Di vê dema pandemiyê de gelek kes li doraliyê min qala teoriyên komployê, xilxiliya pergela dinayê, tirsa kesên ji guherînê û bêdomiya zuriyata mirovan, lêgerîn û lekolînên derzî û çareya virûsê, teknolijiya robotan, lêgerina cihekî jiyana bar a di gerdûnê û hwd dikin. Di tengasiyekê de bêçarê ne. Bûyeran, li ser û bin bar dikin, ji her hêlê ve diperçivînin û mezin dikin.
Ez jî di van rojên pandemiya kovîdê ya mirovatî li seranserê dinayê pê ve di têkoşînê de ye, xwe di tengasiyeke bê çare de hist nekim… Pirtûkan dixwînim ên bi salan in li benda xwendina min in. A dawî min pirtûka “Gilgamêş û Çend Mythosên Din” a ji hêla Kawa Nemir ji îngilîzî hatiye wergerandin xwend û ketim nav ramanên hûr û kûr, pêda çûm.
***
Berî wextekê min Avesta xwendibû û di wê pitûka pîroz de efsaneya Yimaya tofan bala min kişandibû. Min jî ev efsane ji xwe re wergarandibû kurdî. Ew werger hat bîra min. Di lênûsên kevin de li wê wergerê geriyam, min dît. Bi rastî ev yên lê dinivisim “lênûs” in, carnan rûpelek carnan quncikê rûpelekê, çi di bin destê min de ye lê dinivîsim, diavêm çavikekê, ji bîra min diçe. Min efsaneya Yima dît û carek dinxwend. Ev efsane bi min gelek rasteqîn hatibû. Di ciyê valahiyê rûpêlên wergerê de min notên kurt ên jêr nivîsandibûn.
“Berê bûyer diqewime û di hêşa hin kesên civatê de tê parzandin.”
“Ev bûyer ger bê nivîsandinê dê bibe bûyereke dîrokî, filan salê bûyarek wiha qewimî, ev dîrok e, belge ye. Tê şîrovêkirin lê nayê guhertin…Lê bûyer ku neyê nivîsandin, dê bibe bûyereke navaroka vê gotinekê ya devkî. Ve gotinên devkî di xwezaya xwe de her ku kesekî ji kesekî din re vebêje bûyera navarokê dê biguhere.”
“Ev vegotin, çîrok her çiqes ji nifşekî derbasî nifşekî din bibe wê bibe vegotineke din. Êdî ew efsane ye. Ji rastiya bûyera destpêkê gelek dûr e. Bûyera destpêke ya bi rastî qewimî di binyeta vegotina efsaneyê de ye, lê belkî leheng lê barkirin, ji dem û warê bûyarê dûrxistin, şikl û şemala bûyarê guharîn û hestên civakê lê barkirin û hwd. Ev vegotina efsaneyî êdî tiştekî din vedibêje.”
***
Mîtolojiya tofan di nav gelek çandên gelan de cî digire, lê ev neyê wê wateyê ku hemû mîtolojî ji heman çavkaniyê, heman bûyarê derketine. Ya eşkere tofanên di efsaneyên Ût-napîştimêya Gilgamêş û a Yimaya Aveste û ya Nuh a di olên Îbrahimî de li heman erdnigariyê belkî di heman zeman û heman bûyarê de çêbûne.
Ji van efsaneyan ya herî nêzikî bûyereke rastêqîn a Yîmaye. “Ahura Mazda ji Yima re weha got: “Ho, Yimayê durist kurê Vîvanghat! Zivistanên bêyomî serdinê ya madî de tên xarê ku ew anagir û xisarên wahş û xedar bînin; zivistanên biyomî serdinê ya madî de tên xarê ku ev dê bi lepelepe berf bibarînin…”* Ev tofan bûyereke xwezayî ye. Di berdewamiyê de Ahura Mazda wiha xeber dide: “… Ho, Yima piştî berf hêliya di serdinê ciyekî bo simamihekêyên emîne.”* Ahura Mazda Yima hişyar dike, rê û rêbaz nîşan dide ku mirov û jîndaran ji vê tofanê bifiltîne. “Ji bo vê her yek kevî bi dirêjiya bazdana hespekî (du hathra e, du hathraqes 3200 metro ye) meydanekê çargoşe ava bike…”* Li vir jî em dibînin Ahura Mazda ji Yîma daxwaza çêkirina perestgehek dike. Keştînine parestgeh…
Lê di destana Gilgamêş de tofan a kuçe bûyî Ût-napîştimê ji Gilgamêş re wiha vedibêje: “…/ Şûrûppakbajarek e, ku tu bi xwe jînas dikî. / Li ser qeraxa Ferêt hatiye avakirin. / Ew bajar berê kevin bû, / dema ku xwedayên di hundirêwê de / Biryar girtin ku xwedayên mezin divê lehiyekê lê rakin…”** Di vê vegotina Ût-napîştimê em dibînin tofan “li ser qeraxa Ferêt” li bajarê Şûrûppak diqewime.
Bi dîtina min ev her du tofan berdewamiya hev in. Dema berf û qeşayên li çiyayan heliyan, li qiraxa Ferêt bû lehî. Ez ji xwe re teorîyekê çêkim: Dibe ku ev tofan di dawiya Serdema Qeşayiyê de çêbûyî be. Serdemeke her der, çiya û deşt bi metroyan di bin berf û qeşayê de ne. Dawiya vê serdemê hewa germ dibe. Bi xwezayî, ava berf û qeşayê ya dihele lehiyan radike, çi bi berdiket dadiqurtand. Dibeje jor di nav çiyan de tofana Yîma û li jêr di deştê de qeraxa Ferêt a Ût-napîştimê çêbûyî be… Di bin hêşê mirovan de, nifşan ji nifşan re vegotibe. Heta dema Avesta û Gilgamêş ev vegotin hatibûyî bin. Cihûyan jî ev vegotin girtibin di nav pirtûka xwe ya pîroz de bi awayekî din, surreal bi cî kirine bi sernavê efsaneya Nuh.
***
Kal û pirên me dema bûyerên nexweş ên êş didin û mirov di tengasiyeke bêçare de dihiştin digotin “ev çi tofan e?” Zanim tofan bi baranê bi şêlav û lehiyê eleqedar e lê di zimanê me de têgiheke din e. Ew tê wateya bûyerên neyînî yên jiyana mirovan ser û bin dikin.
Em di demeke wiha re derbas dibin ku yên doralî min hemû dibêjin “ev çi tofan e…” ya ku hatiye serê me.
*Avesta, Weşanên Avesta
**Gilgamêş û çend mythosên din, Weşanên Jiyana Rewşenê