Amed
Piştî ku di çapemeniyê de nûçeyên bêbext derketin û hikumetê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wekî hedef nîşan da kesekî bi navê Îlyas Honaz ê 20-25 salî êrîşî ser avahiya navendî ya Şaredariya Bajarê Mezin kir û cam şikandin....
Îro saet li dora 11.37 deqe Îlyas Honaz, kevirê destê xwe di nav dosyayekê de veşart û hate avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku li Deriyê Çiyê ye. Honazê êrîşker çawa gihîşt ber derî kevirê destê xwe derxist û avête avahiya şaredariyê. Kevir ji camê pengizî, êrîşkar ji bo cara diduyan dîsa rahişte kevir û di cama avahiyê re wer kir û ew şikand. Zêrevanên Şaredariya Bajarê Mezin demildest dest di êrîşkarî werdan û ew bêbandor kirin. Hate diyarkirin êrîşkar ji navçeya Hênê ya Amedê ye û piştî rûdanê di bin çavdêriya polîsan de ew birin nexweşxaneyê.
Midûrê Şaxa Ewlekariya Şaredariya Bajarê Mezin Muharrem Evînç, ligel zêrevan Kasim Tekîn û parêzerê şaredariyê Raşît Yalçin çûn emniyetê û giliyê êrîşkar kirin.