Ev demek e ‘dem’ li min hilawîstî. Dibême xwe, gelo vê carê behsa çi û çi nekim. PaÅŸê dîsa bersiva xwe didim; tu tiÅŸtekî li pêÅŸ çavên xwe nabînin da ku behs jê bikim; behsên nekirî, negotî, nebûyî.
Xwe didim zorê, gelo li ser kîjan kitêbên çend gotinan bikim, ev demeke dirêj e min qet behsa kitêban nekiriye. PaÅŸê xwe li wî aqarî jî nagirim. Çi ra nizanim, lê vê pêlê qet û qet dilê min naçe nivîsê.
Hefteyê pênc rojan, saet heftê spêdê –bi wextê Amedê-, henga ez ji mala xwe derdikevim û tême ser rê mîna peykeran xwe li hatina serwîsa kargehê digirim; serê kujî ew camêrê fêkîfiroÅŸ, dezgehê xwe berî min datîne. Payizê dema bacansork û bacanreÅŸkan heta ez diçûm, jinên taxê nîvî fêkiyê wî dikirî jî, niha wexta ziwadê zivistanê borî, ser dezgehî tiriyê dawîn, hinarên terikî, mandalînayên tirÅŸ û bacansorkên zer hene.
Her sibê ez ji xwe re dikim niyet dibêjim; îlayî rojekê ez ê çend tiÅŸtan ji vî camêrî bikirim lê heta êvarî ez têm qaseyên wî li binî didin. PûÅŸ bi bara min dikeve.
Axir.. Ev çendek e bala min lê ye, li deroberên taxa me, pisîk pir zêde bûne. Her sibê, ligel tîÅŸka tavdanê jinek di destê wê de du sê kîsikên êm û xwarina pisîkan, hema bêje binê her dara li refûja rê, kulmek xwerekê datîne û pisîk pê wer dikin.
Rojekê ez bûme ÅŸahid, digot; ev pisîka gewir hingî ji xwe razî ye, bi qewlê Dilawer Zeraq qûÅŸpene ye, bi xwerekê kelandî qayil nabe, îla dibêje goÅŸtê xav nebe, ez naxwim û li dienire. Min jî di dilê xwe de got, belkî ew tenê maye xas pisîk û nepiÅŸaftiye. Bêguman pisîk ji goÅŸtê xav hez dikin…
Her cara ez çav li wê xatûnê dikevim, barek hesûdiyê lê dikim û di dilê xwe de dibêjim: teqez ez ê jî vê carê bo wan pisîkan çend kîsên xwerekê bikirim û bêm belav bikim. Lê bêhnek dî serwîs tê, ez lê siwar dibim û ne fêkiyê wî camêrî, ne jî xwerekê pisîkan distînim; hema hey ber dilê xwe didim û dibêjim; hey ez ê rojekê vî qewlê xwe bînim cih lê niha ne dema hindê ye.
Reng e, hindî wisa biçe wê çu carê dema hindê ya bo hin tiÅŸtan neyê. Carinan li vê hevokê difikirim û dibêjim qey sertapê jiyana me kurteya vê hevoka jorî ye. Xasma heçî “Dema hindê” ye, hema aniha ye, nexwe çu carê ew dem nayê.