Dibêm qey car û bar divê mirov bîr û boçûna xwe der barê jiyanê de; ji xwendinên xwe bigire heta kawdanên aktuel, ji jiyana rojane bigire heta pirs û gelşeyên gerdûnî bibêje. Divê gotinek mirov ser ‘jiyanê’ hebe, çi baş çi nebaş lê divê mirov carina bikaribe bibe şahidê dema xwe û li ser kawdanan gotinek xwe hebe.
Mîna her kesî mirovî jî di kujiyek jiyanê de divê ‘xemek’ xwe hebe û pê re pê re li dora wê tê û digere. Jiyan helbet jibo her kesî heman derfet û çavkaniyan berceste nake lê her kes bi qasî xwe, di kujiyekî de bi jiyanê re mijûl e û miheqeq gotinek xwe ser jiyanê heye.
Ez li xwe dimînim heyirî ku çima ev demeke dirêj e destê min naçe darê peyvê û li ser kawdanên dinyaya me ya biçûk, kolana me ya edebî, çi gotinan bikim! Ma ne hergîz hin tişt hene tên û li xilêf û şaneya hişê min diqelibin û mozqirkên ruhê min pê har û tar dibin.
Hin dem hene jiyan ji ta bi derziyê quzilqurt e û ji her milî ve talî û reşbînî mîna pirtê ewrekî reştarî bi ser jîngeha mirovî de xwe xul dike; helbet divê mirov carina jî guhê xwe nede tahliyan û ruhê xwe ji bin xirbeyan derbixe. Helbet ji bo vê jî jîrayî û wêrayî lazim e ku ev mixabin di her mirovî de zû bi zû peyda nabin.
Her mirov şahidê dema xwe ye; bi xêr û gunehên xwe ve di nav kawdanê de ye. Tu çiqasî xwe ker û kor û lal bikî jî pêjna hundirê te mîna mozqirtkê te diazirîne û lepûçkên xwe di hiş û jêrhişa xwe dialîne.
Gelek caran fikirên berevajîkî li min çêdibin: Ez bim şûna xelkê ez ê di xwendina xwe ya bo ber û berhemên me de li çi bigerim?
Bêguman ew ê binerin qene bi qasî serê derziyê tiştekî xweser yê xwemalî me tê de hebe. Teqlîda herî serkeftî jî ber çavên xudanê wê qasî sere kixsekê qîmeta xwe heye. Ez ê çi bikim ji çaroxa heft dest guhartî!
Yanî bo serkeftina huner û edebiyatê dawerivandineka xweser; tiştekî ji nava malê yê ku reng û dengê te bide pêş toyê ser mastî ye.
Çavê me li der e; em li benda peyitandina xelkê ne. Heta ew me nebînin û payekî gorî rêgezên xwe ji me re destnîşan nekin, em di qewara xwe de mixabin çavtarî ne û dengê xwe nabihîzin.
Berê li taxa me giyayê hewşê tahl bû, niha kulîlkên li balkonan tahl jî nîn in ji binî ve şar û şor in, kelê ne û ji xwe ji mêj ve em ji ser dezgehên bazaran pincaran jî nakirin û me dest ji giyaçêrînê berdaye. Her tiştê me yê bi GEDO, dinizile nav peyvên me û peyvên şayik ên bêruh di ser kaxizên pirtûkên me diqerisin.
Di vê bêhntengiyê de ku em ji her tiştî bêzar bûne; belkî ji her tiştî bêhtir ji xwe bêzar bûne belkî peyvên me bikaribin me bigihînin hev û bêhna me bînin ber me. Nizanim. Hukmê peyvê çiqas e an jî ma hukmekî wê maye, wê jî nizanim lê her çi be jî ez dibêm qey divê em gotina xwe bikin.
Ji gotina xwe peyvên xurt lê bikin û jiyanê hembêz bikin.
**
Ji bo yên bixwazin guhdarî jî bikin:
Ji bo yên bixwazin guhdarî jî bikin: