Kobanî
Di çarçoveya kampanyaya xwedîderketina Rojava de alîkariyên tibî yên li bakurê Kurdistanê hatibûn berhevkirin gihîştin Kobanî.
Alîkariyên tibî yên ji aliyê dermansazên Mêrdîn û Şirnexê ve hatin berhevkirin îro gihîştin Kobanî.
Dema alîkariyên tibî bi TIR’ê di deriyê sînor re derbas bûn, Wezîrê Tenduristiyê yê Kobanî Nîsan Ehmed û endamên Meclisa Tenduristiyê jî amade bûn.
Ehmed, ji bo alîkariyê sipasiya gelê Bakur kir.
Alikariyên hatin berhevkirin ji bo li gelê di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de mexdûr bûne bên belavkirin hatin şandin.