logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev
news-details

Plaketên Pêşbaziya Helbestan a Dogan hatin dayîn

Kesên di Pêşbaziya Helbestan a Orhan Dogan de bi ser ketin plaketên xwe girtin.

  • Dîrok: 27/07/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Şirnex
Kesên ku di Pêşbaziya Helbestan a ji bo bîranîna siyasetmedarê kurd Orhan Dogan tê lidarxistin de bi ser ketine, plaketên xwe di merasîmê de girtin. Di merasîma xelatê ya ku di rojbûna Dogan de hate lidarxistin de, helbestvan Hîcrî Îzgoren û Fatma Savci jî helbestên xwe pêşkêş kirin.

Pêşbaziya Helbestan a Orhan Dogan, ji bo bîranîna siyasetmedarê kurd Orhan Dogan ku par di Festîvala Bazîdê de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê Rêxistina DTP'ê ya Cizîrê û Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn ve bi hevkarî tê lidarxistin. Kesên ku di pêşbirkê de bi ser ketin diyar bûn. Ji bo xelatdayînê li  Navenda Çanda Mem û Zînê merasimeke hate lidarxistin. Serokê DTP'a Şirnexê Halîl Îrmez, Şaredarê Şirnexê Ahmet Ertak, Şaredarê Sîlopiyê Muhsun Kunur, Şaredarê berê yê Cizîrê Aydin Budak, Cîgirê Şaredarê Cizîrê Ahmet Dalmiş, Serokê DTP'a Cizîrê Yakup Budak, helbestvan Hîcrî Îzgoren û Fatma Savci û komek qelebalix a turîstan jî di nav de nêzî 300 kes beşdarî merasîmê bûn.
Di şevê de wêneyên Orhan Dogan, Cîhan Denîz û Husnu Ablay hatin daleqandin.

'Dogan, hewl da ku dengê bêdengan ragihîne'

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasiyê, Serokê DTP'a Cizîrê Yakup Budak, axaftinek kir û diyar kir ku wê di demên pêş de Orhan Dogan ne tenê bi helbestan, bi gelek beşên wêjeyê binirxînin. Budak, wiha berdewam kir: "Feraseta ku dema Orhan Dogan dijiya tehamulê wî nekir piştî ku mir jî, ew wekî 'terorîst' îlan kir. Em vê ferasetê bi nefret şermezar dikin. Feraseta paş de mayî, ji çanda aştî û demokrasiyê ya ji aliyê Dogan ve hatiye afirandin, ditirse. Dogan, hewl da ku dengê bêdengan ragihîne."
Budak got ku pêkanîna kurkirina bi darê zorê ya porê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çêbûye jî protesto dikin. Şaredarê Şirnexê Ahmet Ertak jî di axaftina xwe de got ku Orhan Dogan ê li Cizîrê rasterast bûye şahidê aliyê bi êş û elem ê şer, her tim hewl daye ku çanda aştî û demokrasiyê şîn bike.

Kurdî dîsa di rêza duyemîn de ma

Piştî axaftinan, merasîma xelatê dest pê kir. Ji nav welêt û ji derveyê welêt 19 kurdî, 63 tirkî, bi tevahî 82 helbest ji bo pêşbaziyê hatin şandin.
Di beşa helbestên kurdî de Lokman Budak bi helbesta "Roj Min da Pişta Xwe" bû yekemîn, Ergun Çelîk bi helbesta "Êşa min" bû duyemîn û Hasan Oflas jî bi helbesta "Giyanek Firiya Çû" bû sêyemîn.
Di beşa helbestên tirkî de jî Halîde Yildirim bi helbesta "Law Lawo" û Ozlem Keskîn jî bi helbesta "Ruya (Xewn)" bûn yekemîn. Mesut Varol bi helbesta "Bîr Halkin Sesî (Dengê Miletek)" bû duyemîn, ji Girtîgeha Êlihê Mehmet Kavak bi helbesta "Birca Belek’în Menekşesî (Binevşa Birca Belek)" bû sêyemîn. Kesên di pêşbirkê de bi ser ketin, plaketên xwe girtin.

Tunebûna afîşên bi kurdî hate rexnekirin

Piştî ku helbestên bi ser ketine hatin xwendin, juriyên pêşbirkê Hîcrî Îzgoren û Fatma Savci jî helbestên xwe yên bi kurdî û tirkî xwendin. Piştî xwendina helbestan, Savci axaftinek kurt kir. Savci diyar kir ku ji ber hindikbûna hejmara serlêdana helbestên bi kurdî xemgîn bûye û tunebûna afîşên bi kurdî ya di merasîmê de jî rexne kir.
3 keçikên ku beşdarî pêşbirkê bûn, helbestên xwe yên li ser Orhan Dogan nivîsandine, xwendin. Temaşevanan ji bo helbestan demeke dirêj li çepikan xist.

Ji DÎHA'yê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 08 10 2026

Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan nivîskara ji Kanadayê Anne Carson

news
  • 06 10 2026

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

news
  • 04 10 2026

Ji bo Fûara Pirtûkan roja dawî

news
  • 03 10 2026

‘Moraşîn’ bi kadroyeke mezin li ser dikê ye

news
  • 30 09 2026

Fîlmên Kurdî li New Yorkê ne

news
  • 28 09 2026

Bayekî Nû li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê Serdest e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Ji bo Lîga Ewropayê pişte hat kişandin

ad

Ji Lîsê 5 romanên dawî yên derketine

ad

"Siyah Beyaz" û filmên hefteyê

ad

Bi kurdî xizmeta tenduristiyê

ad

Xelatên Grammy hatin belavkirin

ad

'Wê çaxê min got, îro pê de hemû tiştên tirkî red dikim'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname