Diyarname
Hevserokên KCD, HDP, HDK û DBP'ê dê di Cejna Qurbanê de roja xwe li Kobanî, ligel gelê Kobanî derbas bikin.
Hevserokên KCD, HDP û DBP'ê li Amedê hatin ba hev û bi hev re daxuyaniyeke dan çapemeniyê. Mebûsa Şirnexê û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak got ku Kobanî bi komkujiyê re rû bi rû ye û ev yek lê zêde kir: "Heta ku pêl li tirmên me nekin nikarin bikevin Kobanî."
Daxuyanî li Amedê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat hate dayîn. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag, Hevserokên DBP'ê Kamuran Yuksek û Emine Ayna, ji HDK'ê Ertugrul Kurtçu û Sabahat Tuncel beşdarî daxuyaniyê bûn.
Berdevkê HDK'ê Ertufrul Kurkçu got ku roja cejnê ewê li Kobanî bin û li wêderê ligel gelê ku berxwe dide bin. Kurtçu wisa got: "Ji bilî yên rizgariya hevpar a gelan, yên têkoşîna demokrasî û azadiyê didin tu dostên Kobanî nîn in.."
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag got xwezî cejn ji bo gelên bindest nebana jehr, lêdixwazin cejnê ji bo gelê Kobanî bikin jehr. Yuksekdag got ku gelê Kobanî ji bo hemû mirovahiyê ber xwe dide û ev yek lê zêde kir: "Bila gelên Tirkiyeyê li cem gelê Kobanî bin."
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak got ku bila DAIŞ bizane ku ev der axa Kurdistanê ye û wisa got: "Gelê Kurdistanê wekî di dîrokê de çawa kiriye dîsa dê ber xwe bide. Kurdistan naşibe ciheke din. Bila bizanibin ku gelê kurd dê heta xwîna xwe ya dawî ber xwe bide. Heta pêl li tirmen me nekin dê nikaribin bikevin Kobanî.
Sebahat Tuncel jî xwest her kes cihê xwe diyer bike û got: "Hûn alîgirê çareseriyê ne yan hûn alîgirê vê rêxistina ku li hemberî mirovahiyê sûcê dike?"
Piştî daxuyaniyê hevserokê ji bo piştgiriya Kobanî ber bi Pirsûsê ve ketin rê. Ji hevserokan hin jê dê di cejnê de li Kobanî bin û cejnê li wir ligel gel derbas bikin.