PARÎS
Serokkomarê Fransî Françoîs Hollande li Parîsê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî kir.
Li ser vê yekê di malpera Serokomariya Fransayê de daxuyaniyeke hate weşandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi vê wesîleyê, Serokkomarê Fransî fikarên xwe yên di derbarê rewşa Iraqê ku her diçe xirabtir dibe anîne ziman. Di heman demê de Hollande xwestiye pêvajoya hilbijartinê di nava dirustî û di çarçoveya zagonî de derbas bibe.”
Hollande piştgiriya xwe ya der barê avakirina hikumetek li ser lihevkirî jî aniye ziman û wisa gotiye: “Di çarçoveya saziyên Iraqa Federal de ewê têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re jî xurt bikin."