Cemil Oguz
Dîroka şanoya kurdî digihîje sed salî lê zêdetir piştî salên 90'î rastî geşbûneke mezin hat û her ku diçe xurtir dibe. Niha li ser vê dîrokê pirtûkeke bi navê "Jêrzemîn" bi kurdî-tirkî hat weşandin. Pirtûka ku ji aliyê lîstikvan û derhênerê şanoyê Mîrza Metîn ve hatiye amadekirin ji Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye çapkirin.
1893, lîstika 'Kurdish Drama'
Pirtûka Jêrzemîn li ser dîroka şanoya kurdî gelek agahiyan pêşkêş dike. Ji pirtûkê em hîn dibin ku di sala 1893'yan de Li Fûara Chicago lîstikeke bi navê Kurdish Drama tê lîstin ku ji sê perdeyan pêk hatiye. Xortekî kurd yê bi navê Hesen dil ber dide keça apê xwe û dixwaze pêre bizewice lê apê wî daxwaza Hesen nayne cih, keça xwe jî digere û ji wir bar dike, Hesen dide dû. Lîstik di derdora çîroka vê malbatê de geş dibe û di heman demê de jiyana kurdan û reqs û stranên kurdan jî tên nîşandayîn. Ligel vê yekê jî ji vê lîstikê wêdetir lîstika "Memê Alan" wekî yekemîn lîstika şanoyê ya kurdî hatiye qebûlkirin.
Yekem lîstika kurdî: 'Memê Alan'
Lîstika Memê Alan ji aliyê Evdirehîm Hekarî ve hatiye nivîsîn û di salên 1918-1919'an de di kovara Jîn ku li Stenbolê derdikeve de tê weşandin. Mîrza Metîn li ser sedema çima wekî yekemîn lîstika şanoya kurdî tê qebûlkirin wisa nivîsiye: "Lîstik hem ji ber bi kurdî hatiye nivîsîn û hem jî ji ber ku nivîskar kurd e û qala kurdan kiriye, bi taybetmendiya xwe wekî yekemîn testta şanoya kurdî a nivîskî tê hesibandin."
Mînakên ji dîroka şanoya kurdî
Di pirtûkê de bi kurtahî qala lîstika Hevind ku Celadet Elî Bedirxan nivîsîye, 10 salên Şanoya Elegezê tu di sala 1937'an de li Ermenistanê tê avakirin, lîstika Dayika Niştiman a di dema Mehabadê de tê lîstin, "Birîna Reş" a Musa Anter, yekem car li Hewlêrê lîstina lîstikek bi navê "Her gav jiyan" tê kirin û gotin tê ser salên 90'î ku di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de avakirina şanoyê û lîstina pirtûkan.
Teatra Jiyan Nû û yên dûre
Di sala 1992'yan de di bin banê NÇM'ê de li Stenbolê Teatra Jiyana Nû (TJN) tê avakirin û ev TJN mohra xwe li dîroka şanoya kurdî dide.
Di wan salên ku hê kes newêre zêde qala kurdî bike, zêde bi kurdî berhem nîn in, her gotinek bi kurdÎ wekî çalakiyeke de TJN li salona NÇM'ê, li dawetan, li mîtîng û çalakiyên partiyên kurd de lîstikên xwe pêşkêş dike. Gelek caran lîstikvan piştî lîstinê têne binçavkirin, hin jê têne girtin, hin mecbûr dimînin dest ji şanoyê berdin û berê xwe bidin çiyan... Bi gotineke din saziyên kurdî yên din çiqas kedê didin, TJN jî di warê xwe de ew qasî kedê dide û navê xwe li nav dîroka şanoya kurdî dinivîse. TJN ku heta niha bi dehan lîstikan pêşkêş kiriye, jê wêdetir jî gelek şanoger gihandiye. Hin şanoyên ku niha bi navên cuda rêya xwe didomînin, hin şanogerên ku niha di bin banê komên cur bi cur de niha karên şanoyê didomînin di bin banê TJN'ê de dest bi kar kirine û dûre ketine ser rêya nû.
Li gor gotina Mîrza Metîn li Tirkiyeyê û li Bakur niha li dor 20-30 kom hene ku bi şanoya kurdî re eleqedar in.
104 lîstik, 111 afîş
Di pirtûkê de afîşên lîstikan, kunyeya lîstikan û kurtegahiya li ser kom û lîstikê hatiye weşandin. Bi giştî navê 29 komên şanoyê, 104 lîstikên wan, 6 komên reqsê, 111 afîşên lîstikan û pûşnûmayek di pirtûkê de cih girtiye. Pirtûk wekî neynika şanoya kurdî ya heta di warê xwe de valahiyeke dadigire. Şanoya kurdî ku mirov dikare bibêje xwedî arşîveke bela welaye ev pirtûk di vî warî de gaveke girîng diavêje û rê li ber windabûna hin lîstikên girîng digire.
Mîrza Metîn kî ye?
Mîrza Metîn di sala 1980'ê de li Qaxizmana Qersê hatiye dinê, li Stenbolê xwendiye, di navbera salên 1994-99 û 2001-2003'yan de li bin banê Teatra Jiyana Nû perwerdehiya şanoyê dîtiye û di hin lîstikan de lîstiye. Di navbera salên 2004-2007'an de Konserwatûwara Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê xwendiye lê di sala sêyemîn de dest jê berdaye. Wî di sala 2008'an de ligel Berfîn Zenderlîoglu "Destar Teatre" ava kiriye û hê jî di bin vî banî de, li ser dika Şermola Performansê lîstikan dinivîse, bi rê ve dibe û di hinan de jî lîstikvanî dike. Wî bi lîstikên "Cerb" û "Dîsko 5 Nolu" xelatên şanoyê girtin. Ew ligel karên şanoyê di heman demê de li Zanîngeha Stenbolê di beşa Rexnegiriya Şano û Dramaturjiyê de perwerdehiya xwe didomîne.
Jêrzemîn / Mîrza Metîn / Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê / 300 rûpel
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.