Rojnameya Beyan a Îmaratî di raportekê de behsa giringiya vegera serok Talebanî bo Êraqê dike.
Rojname dibêje: Vegera Mam Celal dibe fakterek bo vemirandina agirê li qadên siyasî yên Êraqê ku di piştî Mam Celal serî hildabûn.
Beyana Îmaratî di raporta xwe de behsa wê yekê jî dike ku vegera Mam Celal dê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdadê kêm bike, çûnkî Mam Celal bi rihekî niştimanperwerî hewl bo çareserkirina nakokiyan bi rêya yasa û destûrê dide, bi taybet jî pirsa navçeyên veqetiyayî yên Herêma Kurdistanê û maf û çara xwe nivîsînê.
Rojnameyê amaje bi wê yekê jî dike û dibêje: Êraq bi rewşekî nelibar de derbas dibe, serok Mam Celal jî rolekî xwe ya mezin bo çareserkirina kêşeyên heye ji ber ku pêgehekî xwe ya taybet li ba hemû serkirdeyên Êraqê heye. Ji ber vê jî dikare hemû girêkan veke.
Wergera ji bo kurdî: Pûkmedia