5 sal berê min nivîsek nivîsandibû ji bo kurmê darê ku nehiştibû ez li Mêrdînê dilxweş bibim. Meh û sal zû derbas dibin piştî temenê çil salî. Bi halan û peroşiyek bi hêvî roja hilbijartina 2009'an jî hat û sekinî. Nakokiyên hilbijartina 2004'an çareser xuya dibûn, mirov li dora hêvî û xewna dilxweşiyê kom bûbûn. Yên li hember Kurdên Mêrdînê parçe bûn û sê çar heb hêz dixebitîn ji bo hilbijartinê. Vê yekê jî ew hêvî bi girseya kurd re çêdikir û serkeftin nêzîk dibû. Heta roja dawiyê jî ev hebû. Bi kurdan û dilxwazê kurdan ên ereb re jî hebû. Vê salê xebat, tevger û nîqaşên hilbijartinê piçekî bi profesyonelî çêdibûn.
Sibehê zû saet di 7'an de min berê xwe da ser sindoqa hilbijartinê. Min dixwest di dilê mirovan de tevbigerim. Min dixwest ezm û rika mirovan roja dawiyê bibînim. Min dixwest bibînim ku mirov çiqas li serfiraziyê xwedî derdikevin. Min dixwest ji bilî peyvê mirov çiqas bi rastî dixebitin û organîze bûne bibînim.
Ji sibê û heta êvarê li dora sindoqa xwe geriyam û min li çavê mirovên ku hatin ser sindoqê gişan nêrî. Ez ketim dilê wan. Dilê kurdan bi teperep lêdixist. Heta roja dawiyê jî qurincikek di hundirê wan de tevdigeriya. Heta roja dawiyê fikarek xerab di dilê wan de bû ji bo Mêrdînê; “Gelo dibe ku partiyê hember giş bibin yek?”. “Heger nebin yek, teqez emê bi serkevin”
Bi çûn û hatineke bi hêvî li dora sindoqa li taxeke piraniya hêzên derveyî hêviya min, bû êvar. Ez bi tenê mabûm li derveyê avahiya ku sindok di hundirê wê de bûn. Sermayê hey qurincik didan bedena min. Mirovan berî dabûn serê kaniyê. Giş li dor avahiya DTP'ê kom bûbûn. Piştî êvarî bi agahiyên serkeftinê min jî berê xwe da nava girseya ku li benda serkeftinê bûn.
Hêdî hêdî agahî ji sindoqan dihat. Di gelekan de serkeftin hebû. Di gelekan de di pêşiyê debûn. Çepikan dest bi dîlanê kiribû saet di 9'ê şevê de.
Lê ew fikra xerab ew agahiyên nexweş jî belav dibû di nava zimanan de. “Ji AKP pêve tu partiyan deng nestendine.” Ev agahî hêdî hêdî dilê mirovan diguvaşt.
Bi agahiya ku “li mehella Kotekê* li mişahîdan xistine. Nehiştine kes bi sindoqan re werin navenda hilbijartinê” re bêhntengiyê xwe belav dikir di bedena mirovan de. Çav û dev sor dibûn. Ji avahiya AKP'ê ku 500 metroyî dûr bû, dengê “em bi 3000'an di pêşiyê de ne” wekî guleyan li mejiyê mirovan xist.
Û agahiyên nexweş yek li ser yekê seet di 10'an de dihat; “Sindoq revandine. Li mişahîdan xistine. Gule bera wan dane. Birîndar hene. Giş bûne yek. Nehiştine belgeyan dagirin. Nehiştine dengan bijmêrin. Walî partiyê hember giş kirine yek” û …
ÇIQAS ZOR E EV MîRAT.
ÇIQAS ZOR E WINDA KIRIN.
