Diyarname
Şerê li Herêma Başûrê Osteyayê didome. Heta niha 1500 kes mirine û bi dehezaran kes jî koçber bûye.
Ji duh êvarê re li Herêma Başûrê Osetyayê pevçûn di navbera gurcî û rusan de didome. Wêneyên ji herêmê tên rewşa xidariya şer nîşan didin.
Mewziyên hezên gurcî yên li paytexta Başûrê Osetya Tshinvali ji aliyê rusan ve tên bombekirin. Gelr di nav tirsê de ye.
Erebeyên leşkerî ên gurcî li paytexta Başûrê Osetya Tshinvali di nav tevgerê de ne.
Di vê navberê de rayedarên Gurcistanê û Rusyayê li ser peVçûnan daxuyanî dan.
Serokdewletê Rusyayê Dimitriy Medvedev da zanîn ku li Başûrê Osetya ku wan serxwebûna xwe îlan kiriye leşkerên me ji bo 'parastina sivîlan' li wê derê û ew ji bo aştiyê vê operasyonê dikin.
Medvedev di qebûlkirina Wezîrê Parastinê yê Rusyayê Anotoliy Serdyukov de wisa got: "Hêzên me yên aştiyê û yekîneyên me yên zêdet niha bi operasyonê dikin ku aliyê gurcî ji bo aştiyê razî bikin."
Serleşkerê Hêzên Bejayî ya Rusan Vladimir Bolderev daxuyanî da ajansa Itar-Tassê û got ku rêzên rusan bi temamî artêşa gurcî ji Tshinvaliyê derxistiy.
Serokê Konseya Ewlehiyê ya Gurcistanê Kakha Lomanya jî ji bo Reutersê got ku wan vê serê sibê balafirekî rusan aniye xwarê û pîlotê balafirê jî dîl giriye.
Cîgirê Serokwezîrê Rusyayê Sergey Sobyanin jî got ku ji 30 hezar zêdetir gel Başûrê Osetyayê terk kiriye û hatine ketine bin parastina Rusyayê. Sobyabin da zanîn ku rewşa mirovan ne baş e.
Rusyayê da zanîn ku heta niha 12 leşkerên wan mirîne.
Serokomarê Gurcistanê Mihail Saakaşvili got ku Rusyayê ji zû de plan kiriye ku erdên Gurcistanê dagir bike û got: "Ez îlan dikim: Em bi Rusyayê re di şer de ne."
Her wiha Saakaşvili got ku ewê îro ji meclisê bixwaze ku zagona rewşa awarte bipejirîne.
Ji ajansan hatiye berhevkirin