Diyarname
Romana dawî ya nivîskar Îlhamî Sîdar bi navê "Sadakat" ji Weşanên Îthakî derket.
Niviskarê kurd Îlhamî Sîdar bi salan pirtûkên xwe bi tirkî nivîsandin. Di salên dawî de dest ji tirkî berda û êdî pirtûkên xwe bi kurdî dinivîsandin. "Jan", "Tehma Xweliyê" du pirtûkên wî bûn ku bi kurdî derketin. Lê Sîdar berî dest ji tirkî berde romanekî wî nîvco mabû. Ew romana nîvcomayî temam kir û roman niha bi navê "Sadakat" ji Weşanên Îthakî derket.
Îlhamî Sîdar heta niha 2 roman bi kurdî, 2 helbest û 4 romanên din bi tirkî çapkirine.
Vaye beşek ji romana “Sadakat” (ji wergera nivîskar):
“Ji hêla din nexweşê ku kêliyek ji çavan dûr dimîne weke ku bi ser xwe ve hatibe çavên xwe piçekî vedike, dişê bi alî kêleka xwe ve bizivire, dêhna xwe dide derûdora xwe, diwaran ferq dike, pistepistan, newhirînan, dengvedanan, mirovan; gava ku perdeya xumamê ji hev vedibe û pirîskên belavbûyî yekpareyiyek nîşan dide, doktor, hemşire, jinik wek silûetên şêlû diyar dibin, wek ku di nav hevde tiştine biaxivin, dayika xwe xeyal meyal dineqîne, ev çend e, Xwedê dizane, wê kêliyê bala yên li qewişê ne li ser wî ne, lewma ev liva wî ji çavan direve, di domahiya wê dema pir kin de bêhal palikên çavên wî careke din sist dibin, ronahî giranî dide, qewêrên li bin palikan penahtir dixwiyin, niha xwe bêtir di ewlehiyêde hîs dike, pê wisa tê ku hişê wî zelaltir dibe, demek dişê ji xwe hilpeke û diya xwe bihemêzîne û biqîre, “Diya min, dayika min!” û wê biperûbask bike, lê li xwe diwerqile, hay dibe ku qeweta wî têrê nake, ew kêlî wisa tê ku ji hişê wî pê ve tu tiştekî wî naxebite, beden ji mûyê serî heya pêçiyên lingan bi tevahî hişkbûyî, ew qas girane ku, pêkan naxwiye ku xwe tevbilivîne, hay ji sinorên qeweta xwe heye, bi miçiqîna qeweta xwe, ligel vê aniha piçek be jî hest bi rasteqiniyê dike, ew qas wext di nav qalikekê de wek kûdbûyî ketandî…Deriyên têgihanê girtî, di quncekî mêjiyê de sitavên nîvdiyar sereqet olan didin, sîberî, doktor û hemşireyên li dor wî, tîqetîqên li diwaran olan didin, her yek li ber ê din deriyên dimenên seyr a jiyanê vedikin, pişt re tîqetîqên ku li bin guhê wî deng vedidin, gulbangî. Bizavine li odê, telaş û qilqal, jiyan bi çargavî dimeşe, kesine dixwin, vedixwin, dişê tevî bibe, nikare, tew nikare xwe bilivîne, weke ku endamên laşê wî ew terikandibin, deng li xwe nabin; lê hay ji hertiştî heye, dibîne, dibihîze, bêhn dike, heya nivîna ku pişta wî tund pê ve zeliqiye dihîse, lê ew tune ye, çima, çima nikare tevî jiyana ku pê hatiye dorpêçkirin bibe? Di navbera niha û wan kêliyên ku dihatin jiyîn de mesafeyên ewqas dûrûdirêj hebûn ku, niha dem weke ku ne dem be pê dihat, bigotina şair, “ne li nav demê me, û ne jî li derveyî demê” di nav xeleka jiyaneke dirêj de, ji xwe der, di bedeneke din de, qet ne xeyalî, weke ku li girdaveke reenkarnasyonê asê mabe, bi xwe bi xwe ye, bermayî, ê din ne tu tişt, di gerdûna ku tê de dijî, di jiyaneke kûd de, bi bedeneke kûd kiraskirî, bi doktor û hemşireyan çeperkirî, ne rewrewkeke, qet, ewqas zelal, niha ku tîne bîra xwe jî mûyê canê wî çik dibin…
Wekî ku li Eraf’ê bimeşe, wisa, hişkûhola.
Sadakat / Îlhamî Sîdar / Weşanên Îthakî / Roman / 184 rûpel