Bi agahiyên xerab hêrsa bi hezaran mirovan bilind dibû. Nizanibûn wê çi bikin. Ji ber ku heta roja hilbijartinê jî xebitîne. Roja hibijartinê jî pir betilîne. Lê êdî tiştek ji destê wan nayê. Êdî erk bibêje çi ew e. Wê erka ku partî kirbûn yek li hember DTP'ê di bin simbêlan re dikeniya. Bendavek asê danîbû ber hêviyên mirovan. Mirov jî li ber wê bendavê dikeliyan. Lê wan nedigotin tiştek. Rêveberên partiyê jî diçûn û dihatin navenda hilbijartinê. Lê tu tiştek bi ser kesî û erkê nexistin. Windakirinê nedihişt kes bikenin êdî di seet 11'ê şevê de.
“Bajarî bûne yek. Ereb bûne ye. Partî giş bûne yek. Dewlet bi wan re bûye yek. Ma ev çen û çend? Ma ev cara çendan e ku heqê me dixwin?” Li her derê ev nîqaş li dar bû. Li navenda DTP'ê, li malan, li kuçeyan. Li nava qehwexaneyê ev nîqaş hebû û di nava mirovên ereb de yên kurd destên xwe li maseyan dixistin û berê xwe didan wan. Lê deng ji wan dernediket, wekî bibêjin hûn çi bikin bikin, lê me a xwe bir serî.”
Li qadê girse li binguhê hev diket. Mejî tevliev dibûn û berê xwe didan qesra erkê konaxa hikûmetê. Bêserî û bêronî, bê qontrol xwe li avahiya walî digirtin. Êdî kesî nizanîbû ku çi dikin û kesî nizanîbû ku çi dibe û wê çi bibe. Her kes şaş û metal bû.
SERNEKEFTIN ÇIQAS ZOR E
ÇIQAS ZOR E EV MÎRAT.
Polîsan bend li ber avahiyê çêkiribûn. Amade bûn û wan jî êrîşî girseyê dikir. Bêhntengiyê heta bi erebe û nebatên dorê jî parçe dikir. Kesî li rêveberiya xwe jî guhdarî nedikir. “Ma me winda kir hûn dibêjin çi bibêjin, em nasekinin.”
Heta saet 12 û nîvê şevê mirov ji betilbûna û ji bêhntengiyê bi zor li ser piyan disekinîn. Heta ku Ahmet TURK hat û got; “Emê hesabê her tiştî bipirsin. Hesap ji me re bihêlin.”
Mirovan bi wan peyvan windakirina hêviyan pejirand. Bêhis û bêdeng li ser rêyên malên xwe belav bûn. Nizanim wê nîqaş çawa berdewam bike û hesab çawa bê pirsîn, lê hêvîşikestin dubare dibe li Mêrdînê. Nizanim ku kes êdî bi profesyoneliyeke domdirêj xebatê bikin an na?
Piştî vê betilandin û bêhntengiyê. Min jî berê xwe da mala xwe a 3 km dûr.
Bi rê de ji xwe re difikirîm. Ji betilbûn û bêhntengiyê kes nemirine. Û bawer bikin hestên min ên sala 2004'an ku min di nivîseke xwe de anîbû zimên (ji bilî kurmên darê) pir neguherîbûn.
XEYALEKE PERPITÎME LI MÊRDîNÊ
(Dawiya hilbijartina 2004'an)
Ji tofanên du sal û 5 sal berê, min hêviyên xwe yên ciwan û birîndar ji binê kevirên dîrokî derxistibûn. Û min hêdî hêdî paqij kiribûn û neqişandibû. Her ku takê porê min sipî dibûn ew jî xweşik dibûn, çavekirî û devliken dibûn. Bi jiyan û giyan dibûn rehên min di parêzgeha olan û gelan de.
Nizanim çend zivistanan di berqefên berfa quntera çiyan de ez germ kirim û ji xilmaşbûna mirinê xelas kirim, nizanim çend biharan li tofanên çûyî hovenedan û wekî gul û giyayên biharê xwe nû kirin wan hêviyên polayî. Min ew li şaneşîneke li beriyê dinêrî veşartibûn.Em li hev hatibûn û li bendî dîlaneke kêfxweşiyê bûn bi stûxwarî.
