Hevpeyvîn: Cemil Oguz - Dawud Rêbiwar*
Piştî ku nivîskarên kurd li ser nivîs û nivîskariya kurdî gotinên xwe gotin, rexneyên xwe anîn ziman, rewşa nivîs û nivîskariya kurdî raxistin ber çavan, vê carê dor hate ser weşangeran. Gelo weşangerên kurd di vî warî de çi dibêjin? Fikra wan çi ye? Ew karê nivîs û nivîskarî, weşangerî çawa dibînin? Li ser rexneyên nivîskaran çi dibêjin? Di vê beşa nîqaşê de pêşî me mafê gotinê da Xwedî û Edîtorê Weşanên Pêrî Ahmet Onal.
- Ji kerema xwe re di destpêkê de ji me re behsa çîroka avakirina weşanxaneya Pêriyê bike. Te kengê, bi çi armancê dest bi vî karî kir?
Çîroka weşangeriya me ji hezkirina kitêban, ji welatevîniyê, ji kurdewariyê, ji bo gelê me û paşeroja mirovatiyê; pewîstiya zanyariyê, nasandina dîrokê, têgihîştina çandê, fêmkirina siyasetê, dijberiya asîmîlasyona zîmanê kurdî, berzkirina edebiyatê, tamgirtina hunerê, bahagiraniya estetîkê, hesreta tekoşeriya serxwebûn û azadiya Kurdîstanê ez kişandim nav vî karî.
- Heta niha te çend pirtûk weşandin, çend kurdî çend tirkî ne?
Heta niha min 94 kitêb bi zimanê kurdî, 190 kitêb jî bi zimanê tîrkî weşandine.
- Dema ku pirtûkek di nav weşanên Pêriyê de derbas dibe, di 'pêvajoyeke' çawa re derbas dibe? Ji bo ku tu pirtûkekê layîqî weşandinê bibînî pîvana te çi ye?
Kîtebeke layiqê weşandinê divê berî her tiştî bibe bersiva armanc û hesreta min. Ev hesret û pîvanên ku min di destpêkê de nîşan dan. Divê ev kitêb li gor peşvebirina zanyariyê be. Tesîra nijadperestiyê, dagirkeriyê, diktatoriyê, unîteriyê, faşîzm û kolonyalîzmê divê gor naveroka xwe bişkîne û plana paşeroja me re ronîdayînê ji me re peyda bike. Civata kurd da ku bigihîne qada neteweyên modern, divê bibe sebeba hişyariya gelan. Bila dostaniyekî rasteqîn di navbera gelan de ava bike.. Ji bo wê jî li gor krîterên etîka weşangeriyeke ku welatekî dagirtî û neteweyekî bi hesreta rizgariyê ditêkoşe, siyaset, edebiyat, ziman û li gor nifşên zanyariya navneteweyî xwe diyardeyî gel, dost û dijminê xwe bike. Nakokî, cudayî û tam û temaya xwe ya taybetî rawerdeyî rewşenbîriyê bike. Xwe dubare neke. Ji xwe re rûberû bibe û jîberên xeter xirabebike. Qirêjîya li ser zanyariyê rabike û coş û hêjayiya zanyariyê bi cih bike. Yek berhemek ku wê baweriyê bide me em çap dikin, ya herî muhîm jî ev e. Ev nifşên dî yê aborî û li hevhatina xwedîyê berhemê talî ye. Paş wê ji bo weşanê divê destûra xwediyê behremê hebe ku tu çap bike û hwd.
- Her sal tu bernameyekê datinî ber xwe li gor konseptekê pirtûkan çap dikî? An hema tu li bendê dimînî kîjan pirtûk were ber destê te tu wê çap dikî?
Her sal bernameyekî didim ber xwe. Lê di nav wê bernameyê de hîn tişt mimkûn e ku bêne guhertin. Ji xwe bernameya me her tijî bû ye. Da ku weşangerên me gelekî kêm in. Yek jî êdî Weşanên Pêrî zemîneke xwe ya nasgirtî peydabû bi cih e. Barê xwe giran e. Ku bernameyek nebe nikare karê weşangeriyê bimeşîne.
- Ji gazinên herî zêde tên kirin yek jî meseleya bi pereyan çapkirina pirtûkan e. Gelek nivîskar li dij vê rewşê derdikevin. Di vî warî de tu dikarî çi bibêjî? Tu kîjan pirtûkan û çima bi pereyan çap dikî?
