Di encama teqînekê de li Kerkûkê 4 polîs û şofêrekî tankereke petrolê birîndar bûn.
Çankaniyek ji polîsê Kerkûkê ji PUKmedia re aşkere kir, ku vê sibê bombekî çandî bi karwaneke Fewca Bihardaçûyîna Bilêz li nêzik Santrala sereke ya dabeşkirina petrol bakûr ya Kerkûkê teqiya.
Ji aliyeke din ve duhî êvarê polîs^d Kerkûkê 4 terorîstên ser bi El Qaîdeyê li başûrê Kerkûkê girtin.
Herweha li nêzik nehiyeya Rîyazê ya Kerkûkê jî terorîstekî daxwazkirî hate girtin.
Ji Pukmeida.com hatiye girtin