Roja ez û hêviyên xwe rabin dîlanê, roja xeyalên parî parî hatibûn serhev bibin wekî dilê min hesinî û bisincirin hatibû. Li hemana bû roja 28'ê adarê. Meha keskesorê, meha şîn û şahiyan, meha ku xwîn di nava kulîlkan de şîn hatibû. Me hêvî dikir dawiya vê mehê bibe destpêkek wekî ya qurixên tebaxê.min dixwest hêviyên min têkevin bin milên min û min jî bi xwe re rakin dîlanê. Min dixwest tevlî dijberiyên di bedena min de min sihal bikin û min bibin ser keleha aniha serî berjêr e bi ser beriyê de.
Hatibûn bi rastî, xwe xemilandibûn, destên xwe li ba dikirin û hatibûn şabaş bikin ji ezê li rexê qada govendê rûniştî.:
Şabaş..!
Şabaş ji te re xwediyê hizn û şahiyan..!
Şabaş ji te re bavê êş û janan..!
Şabaş ji te re parêzvanê hêviyên perpitî..!
Şabaaaaaaaaş...!
Bi dengê defê ê ji dûr de xweş dihat, dengê şabaşê hat birîn û ewrên reş hatin li peravên hêsirên kêfxweşiya min sekinîn.
Def defa heyatê.
Defa ku nedihişt dengê zirneyê were guhên min, nehişt ez û hêviyên xwe jî bi hev re rabin û ewrekî reşxeniqî siya xwe da ser min û wan. Bi hilm û baweşîna tawanbariyê ewr bûbû mijeke simbêlboq û dora min girtibû.
Xuya bû ku ji xwe ditirse.
Xuya bû ji min ditirsiya.
Xuya bû ji hêviyên min ditirsiya.
Hîn bûbû li ser keleha Mêrdînê parsê bike ewrê tarî. Ji xura destê xwe fikar dikir. Fikar dikir ku destên wî vala here bêrîkên wî û were. Fikar dikir ku hêviyên min kulîlkan li ser tahtan jî biçînin û li nava kevirên dîwaran de binevşan bireşînin.
Hatin û xeyalên min girtin, li ser destên xwe sekinandin, bi kenê xwe yê pîrebokî derxistin destmalên beriya Mezrayê, derxistin kêrikên bîstanan û şivaniyê. Ber bi êvarî berê wan li kelehê û terqîn xwendin li ser hêviyên min ên di destên wan de diperpitî.
Tîrên ji qurixên pêraran, di nava dilê min de derbas bûn û çûn
Kelepûra Tîmûran hêviyên min berhev kirin bi gemara xwe.
Simbêlên devliken ez ji xeyalên min xeyîdandim dîsa û berbûk hetikandin careke din.
Lê qet nizanin kulîlkên hêviyan li tofanên ewrên reşxeniqî guhdarî nake û di nava berfê de derdikevin.
Ji serê tiliyên min pêtekê dest pê kir bi rê ket heta serê qotê min.
Qêrîn bi min ket...
Xwe hilîninin mijên tarî...
Xwe hilînin berdestkên ewrê reş...
Xwe hilîne xwediyê daweta derewan
Tu kî yî yê ku te hefsarê defê li milê xwe gerandiye?
Tu kî yî tu nahêlî dengê zirneyê bê min û guhdarî bikim lorîkên jiyana xwe ya xortanî?
Hûn kî ne, hûn nahêlin ez û hêviyên xwe yên neqişandî rabin govenda hisretan?
Bela xwe ji min vekin...
Bela xwe ji min vekin ey simbêlboqên kortalên helawiyê...
Xwe hilînin ji ber çavê min, ez bibînim kêfxweşiya xort û qîzên xwe.
Bi kenê binevşên bêgor…
Navê min Azadî ye…
heke tu nehêlî ez û hêviyên xwe lihevbin,
ezê ji Mêrdînê barkim û te bihêlim di bin kotekiya hingizên bi bizmar de.
Bi qesem tuyê birizî…
Bi qesem