Diyarname
Li Sêrtê, Şaredarî ji bo balê bikişîne ser paqijiya nav bajêr afîşên balkêş daliqandin.
Şaredariya Sêrtê ku di destê BDP'ê de ye ji ber çopên nav kuçeyan ku dibe sedema bêhnek pîs li bajêr afîşên balkêş daliqandin. Di afişan de wêneyên fezayiyan bikar anî û pirsên "Kuçeyên Sêrtê Fezayî qirêj dikin?", "Kuçeyên Sêrtê robot qirêj dikin?" kir.
Şaredarî di bîlboardan de got kuzeyên Sêrtê em ên li bajêr dijîn qirêj dikin û got ji kerema xwe re çopê neavêjin kuçeyan, di dema xwe de çopan derxin derve.