Silav kurdên ku termometreya welatê wan bûye germometre. Ez ê di serê nivîsê de ji we re çend tiÅŸtên ku we hênik bikin bêjim. A vane li jêr in;
Di youtubê de hermeta Zeyno Erdem ji bo nasîn û çêkirina xwarinan/ÅŸîvan, bi navê Nanoziko bi kurdî kanaleke vekiriye. Dîsa Ayhan Erkmen di youtubê de ji herêma Serhedê çîrokan kom dike û dixwîne. Kovara Derwaze li ser Zanistên Civakî xebatan dike. Fanzîna Flashhilat li ser fotografiyê dinivîse. Destan xoÅŸ bît jêhatîno (hofff, bi soranî jî dizanim, dûrî çav û zara).
Wekî kurdekê bi tiÅŸtên wiha bi firê dikevim lê her fir jî ne wekî hev in heyran. Ev çend sal in bi dehan caran ji bo ku rêya dirêj di demekê kin de herim xwe davêjim bextê balafirê. Piyuuuu, bexto tu çi bext î! Ew bextê ku mirov bi pereyê mirov canzerî dike. Hûn ê ji min re bêjin tu pitpito yî lê ka ez çend tiÅŸtan bêjim ku hatiye serê me gelekan, a wê çaxê min sûcdar bikin.
Ku saeta balafirê 6 be divê tu herî dereng di 1’an de ji malê derkevî. Ew wext hemû ji kîsê te diçe. Tu bi zorê dikevî balafirgehê û dest bi lêgerînan dikin. Tu di 6-7 derî û dergehan re derbas dibî. Kamera, X-ray, dedektor, çavên polîs û peywirdaran hemû li ser te ne. Ji valêzan bigre heta bincilê te, her tiÅŸtî lêkolîn dikin. Mêr kemerên xwe derdixin, yên lawaz ditirsin ku pantor ji wan de bikeve, hiÅŸk bi piziya (maldoxîn) xwe digrin. Carekê min bamyayê hiÅŸkirî ji Amedê anîbû. Li piÅŸt X-Rayê sekinîme. Min dît ku ketin alarmê. Peywirdar go ka valêzê veke em ê li tiÅŸtekî binihêrin. Min vekir û zilam torbeyê bamya derxist, ji hevalên xwe re go “ne gule ne, bamya ne”. De weree nekene an negrî.
Tu têyî rûdinî hefsarê xwe (kemer) girê didî û disekinî. Balafir li benda kuleyê dimîne ji bo ku destûra firînê bide û em birêkevin/bihewakevin. Di vê navberê de em li balafirgehê tûran davêjin. Ji anonsa serî û mêjî ji me dikin. Pîlot dibêje em ê aniha bifirin lê di hundirê meydanê de hezar tûrên din jî davêje. Rojekê zarokekî ji diya xwe pirsî “dayo, balafir difirin ne?” Dayê got “erê”, zarok “ê çima vêya wekî erebeya di rê de diçe?” dayîk mat ma, em keniyan.
Hostes sed û pêncî caran ji pêÅŸiya balafirê heya paÅŸî diçin û tên, ji bo ku tu tiÅŸtekî ji wan nexwazî li hewa an pêÅŸ xwe dinihêrin, zarok digirîn, dê bav perîÅŸan, ciwan geh li muzîkê guhdar dikin geh dixwînin lê dem derbas nabe. ÇixarekêÅŸ di dilê xwe de difikirin ku me niha herî kêm 3-4 çixare kiÅŸandibû, theee, heyff, çû ji kîsê me.
Pîlot bizzzorê gazê dide balafirê, ji niÅŸke ve dibêje vinnnn, bi hewa dikeve û piÅŸta te bi qoltixê te ve dizeliqe. Tu dibêjî ehhee, êdî kes nikare min ji qoltix veqetîne, ez pê ve mam.
Balafir di nav ewran de derbas dibe, ewr aciz dibin, ditengijin û dibêjin “law ev çivîkên ku mirov bi destê xwe çêdikin nahêlin em ji xwe re konsantreyî barandina baran an berfê bibin, hizûrê nadin me, ne xew heye ne razan offf”. Dûre li hev dinihêrin, balafirê dihejînin ku bitirse û carek din ew çivîka hesin nekeve nava wan. Mirov jî bêyî ku haya wan ji vî tiÅŸtî hebe dibêjin em ketin trîbulansê, tew lêêê narê. Esmanê ÅŸîn ji deng diqeliÅŸin lê ÅŸikir Xwedê bi derziya xwe ya mezzin zûzûka didirû.
