Diyarname
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Baydemîr çû qontrola çêkirina peyarêyan û got: Emê 100 hezar metrekare peyarêyan saz bikin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariyên Qademeyen yekemîn ên Amedê bi hev re peyarêyan ji nû ve saz dikin. Niha xebata sazkirina peyarêyan ku Daîreya karên Fenî ya Şaredariya Amedê dike li Kolana Lîse didome. Şaredar Baydemîr çû serdana xebatê go t udê li temamê bajêr hezar metrekare peyarêyan ji nû ve saz bikin.
Baydemîr wisa got: "Di 5 mehan de 25 hezar metrekare peyarê çêkirine. Heta dawiya salê dê 45 hezar metrekare jî saz bikin. Tevî sazkirina peyarêyan ya ji aliyê Şaredariyên Qademeya yekemîn jî dê bi giştî 100 hezar metrekare peyarêyan saz bikin."