Diyarname
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encama fermî ya Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê eşkere kir. Li gor YSK'ê Selahattin Demirtaş sedî 9.76 deng girtiye.
YSK'ê got ku ji 55 mîlyon 692 hezar û 841 kesî, tenê 41 mîlyon 283 hezar û 627 kesî deng dane. Ji van 40 mîlyon 545 hezar û 911 deng hatine qebûlkirin, 737 hezar û 716 dengî hatine betalkirin.
Li gor daneyên YSK'ê beşdariya hilbijartinê sedî 74.13 ye.
Û YSK'ê encam jî wisa eşkere kir:
Recep Tayyip Erdogan: Sedî 51.79
Ekmeleddin İhsanoglu: Sedî 38.44
Selahattin Demirtaş: Sedî 9.76
Li gor vê encamê Erdogan 20 mîlyon 670 hezar û 826 deng, İhsanoğlu 15 mîlyon 434 hezar û 167 den, Demirtaş jî3 mîlyon 914 hezar û 359 deng girtine.
Hemwelatiyên Tirkiyeyê yên derveyî Tirkiyeyê jî deng dabûn. Demîrtaş 21 hezar û 107 deng ji wan girtine. Ligel van dengên ku Demirtaş girtine derketin 3 mîlyon 958 hezar û 48 dengî.
**
Nûçeyên eleqedar ên li ser îro:
- Mam Celal Demîrtaş pîroz kir
- Şirnex û Licê delalên ber dil in
- Demirtaş li rojavaya Tirkiyeyê jî deng girtin
- Serokomarê 12'emîn ê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan e
- Demirtaş: Bila kes netirse HDP li cem hemû bindestan e
- Li Bajarên kurdan Demirtaş çiqas deng girtine?
- Encamên pêşî ên hilbijartinê
- Dengdayîna ji bo Hilbijartina Serokomariyê dest pê kir