gerdûna zimanê xwe.
Çenteyê xwe ji pişta xwe daxim û li ber lingê Derê Çiyê vekim, çiyayên bi berf wê ji çente derên, sînga xwe bikin palpişt ji Amedê re û şînbûna deryayê wê ji gewdê wê yê nazik re bibe pêçekeke germ.
Dengê qelebalixiya zimanê tirkî xerîbiya min testîq dike li van sikakên reş û tilîkên min li ser zincîra çente dibin berfeke biyan a çiyayên xwe winda kiriye.
Ax, ka çiyayên min, Tamara? Ax, Tamarên min ên aşiq di kîjan deryayê de bûne masiyên tî?
Berf di nebûna çiyayan de ji serma diricife.
Çiya pîne ne li welatê (bi dinyaya çente ve) zincîrkirî.
Kurdî cinawireke birçî ye.
Dibêjim, Bise ez zincîra te vekim!
Cinawir dibêje, Heke tu zincîra min vekî ez ê tilîkên te û pasaporta te ya kesk bixwim, lê tu venekî ez ê xwe bi te bidim xwarin.
Zincîrê venakim, dibim cinawir.
Cinawirên di çîrokên dêya min de bera ser pişta min dan, hatim Amedê. Cinawirên Amedê bera ser pişta min dan, hatim Fûara Kitêban.
Li devê derê fûarê, polîs ji kitêbhezan zêdetir in.
Li hundirê fûarê, nivîskar ji kitêban zêdetir in.
Kitêb, dûrbûneke ji dil nêzîktir.
Nivîskar, nêzîkbûneke ji vîzeyan dûrtir.


