Ahmet Hakan
Birêz Serokomarê me dipirse.
Dibêje ku:
"Çi eleqeya Kobanî û Erdîşê, Culemêrgê, Mûşê heye? Çi eleqeya Kobanî û Stenbol û Enqereyê hey?
*
Ez bersiva birêz Serokomarê me didim.
*
- Ka li qeraxa Firatê gurek mihek bigirta, hesabê wê Xwedê Ji Omed dipirsiya... Vaye eleqeyeke wisa heye.
*
- Kobanî û Culemêrg pismamên hev ên heq in. Eleqeyeke wisa heye.
*
- Çi eleqeya Gaze, Qahîreyê bi me re hebe... Eleqeyeke wisa heye.
*
- Ka me digot "Meseleya Sûriyê meseleya me ya navxweyî ye" û me eleqeyeke di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de çêdikir... Vaye eleqeyeke wisa heye.
*
- Me her çar tiliyên xwe ber bi wî Sîsîyê de bilind dikirin... Yanê eleqeyeke bi vî rengî heye.
*
- Bêyî ku em bibêjin "Çi eleqeya Stenbol û Saraybosnayê heye" û me baz dida Qada Taksîmê... Vaye eleqeyeke wisa heye.
*
- Dilê me li çiyayê Çeçenan ji bo hêviya azadî û parastina welat lê dida... Eleqeyeke bi vî rengî heye.
*
- Me bi awayekî eleqe bi Meydana Rabîa ve girê dida û me hêstir dibarand... Vaye eleqeyeke bi vî rengî heye.
*
Ew qas eleqe bes in yan na ez hê bijmêrim Birêz Serokomarê Min.
12.10.2014, Hurriyet