"Bab'ezîz" navê fîlmekî ye. Fîlmek mîstîk ku têde çol, eşq, deng, newa û rêwîtî heye. Ez ji derhêner dipirsim, "Gelo Bab'aziz kurd e?" Bi temaşevanan re, di nav salona sînemayê bêdengiyeke kûr dertê holê; wekî ku bêjin ev ji ku derket...
Em ji serî dest pê bikin. Ez ji her fîlmî hez nakim. Ez baş fîlman dişopînim, ên ku ez hîs dikim ku ezê jê hez bikim, ez miheqeq dişopînim, diçim lê temaşe dikim. Û niha li Stenbolê 25'emîn festîvala Filman a Navneteweyî ya Stenbolê li dar e. Min di vê festîvalê de li hin fîlman temaşe kir. Dema min navê fîlmê "Bab'ezîz" dît, min texmîn kir ku ezê jê hez bikim, lê min texmîn nekir ezê ew qes zêde di bin bandora fîlm de bimînin.
"Bab'ezîz" fîlmê derhênerê tunusî Nacer Kherim e. Di fîlm de sûfîzm, rêwîtî, evîn, çol, zanyarî, mijarên îslamî û vegotineke destanwarî heye. Em li fîlm temaşe dikin, her kes di bin bandora xweşikiya fîlm de dimîne. Fîlm diqede, temaşevan li çepikan didin, derhêner derdikeve pêşberî temaşevanan.
Yekem pirsê ez lê dikim û diyalogek wisa pêk tê:
- Gelo Bab'aziz bi kîjan zimanî diaxive?
- Ew beş li Îranê hat kişandin. Îraniyan di fîlm de lîst.
- Min wisa hîs kir, gelo Bab'ezîz bi kurdî diaxie?
Salon tije ye, li salonê bêdengiyeke kûr pêk tê, derhêner Nacer Khemir dibersivîne; "Fîlm li Tunus û Îranê hat kişandin, lê ez beşdarî we dibim."
Em fêm nakin serlîstikvanê sereke derwêş Bab'ezîz ku navê xwe li fîlm jî kiriye bi kurdî diaxive yan na, (ku ev yek ji bo derhêner ne muhîm e), em roja din, serê sibê, li hotela ku ew lê dimîne hev dibînin û em pêre sohbeteke dikin.
Nacer Khemir ji Tunusê ye, lê li Fransayê dijî. Bi alîkariya wergêra wî em pêre diaxivin. Bi giştî bersivên kurt dide, li ser pirsa "Hûn diwxwazin çi peyamê bi vî fîlmî bidin?" dibêje, "Derdekî min ku ez peyamê bidin nîn e lê dikare gelek wate jê bê derxistin. Hûn ji xwe re çi jê derxin ew e." Û van gotinan bi ser de zêde dike: "Dema hûn li kêleka bavê xwe bimeşin, bavê we li erdê bikeve dê rûyê wî çamûr bigire. Hûnê wî rakin û çamûrê li rûyê wî paqij bikin. Min bi fîlm çamûrê rûyê bavê xwe paqij kir. Rûyê bavê min îslam e, ev fîlm rûyê din ê îslamê nîşan dide. Ji bo ez rûyê xweşbîn ê îslamê nîşan bidim min ji Mewlana, Abdulqadirê Geylanî û ji gelek aliman sûde wergirt û fîlm kişand."
Sohbeta me didome, ew dibeje ku ji Tarkovsky hez dike; bi fîlmên wî mezin bûye, dibêje, "Tarkovsky bi min sînema da hezkirin"
Sofîsmê bandoreke mezin li wî kiriye, tevî vê bandorê, bi sîmgeyan paşeroj û pêşerojê bi hev re girê dide, lê berî her tiştî 'însan'ê derdixe pêş.
Li çolê lêgerîna derwêşekê tevî xweşikiya çolê, dengê nerm ê wekî qedîfeyê ku rihê mirov mist dide û wekî çîrokên 1001 şevan çîrokên ku li dû hev tên, temaşevanan li dû xwe dikişîne di "Bab'ezîz" de.