Ev gazinên nivîskaran jî di cih de ne. Lê gazin tiştek e, realîte jî tiştek e. Weşanger bi vê rewşa xwe ya neteweyekî nexwenda ye, neperwerde ye, civateke bi esasî gundî ye, zext lî ser ziman, çand, dîrok û welatekî dagirtî ye, neteweyekî belev belav, peymal û birçî ye, di her alîyî ve jar û hêjar e, bê reform û bê ronesans e, di nav nirxên man û nemanê de divê rewşa weşangerên kurdewar jî baş bê zanîn!..
Li cîhana moderen ev weşanxane hemû bi alîkarîya hinek saziyan, bi kampanyaya firotina kitêban, bi rêzgirtina nivîskar û weşangeran, bi destekdayîna saziyên sivîl weşanxane debar û kalîteya weşangeriyê bilind dikin. Di vê navberê de jî karê weşangerîyê bi asanî digêhêje qada etîka xwe. Têkiliya weşanger û nivîskaran rûniştî ye û hwd. Lê ya me ji xesûdî, nifşên nezanyarî û ji pite pita gundayetiyê xwe rizgarî nekirî ye û wekî weşangeriya cîhanê rûneniştî ye.
Gor rewşa aboriyê nivîskariya kurdî jî nîn e, da ku:
Nivîs+karî: Ev kesên ku karê xwe nivîskarî ye. Ji nivîskariyê debara xwe dikin. Ji karê nivîskariyê; xwe û gelên xwe bi pêş ve dibin û hunera nivîskariyê bi dar dixînin. Xwe bi niviskarîyê nas dikin û didin nasîn. Hacetê wan ê esas kitêb, xwendin, lêkolîn, pênivîs, lênivîs û data ye. Dema ku wa nebe nikare bibe nivîskar! Nivîskarî bes baş berhem nivîsandin nîn e!
Lê yek kesekî xwendevan dikare di demên xwe yê vala de hinek nivîsan ango kitêb û berheman bigihîne hev, binivîsîne û çap jî bike ango bide çapkirin. Bes bi vê rewşê nikare bibe nivîskar.
Divê ev nivîskar mijûl bibe ku “Gelo ez vê berhema payebilind dinivîsînim, lê ev weşanger çima ji bo çapê alîkariyê dixwaze, an jî pereyê çapê dixwaz e?” Berî her tiştî divê ev xwediyê berhemê bi xwe bersiva vê pirsê bibîne û bide!.
Lê ez dikarim vê bibêjim ku, dixwazî bila weşanger pereyê çapê bistîne, dixwazî nestîne; lê ji berhemên kurdî tu pere qezenc nake û nekirîye jî.
Me wekî Weşanên Pêrî heya niha ji bo hinek berheman alîkarî ji xwediyê berheman stendî ye. Ji bo hinek berheman jî wekî telîf maf da ye. Ji bo min ya herî grîng ev e, ku ev berhemên hêjayi ya çapê ne bêne ber destê xwendevan. Ev ji bo me esas e. Ku ev destega aborî ku nebûya îro dibe ku ev berhem li ber destê me nebûyana!..
- Gelo her nivîskarekî pereyê wî hebe tu dê pirtûka wî çap bikî?
Ev ji bo min pirsekî ne di cih de ye.. Heya niha ji bo çapê gelek berhem anîne û di ser de jî bi têra xwe pere jî teklîfî me kirine. Lê me çapkirina wan red kiriye. Da ku xet û kalîteyekî me heye. Cihekî baş, karekî dîrokî hatiye kirin. Em nikarin wê kalîteya Weşanên Pêrî nizm bikin.
- Pirtûkek kurdî ya ku te jê pere qezenc kiriye heye?
Her kitebeke kurdî ku çap dikim, ez bixwe ‘qezenca wê ya ji bo gel, edebiyat û nasnameya kurdî re çi qasî hewce ye û ev qezenca çiqas e?’ wê didim ber çavan. Ez bawerim ku ji aliyê manevî ve me gelek qezencî daye xwe û gelê xwe. Qedir û manewiyeta me û weşanxaneyê bilind bû ye.
Lê ji aliyê aborî ve bi esasî min ji kîtêbên kurdî zirar kirî ye. Belavkar dema ku kitêbên kurdî li me vedigerînîn û ji bo belavkirinê nastînin, heysiyeta me ya kurdewarî dişikê. Bêhna me teng dibe û hwd.
- Ji sedî çend pirtûkên kurdî zirar dikin?
Ji bo kîtêbên kurdî dema ku tu zirara aboriyê bidî ber çavan ev kitêb divê neyên çapkirin. Lê diyar e ku em li benda wî hesabî nîn in. Me hesabê zirara sedî de çend jî nekirî ye.
