Li parkek, li bin dara zeytûnê rûniştim. Kesên navsere li derdorê gelek bûn, di destê her kesî de têlefon, ew bi têlefonê re mijûl bûn. Ne park, ne jî jiyan li bîra kesî bû, sî, bi tenê ew ji bo siyê li wir bûn lewre giş di nav jiyana sanal de bûn.
Ez bi serpiştî vezeliyam û min li asîman nihêrî... Gelek wext bi wî awayî mam. Pey re min hewl da pişta xwe bidim darê. Min dît xort û keçek hatin, li ser bankê rûniştin. Baş e, min go, ew ê bi halê xwe yê hezkirî bi park, bi asîman, bi bahr û daran re li hev bikin... Hê rûneniştibûn lawik têlefonê ji bêrîka xwe derxist! Halbukî min hewesa xwe bi wan anî ji lewre di wextê me de li banê xêniyan me dinihêrî, hewqas! Li navçeyê jî dirustî û fedîkariyê nedihişt em bi dildarî mezin bibin… Ew dildar li parkê pev re bûn lê astengî li pêşberî wan jî hebû; jiyana sanal nedihişt ew bi hezkirî tevbigerin. Qey her wextî zeman ji bo eşq û hezkiirnê astengî derdixistin…
Ez rabûm, meş ya xweştir bû... Min dîsa li asîman nihêrî; pêşî ku min li asîman nihêrîbû min dia kiribû ku êdî kes neyên kuştin çimkî min diayek ji dil û ji neçariyê ji sed parastinên vîkîvala çêtir didît… Cara diduyan ku min li asîman nihêrî min hewl da hiş vîkîvala be ku asîman nêztir xuya be…
Li ser rêya min belkî kesek ku têlefona wî ya “biaqil” tunebû nivîs lêkiribû;
“ Şev helbest e, roj çîrok e.”
Li bahrê, li rengê bahrê dinihêrim, vêca ne dia, hewl didim bi dengê Feqiyê Teyran bang li avê bikim, “Ey avê av”!Tu jî bi pêlên xwe dia bike, bila erd û asîman te bibihîzin, dia bike bila însan neyên kuştin…
Kesê ew hevok nivîsîye wî kesî bêtir nêzî xwe dibînim kêlîkekê; bi îhtimal wî ji halê tenêtiya xwe ew hevok lêkiriye… Ez di tenêtiya xwe de, bi bihîstina xeberên mirinê re, dia dikim…
