Diyarname
Mebûsa DTP'ê ya Amedê Gultan Kişanak pêşnûmayeke zagonê pêşkêşî meclisê kir, xwest bikararîra kurdî di hilbijartinê bibe serbest.
Mebûsa Amedê a DTP'ê Gultan Kişanak bi beşdariya Wekîlê Serokê Koma Meclisê ya DTP'ê Selahattin Demirtaş û mebûsên din ên DTP'ê li meclisê daxuyaniyeke da çapemeniyê. Kişanak da zanîn ku wan pêşnûmayeke zagonî saz kiriye û ew pêşkêşî Serokatiya Meclisê kiriye.
Di pêşnûmayê de DTP'yî dixwazin Zagona Partiyên Siyasî ya bi Hejmara 2820'an, Zagona Mafên Hilbijêran û Biryarên Bingehîn ên Hilbijantinê yên bi Hejmara 298'an û Zagona Hilbijartina Mebûsan a bi hejmara 2839'an biguhere.
Li gor vê pêşnûmaya hatiye amadekirin DTP'yî dixwazin bendava sedî 10 a hilbijartinê dakeve sedî 3, partiyên ku sedî 1 jî deng girtibin bikaribin ji xezîneyê alîkarî bigirin û her wiha diwazin ku ji bilî tirkî jî bikarananîna zimanên din ên di hilbijartinê de serbest bêne berdan. Li gor Zagona Partiyên Siyasî ya niha ji bilî tirkî bikaranîna zimanên din di hilbijartinê de qedexe ye û yên ku bikar bînin jî bi cezayê re rû bi rû dimînin. Heta niha gelek DTP'yî ji ber vê yekê hatin cezakirin.
Kişanak wisa got: "Bendava sedî 10 heta niha îstîkrar û edalet bi xwe re neaniye. Ger bendava hilbijartinê neba emê bi zêdetir mebûsan di hilbijartinê de bihata temsîlkirin. Di hilbijartina 3'ê Sermaweza 2002'yan de DEHAP'ê mîlyoneke û 929 hezar deng girt. Ev yek beramberî sedî 6,2 ye. Ger bendava sedî 10 neba dê DEHAP'ê 52 mebûs derxista û ewê li meclisê bihata temsîlkirin."
Serokê Koma Meclisê ya DTP'ê û Mebûsê Amedê Selahattin Demirtaş jî bersiv da pirsên rojnamegeran û got: "Em dixwazin di zûtirîn katê de ev pêşnûma bê qebûlkirin. Ji bo vê yekê emê bi komên din ên meclisê re bikevin têkiliyê."