Diyarname
Lîstikvanê navdar Ronaldinho ku ev demeke navê wî li gelek tîman derbas dibe çû Mîlanê.
Tîma navdar a Îtalyayê Ac Milan ji bo 3 salan peymaneke bi Ronaldinho re saz kir.
Nîvê şevê Serokê Klûba Barcelona û Serokê Mîlanê Galliani demek dirêj bi hev re axivîn û di dawiyê de Mîlanê Ronaldinho kirî.
Serokwezîrê Îtalyayê û patronê berê yê Klûba Mîlanê Silvio Berlusconi mizgînî da mîlaniyan û got: "Ez hêvî dikim bi hatina Ronaldinho dê piştgirên Mîlanê zêdetir kêfxweş bibin."
Ronaldinho û Kaka yê hemwelatiyê Brezilyayê sala bê dê bi hev re ji bo Mîlanê têbikoşin.
Piştî îmzekirina peymanê Ronaldinho ji bo rojnameya La Gazetta wisa got: "Di dawiyê de min û Mîlanê me li hev kir. Demek dirêj çêbû lê di dawiyê de çêbû. A rast min her dixwest li Mîlanê bilîzim."
Tê texmînkirin ku Ronaldinho bi ser Mîlanê de bi 21 milyon euroyî bûye mal.
Bi vê peymanê re hem rojnameyên Spanyayê hem jî yên Îtalyayê ciheke mezin da Ronaldinho. Rojnameyên Spanyayê bi gotinên pesindayîn qala Ronaldinho kirin û ji bo xizmetên wî yên di dema lîstina wî ya Spanyayê de s
ipasiyên xwe pêşkêş kirin.
Ronaldo de Assis Moreira di 21'ê adara 1980'yî de li bajarê Porto Alegre yê Brezîlyayê hatiye dinê. Ew zêdetir bi navê Ronaldinho an jî Ronaldinho Gaûcho tê nasîn.
Ronaldinho di Paris Saint Germainê lîst (2000-2002), dûre bi tîma Katalan Barcelonayê re peyman girê da (2003) û heta îsal jî li Barcelonayê bû.
Ronaldinho li Barcelonayê di sala 2004-2005'an de tehma şampiyoniyê bi dest xist, di sala 2005-2006'an de jî Barcelona bû Şampiyonê Şampiyonan û Ronaldinho xaleke din li dîroka sporkariya xwe kir.
Her wiha Ronaldinho di sala 2003-2004'an û 2004-2005'an de du caran wekî Lîstikvanê Salê hat hilbijartin.