- Problemeke din jî mijara telîfê ye. Di kîjan rewşê de tu dê bikaribî telîfê bidî? Ji bo dayîna telîfê pîvaneke te heye?
Li gor kitêb, nivîskar, kalîte, hevcedariya çapê mimkûn e ku pîvan bê guhertîn. Li cîhanê mafê wergêr li gor buhaya kitêbê % 6 e. Mafê nivîskar % 10 e.. Goranî niviskar belkî ev bibe % 15 û 20 jî. Lê tîraja van berheman 1000-1500 û 2000 nîn e. Yên ku mafê telifê taleb dikin tîraja wan kîtêban 10 hezar, 20 hezar, 50 hezar e. Lê hejmara xwendevanên kitêbên kurdî yên xwezayî 200-300 kes e. Bi firotina vê hêjmara kitêbên kurdî mafê telîfê û çapkirina kîtêban aloziyê bi kar dixe, arîşeyan peyda dike.
- Pirsek din belkî jî diviya ku me di serî de pirs bikira, meseleya peymanê ye. Tu bi nivîskarê/a xwe re peymaneke fermî çêdikî yan na? Eger tu çênekî sedem çi ye?
Min bi hinek nivîskaran re peyman çêkirîye. Ji hinekan re jî ev hewcedariya peymana fermî nebûye û me nekîrî ye. Ev li ser daxwaza min û xwediyê berhemê, li gor tekîlîya me û nivîskar guheriye.
- Di warê edîtoriya weşanxaneyan de ji nivîskaran gelek rexne hatin. Weşanên Pêrî edîtorî çawa tê kirin? Ji bo her pirtûka ku tê weşandin gelo edîtorî tê kirin? Di hin pirtûkan de bi rastî kêmasiyên pir balkêş hene ku mirov dibêje qey nehatine xwendin. Wekî mînak di yekî de ji şûna tîpa kurdî (x) yê (ğ) tirkî hatiye bikaranîn... Helbet mesele ne tenê ziman e, di warê naverokê de jî gelek kêmasî dixuyin...
Kitêbên kurdî ez bixwe serast dikim. Lê bi taybetî jî ji sala 2003’yan û vir de. Nivîsîna dewsa tîpa (x) de hatin nivîsa (ğ) ji tesîra alfabeya tirkî ye. Ne bi zanyarî hatiye nivîsîn. Lê belkî di kitêbekî de an diduyan de di peyvekî de şaş hatibe nivîsîn.. Ez rast nehatime, lê mimkûn e.
Ya herî girîng ev e ku kîteb bi yeko yeko bêne krîtîkirin. Em weşanxane û nivîskar hewceyî vê kritîkirinê ne. Hin di cîhana kurdî de rexnegirên edebiyat, dîrok û nivîsa kurdî yên kirîtîk bikin çênebûne. Kurd hîn an pesin didin an jî reş dikin. Ev jî nabe krîtîk kirin.. Ji bo wê jî “kemasî” çi ne ez nikarim li ser wan tiştekî bibêjim. Bo ku ez rexnegirê edebiyat û hwd. nin im.
- Îcar em bên ser pirsa esil ku bû hinceta çêkirina vê hevpeyvînê: Me di Diyarnameyê de bi navê "Pirsgirêkên nivîskariya kurdî" nîqaşek meşand. Bi gelek nivîskaran re hevpeyvîn hatin çêkirin û hin kes jî bi xwe bi bersivên xwe, bi gotarên xwe beşdarî nîqaşa me bûn. Gelo we nîqaşa nivîskaran xwend? Ku we xwendibe hûn çawa dinirxînin?
Belê min şopand. Ev nêrînên wan xwedî berhemanan e. Ew azad in. Lê divê taybetiya me, taybetiya welatê me, taybetîya siyasetên dij û li ser me çi ne, bene dîtîn û li gor wê xwedî îdîa bibin. Min heya nûha 16 hezar YTL cezayê pere da ye. Bi tevayî dema min a salekî di çûyîn û hatina dadgehan de derbas bû ye. Ez çar mehan di zindanê de mame. Carekî arşîv, data û her avayiyên me dewleta nijadperest dest daye ser. Sê weşanxaneyên me ( Med, Zêl, Nûjen) ji weşangeriyê men kirin. Weşanên Pêrî ya çaran e. Em şikir dikin ku me postê xwe heya roja îro rizgar kirî ye û em lî ser karê xwe yê weşangerîyê ne. Navê mîn ê yekemîn di piyaseya weşangeriyê de bo ku ji gelekî Ehmedên ditîr cuda bê navkirin “MED Ehmed” bû, yê duyemîn “ZÊL Ehmed” bû, yê sêyemîn “Nûjen Ehmed” bû, niha jî kirine “Pêrî Ehmed!”. Gelo ev nivîskarên me dikarin vê psîkolojî û watedarîyê tahlîl bikin. Gelo dizanin ku her weşangerek neçîreke bê parêz e di van kuçe û kolanan de. Belê eynî tişt ji bo nivîskaran jî mimkûn e. Lê ferqek heye ku navnîşana weşangeran gelekî zelal e û di nîşangehê de ye.