Çivîk jî ji balafirê hez nakin. Dibêjin ev hesinok xwe diÅŸibîne me lê qet eleqeya wê bi me tune ye. Jixwe li jêrê ji dengê fiÅŸekên hewayê mirovên me ji tirsan dimirin, îca tên heya vir jî belqitîno. A ji bo heyfa wan mirovên xwe carnan harakîrî dikin û dikevin motorê û balafirê dixînin erdê.
Xaltî û xaloyên me yên ji gelek tiÅŸtan bêhay li dora xwe dinihêrin ku ji rewÅŸê fêm bikin lê kaa?! Bang û agahdarî bi tirkî û îngilîzî tên kirin. Rebenan tenê dia dikin, tizbiya xwe dikÅŸînin.
Gelo qet hûn fikirîne ku çima di zanîngeh û televîzyonan de kurdî heye lê li balafirgehan tune ye? Bi texmîna min dewlet ditirse ku kurd ji kêfa anonsên kurdî bi bask bikevin, bê balafir bifirin, bibin CemÅŸîdxan, herin galaksiyan, li wan deran deh Kurdistanan ava bikin û heyfa ew qas salan bistînin. Ka bifikirin wîîî, xeyala wê jî xweÅŸ e bi serê NASA’yê kim. Ha larooo, hema bila wê çaxê her partiyeke me ji xwe re welatek an du-sê heban ava bikin, feza fireh eee, têra 40 mîlyon kurdan dike.
Dawiyê tu dibêjî xwezil û heftxwezil ez bi Fîestaya xwe ya ku nadim bi deh Audî, BMW û Mersedesan (ÅŸêkira feqîra) bihatama. Tu ji balafirê peya dibî, dibêjî qey te wê çivîka hesin li ser piÅŸta xwe aniye gidî emman. Dengê klîma û motorê meriv gêjomêjo dikin. Guhê meriv tên girtin. Dema tu ji balafirê peya dibî tu nizanî berê xwe bidî ku. Dawiyê didî dû qerebalixê, ew bi ku da tu bi wê da. Li balafirgehên biçûk erê temam lê li yên mezin nebî nebî hûn wisa bikin. Rojekê min wisa kir û li benda valêzê mam. Ê her kesi hat, valêz qediyan lê ez li wir çik mam. Min ji yekî pirsî “çima valêzê min nehat” , go “tu rêwiya ku der î ?”, min go “ya Amedê me”, zilam go “ev cihê rêwiyên Yozgatê ye” .Nekenin kenkenokno, bêjin bê lome çimkî kî bilomîne ditehmîne haa. Ayyy mijar dirêj bû mîna Çemê Dîcleyê. Bi zor û zehmetiya tu dighîjî cihê valêzan (cihê rast tabîî) û dikevî dora hatina wan. De bisekineee ha bisekine, dem ji kîsê te diçe.
Rojekê ji Amedê çûm Antalya. Em li benda valêzan man lê belkî 40 deqe nehatin. Guregura qayîÅŸê ye vala digere lê valêz nayên. De îca Amediyan serê xwe kirin wî deriyê ku valêz jê de tên û têr çêra kirin (…) .Du kesan ji hev re digotin “em kurd in loma vana ew qas valêzan dereng didin me.”
Dema ku ew qayîÅŸ vala dixebitin, çavên te li rêya valêzên te, çavên hezkiriyan li rêya te ye. Belkî mirov li benda evîndarê/a xwe ew qas bi heyecan namîne ellawekîl. Tu valêza xwe bi dest dixî wekî ku dinya bûye a te. Heyfa te li ew qas pere û wexta te tê. Tu xwe dixapînî, dibêjî; de ez bi otobusê bihatama ez ê 5 mîlyon car biçûma tiwaletê û min ê 300 car xwarina nexweÅŸ bixwara, bêhna mirovan, bêhna otobusan, pê diwerimin filan bêvan…
We dît ku dem, sebir, taqet û pereyên we pir bin hûn dikarin her roj li balafirê siwar bibin. Bi serê we kim nizanim min li jor çi nivîsî. Tu dibê qey min bi saetan li dueta Aydin Baydin û Nîxat Doxîn guhdarî kiriye. Ku qisûreke min hebe biborin û bikin sûcê çivîka hesin firfirokno. Mi go hê ev tiÅŸtan ji bîra min neçûne ji we re binivîsim. Aaaayyy ez rabim valêza xwe vala bikim, bes e min serê we êÅŸand, jixwe serê min bûye defê mirtiban. De haydê gulgewezno, li xwe û welatê rojê miqate bin.
Firistîn Firuxzat