Wêneyê roja duyem:
Li gorî gotinên Heseno, yê dirêj yanî Sedato li orta sûka navçeyê wekî zavayê sê rojî tena tena, qure qure destê xwe li ba dike û diçe û tê.
Wî Wehaboyê fêlgenî barê kerê reviyayî jî xist stûyê min!
Ma nizane ku polîs min bigirin pirsa wan a ewil dê ev be: Ka hevalê te yê dirêj?
Difikirim û ji xwe re dibêjim, heq e niha di ser kerb û bahca vî Wehabo re çend mirovên dirêj hebin li vê navçeyê bikim ku tevan bidin ser hev û îfadeyê li wî jî bidim, bibêjim Wehabo û biraziyê xwe ev belavok anîne, bi zor xistine stûyê min!
Ê ne…ê ne ku qama wî ya qutik û qûna wî ya nêzî erdê tê ber çavê min, ew e ku mîna petrîÅŸokeke li hemanekê, nateqim!
Kuro law… qey dilê te bijiya bejna zirav a Sedato an tu jê bizdiya û te navê wî neda?
Kuro law… ma tu nizanî ku min zeft bikin, wê min ji eyarekî derxin bixin eyarekî din!
Kuro law…ma te nizanî bû ku ez ê rêwî li ser rêya Swêdê me?..
Serê min bi pirsên ku ji xwe dikim û bêbersiv dimînin hema hema bûye mîna petêxekî dewibî!
Ji hêlekê de dilê min li hev dikeve û erq têne min, ji hêla din de dixwazim hema di cihê xwe de, li vê rastê, li ser vî cilikî xwe bigevizînim û bikevim xeweke giran û rakevim û rakevim…
Lê ka?!
Bi qasî ku ji doh de bêxew im, hema ku polê min dihingivin erdê, hê qelpaxên çavên min negihîÅŸtine hev, sed polîs bi hev re xwe zer dikin gewriya min, min di nava pêyê xwe de di erdê didin, destê min kelemçe dikin û min didin ber devê qondaxên tomsonan…BaÅŸ e ku piÅŸtî kêlîkekê ji vê xewna wehabî vediciniqim. Bi çavlêketina li Heseno, eÅŸheda xwe tînim û mîna ku bixwazim tirsa xwe jê xef bikim, dipirsim, ‘tu hê li vir î, law?’
Heseno, bi biÅŸirîneke muzirî li min dimêzîne! Çavên wî yên di kortên xwe de mîna du lib xarên dîndoqî, hurik û netepte -min yê roviyan nedîtine, lê li gorî salixdanan diÅŸibihin yên roviyan- bi wir ve, vir ve de digindirin. Tiliyên wî bala min dikiÅŸînin; hem reÅŸ bûne û hem jî mîna qarotan qalind dixuyin. Ev kengî wilo stûr bûn dibêjim, willeh wekî darikan bûn…tê bîra min, ku li cem yê hesinker dest bi ÅŸuxil kiriye…
Heseno, hevalê min ê taxê, ê zaroketiya ÅŸûm û zirz e.
Me hindik caran li van sikakan bernedaye du keran! Bi qewsikan Xwedê zane bê me çend cam anîne xwarê! Niha vegeriyabama zarokatiya bi tirs û sawa bavê… miÅŸt! Lo bila bi sîleya ewil re min bigota ÅŸirr… û bi xwe de berda!
20/05/2008/
***