MÊRDÎN
Midûrê Giştî yê Enerjiyê yê Koma Kargehên Akmercanê Yûnûs Keskîn di serdana xwe ya ji bo Hevşaredarê Artûklûyê Emîn Irmak de diyar kir ku ewê ji meha destpêkê ya sala 2015'an û pê ve şebekeyên gaza xwezayî bînin Mêrdîn û navçeya Qoserê.
Midûrê Giştî yê Enerjiyê yê Koma Kargehên Akmercanê Yûnûs Keskîn çû serdana Hevşaredarê Artûklûyê Emîn Irmak. Di serdanê de li ser mijara gaza xwezayî nêrîn hatin parvekirin. Hevşaredar Irmak diyar kir ku ew hêvîdar e di demeke nêz de gaza xwezayî bê navçeya navendî ya Mêrdînê Artûklû û mizgîniya vê da şêniyên navçeyê.
Keskîn di dema serdanê de Hevşaredar Irmak di mijara gaza xwezayî de agahdar kir û got ku ji bo şebekeya gaza xwezayî bê Mêrdînê ew bi hemû hêza xwe dixebitin. Keskîn diyar kir ku ewê di mehên dawî yên sala 2014'an û di mehên destpêkê yên sala 2015'an de gaza xwezayî bînin Mêrdîn û navçeya Qoserê.