Ew dibêje ku tenê dixwaze fîlm çêbike, dixwaze fîlmên baş çêbike û van gotinan bilêv dike: "Her tiştê ku baş hatibe çêkirin yê hemû mirovahiyê ye. Her tiştê ku xerab hatibe çêkirin, yê kesê/a ku çêkiriye ye."
Li ser şaristaniyan jî disekine bi van gotinan, "Şaristanî ji gelek çand û zimanî pêk hatin. Di paşerojê de mirov van hatin cem hev, ez bi fîlm vê hêvî dikim."
Ji bo ku "Bab'ezîz" bikişîne 10 salan li pereyan geriya ye û dibêje, "Li cem me petrol pir e, pere pir in, em nizanin çi pê bikin, lê her hal hê nehatiye bîrê ku sînema tiştekî girîng e."
Li gor wî fîlmekî nikare gelek tiştî çêbike, yên ku bixwazin bibînin dikarin tiştên di fîlm de bibînin, her tişt li ser temaşevanan maye.
Derhêner Khemîr xweşikiyên mirovî, yê sofîzm, ol, deng, xweşikiya qumên wekî hevrişimê nerm û xweşik, û dîrokê nîşan dide. Fîlmê wî ku van tiştan di nava xwe de dihebîne li Almanyayê tê nîşandayîn, jê tê hezkirin, lê li Fransayê hê nehatiye nîşandayîn. Ew fîlmê xwe nîşan dide û dibêje; "Hikûmet, yên me bi rê ve dibin bi qasî vê dîrokê ne mezin in."
Ez dixwazim li ser kurdan tiştan jê bipirsim, ew nakeve vê mijarê, dixwaze nîşan bide ku bi gelan re eleqedar nabe, lê dide zanîn ku ji sînemaya kurd Behmen Qubadî jî nas dike.
Wekî fîlmê wî yê berî vê (Tavkul'-Hâmâme - Gerdenên Kevokê), di "Bab'ezîz" de jî jiyana Khemir çol e; xweşikiya çolê, efsaneyên çolê, derwêş, sofîzm, deng, îmge, xezal e... Di fîlmên wî de, ji dengê banga melan û quranê bigire heta bêhna baharatên li çarşiya nav çolê, reqaseyên ku bi reqseke xweşik fetlan didin bejna xwe, jinên wekî xezalan delal ên ku di bin laçikekek zirav de bêyî ku ciheke wan bixuye stranan distrên, dîmen û newayên ku bandorê li rihê mirov dikin û tevî van hemûyan çîrokên ku mirov dikişînin nav xwe, temaşevan digire dû xwe, wan dikişînin nava xwe û kêliyike xweş pêşkêşî wan dikin; wan mest dikin.
Û karakterek bi navê Nûr heye di "Bab'ezîz" de ku dilê mirov disotîne, wekî pirpirokeke ku xwe bavêje nav agir mirovan davêje nav agirê dil, di nav wê agirê de mirov têkçûnê jî digire ber çavan û li dû diçe, dihele, winda dibe, tune dibe... Û yê ku ji bo evînê jixwe çûye, dîn bûye, melkesek di dest de ye li ber derî paqij dike heye, dibêje, "Li ber deriyê hezkiriya xwe bi rihê xwe paqij bike, encax bi vî awayî ew dê bibe ya te."
Û bi vî awayî çîrok dikevin dû çîrokan, rê dibin cihê rêwîtiya mirov û wisa dibêje Bab'ezîz "Yê ku bikeve rê, wê rêya xwe bibîne, yê ku nava wî/ê tije hizûr e wê bibîne rêya xwe."
Derhêner Nacer Kherim bi "Bab'ezîz" çepikan heq dike. Ger li cihekê we ev fîlm dît, pêşniyaza min ew e ku lê temaşe bikin.
Not: "Bab'Ezîn" di 7 û 9'ê vê mehê du caran di 25'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de hat nîşandayîn.
di festîvalê de hat nîşandayîn. 9'ê mehê derhêner fîlm li Stenbolê derket pêşberî temaşevanan, 10'ê mehê me pêre sohbeteke kir li holeta ku lê dima.
cemilo@diyarname.com
Dîrok: 10.04.2006 Saet


