ÊRÎŞ QOSER / MOSKOW
Cîgira Wezîrê Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Osê ku li paytexta Rûsya Moskowê ev demeke gelek hevdîtin pêk anî diyar kir ku wan projeya Xweseriya Demokratîk ji rayedarên Rûs re vegotine û got ku proje erênî dîtine. Osê bi lêv kir ku wan ji Rûsyayê xwestiye ku Kantonên wan bên naskirin.
Osê li Moskowayê gelek hevdîtin pêk anîn. Ose di serî de bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Serokê Beşa Rojhilata Navîn a Enstîtuya Lêkolînê ya Stratejîk a Federasyona Rûsyayê Anna Glazova, Midûrê Federasyona Rojhilata Navîn û Midûrê Komîteya Karên Derve ya Afrîkayê Valeryana Şuvayev û aliyên cuda re hevdîtin kiriye.
Osê çavderiyên wiha ji bo ANF’ê vegot.
Osê da zanîn bi hevdîtinên xwe yên ku dikin de hewl didin pergala xweseriya Demokratîk ya Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê ji welatên Ewropa û welatên din re vebêjin û got: “Heyetên girêdayî Wezaretên Karên Derve yên Kantonan ev demeke li welatên Ewropa û welatên din xweseriya dmeokratîk vedibêjin. Ji bo vê ev demek bû em li Rûsyayê bûn û me gelek hevdîtin kirin.
Ji çareseriyê alternatîfa bi hêze
Osê diyar kir ku ev demek li Rûsyayê hevdîtinan pêk tînin û wiha got: “Em bi saziyên dewletê û têkiliyên karên derve yên Rûsyayê, bi saziyên civaka sivîl, akademiyan re hevdîtin kir. Derfeta me çêbû ku em pergala xwe ji wan re vebêjin. Me rewşa xwe ya niha bi berfirehî vegot. Me di vê mijarê de nêrîn girtin. her wiha di hevdîtinan de me rewşa Sûriyeyê nîqaş kir û me diyar kir ku ji bo çaseriya pirsgirêka Sûriyeyê, alternatîfa herî bi hêz pergala xweseriya demokratîk e."
Rêveberiya Hevpar
Osê der barê êrîş û ambargoyan de jî wiha got: “Li dijî Kantonên me di demên dawî de êrîş pêk tên. Li dijî van êrîşan gelê me biçûk mezin di nava têkoşînê de û rêxistineke gelek girîng pêk hatiye. Ji ber vê divê em ji hêzên navneteweyî re ragîhinin. Me li ser parastina gelê sivîl û kîjan tedbîr bên girtin de bi rayedaran re hevdîtin kir."
Ambargo çawa pêk tê
Osê got di hevdîtinan de bi taybet li ser ambargoya li ser Rojava pêk tê jî axivîne û got: “Ambargoya ku Sûriye, PDK û Iraqê li ser Rojava pêk dianî û heta piştî ku DAIŞ’ê Mûsil girt, êrîşên li dijî Kobanê giran bûn û vê bala hêzên navneteweyî jî kişandiye. Di encama hevdîtinên ku me bi saziyên Rûs re kir de nêrînên girîng derketin holê. Her wiha dîsa diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê Kantonên Xweseriya Demokratîk îdeal in.
Naskirina Kantonên Xweseriya Demokratîk
Osê destnîşan kir ku wan di hevdîtinan de daxwaz kiriye ku Kantonên Xweseriya Demokratîk ên li Rojava bi îradeya gel hatine avakirin ji aliyê dewleta Rûs ve bê naskirin û got: “Di hevdîtinên me kirin de me xwest ku Kantonên xweseriya demokratîk ên Rojava ji aliyê rayedarên Rûs ve bê nasîn.
Divê piştgiriya navneteweyî bidin YPG’ê
Osê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di hevdîtinên xwe de li ser girîngiya YPG’ê sekinîne û û got: “YPG xwe parçeyekî hêzên navneteweyî dibîne û hem jî mafê gelên herêmê diparêze. Ji ber vê divê ev hêz ji aliyê her kesî ve piştgiriyê bigire û divê her kes di demek kurt de piştgiriya xwe bide.
Rûsya ji berê zêdetir eleqeder dibe
Osê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Rûsyaya ku di siyaseta Rojhilata Navîn de gelekî bi bandor e cara yekemîn evqas bi pirsgirêka Kurd re eleqeder bûye û got ku polîtîkaya ku Rûsya bişopîne wê bandorê li ser hemû herêmê bike.
Osê da zanîn ku di hemû hevdîtinên ku kirine de encamên erênî bi dest xistine û bi giştî hevdîtin erênî derbas bûne.