Nesihetekî pêşîyên me he ye; “Dîvê mirov aş bernede û bi pey şeqşeqokê nekeve!”
- Ji nivîskaran gelek rexne hebûn, ji edîtoriyê bigire heta belavkirina pirtûran... Ji bo rexneyan hûn dikarin çi bibêjin...
Ev dostên ku xwedî rexne û îdîayan in, çiqasî di der heqa weşangeriyê de bi têr û tijî agahdar in ez bi şik im!
- Di nav rexneyên nivîskaran de hin rexneyên giran hebûn ku mirov digot qey nivîskar bi halê weşangeran nizanin. Di navbera te û nivîskarên te de têkiliyeke çawan heye? Danûstendina we çawa ye?
Heya niha di navbera min û nivîskarên me de problemên dijwar derneketine. Me problemên xwe di nava aramiyê de çareser kirî ye. Hin problem jî ku bûne bi rêya diyalogê çareser bû ne.
Tu pirtûkên xwe çawa belav dikî? Li hemû deverên navendî pirtûkên Pêriyê peyda dibin yan na?
Karê belavkirinê li Tirkiyeyê, Kurdistanê û li cîhana xwendevanan ne rûniştî ye. Problemek gelekî dijwar e. Belavkar belav dikin lê ji me re nabin bersiv. Em li ser şîrketên înternet, kitêbxane, belavkar û heya li ser rêya postê û perakende belav dikin an difroşin. Li hemû deveran jî belav nabin. Da ku ev sazî û dezgeh nîn in. Li her deverê ku kitêbên me bihata dîtin problema me ya esasî jixwe dê çareser bibû ya!
- Tu didî şîrketên belavkariyê?
Belê, lê hînek belav nakin. Hinek pereyan nadin. Hinek nijadperest in. Bes karê belavkirinê bi tena serê xwe karê nivîsekî dirêj e…
- Ji bo reklam û danasînê tu xebateke çawa dikî?
Li ser înternetê bi taybetî malperên kurdî de tê nasîn. Di kovar û rojnameyan de dixwazim bidim nasîn û hewl didim. Lê bi esasî danasîna kîtêban bi berfirehî nabe. Em ji wan derfetan bêpar in. Ev jî bi esasî siyaseta di der heqa weşanên wekî me de watedar û realîteyek e. Ji bo belavkirin û dannasîna kitêbên kurdî û kurdewar divê sazî bi darkevin. Kovara danasîna kitêbên kurdî, Komeleya Weşangerên Kurdî û hwd. Ku komeleyatî û saziyên danasînê nebin danasîn nayê kirin. Yek danasînek wekî îlan digêjê mesrefa kitebekî ji bo çapê. Ev danasîn jî hejmara xwendevanan li gor mesrefê zêde nake. Wê demê jî çawa ku dibêjin post ji cendek zêdetir dibe û em ji bo reklamê xwe radigrin. Gelek kitêb di televîzyonên kurdî de têne nasîn. Lê hejmara kitêban ji bo firotinê û daxwaza xwendevanan zêde nake. Divê tiştên balkêş bêne kirin.. Lê ev çi ne hê nehatine kifşkirin.
- Gotineke te ya dawî hebe kerem bike...
Sedem û armanca min ev bû ku ez ji we re biaxifêm nîn e. Armanca min ne ev e ku ez nakokiya weşanger û nivîskaran tund bikim.
Armanca min ev bû ku hûn weşangeriya kurdî binasin û bidin nasîn. Li ser problemên weşangeriyê raya giştî nebe jî raya kurdperweran agahdarî bikin.
Ev cezayê pere û heps, ev canfîdayî û keda ku me daye ber çavê xwe, ev hesreta azadiyê ye me bi çoş dike û bi kelecan radigihîne xwebata weşangeriyê…
***
*Em ê mafê axaftinê bidin weşangerên kurd ên din jî. Her wiha weşangerên ku me nekarî em xwe bigihînin wan dikarin bi dîtinên xwe beşdarî nîqaşa me bibin.
Ji bo têkiliyê:
dawudo@diyarname.com
cemilo@diyarname.com
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bi kar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.