Pirtûka nasandina Êzîdiyan
Fêrgîn Melîk Aykoç
Li gor hin daneyan tenê li Almanyayê ji 800 hezarî zêdetir Kurd dijîn. Nivþê dudyan xwerû jî yê sisyan întegre bûne. Beþek ji wan zimanê dayîkê ango Kurdî baþ nizane, zimanê wan ê rojane û perwerdê bi Almaniye. Ji ber vê egerê jî, divê em bikanin hîtabê ciwanên xwe jî bikin. Ji çandê bigire hetanê baweriyê ku bi Almanî nebe, nikane hîtabê cihana nivþê nû bike. Divê têkiliyê bi wan re jî tê danîn, hetanê radeyekê li gor cihana wan be. Tundiya li gor ananeyên kevin, di cihê sûdê de zirarê dide û ciwanan ji civakê dûr dixe.
Bi taybetî jî Kurdên Êzîdî bi giranî li Almanyayê dijîn, cîwanên ji baweriya Êzîdî nîvanîv di nava civaka Alman de întegrebûne. Birêz Salîh Yaltî ev rastiya dîye û hem ji bo ciwanên Êzîdî û hem jî ji bo rastiya Êzîdiyan bi Almanan bide nasîn xebateke pir hêja kiriye. Mirov bi hêsanî dikane bibêje, ev cara yekem e ku berhemeke wisa hêja, têr û tijî, baweriya êzdayetî bi her aliyê ve dide nasîn ketiye destê xwenêran. Aliyê berhemê ya herî girîng jî, bê layan rasterast li ser baweriyê ye. Hêviya min ew e ku ev berhem bi Kurdî jî were weþandin.
Ji ber ku rasterast baweriya Ezdayetî dide nasandin, Wezareta Almanya Federel ya ji bo malbat, salmezin, jin û ciwanan di bin þiyara “toleranz pêþxistin û þiyanê bi hêzkirin“ de jî piþtgirî daye vê berhemê. Ango berhema “Die Eziden“ li Almanyayê bi alîkariya dewletê bi fermî hatiye weþandin. Ev tê wê wateyê ku ev berhem dikane Êzîdiyan bi hemû cihanê bide nasandin û wek çavkaniyeke fermî were pejirandin.
Di pêþgotina vê berhemê de armanca berhemê wiha tê þirovekirin: “Fikra vê projeyê li ser du bingehan rûdine. Bi taybetî li bajarê Cellê daxwaziyeke li ser berhemekê ku bikane Êzîdiyan di dibistanan de û di saziyê din de bide nasîn hebû. Ya din jî ji bo ku Êzîdî bikanin rasterast xwe bi cihana dor xwe jî bide nasîn, divîbû projeyek wiha têketa jiyanê.“
Di vê berhemê de berê baweriya êzdayetî bi her aliyê ve tê nasandin, têkiliyên wê yên dîrokî li gel þiroveyên kurt bi wêneyên rengîn dide nasandin. Hemû kastên baweriya êzdayetî tê vekirin û nîþandan. Payeyên olî, Ji mîr, rûhanî, qawal ta feqîr, ji pîr, þêx ta mûrîdan, bê guman koçek jî nehatiye ji bîrkirin. Ya herî baþ jî hemû bi wêneyên rengîn hatine dewlemendkirin. Ango mirov hem dikane bixwîne û fêr be û hem jî dikane bi çavên serê xwe bibîne.
Cigehên pîroz wek Laliþ wek mijareyeke sereke hatiye girtin, ji þiroveya navê Laliþê bigire hetanê dîroka Laliþê bi berfirehî li ber çavan raxistiye. Dîsa nexþeya cigehên pîroz û cihên Kurdên Êzîdî lê dijîn, ziyaret û cihê pîroz ên tên ziyaretkirin, bi wêneyên kalîteberz hatiye hûnandin.
Rastiya Tawisî Melek û sembola Tawisî gelek baþ hatiye zelalkirin, li gel wê berat û kirasên pîroz jî hatine zelalkirin. Xwerû jî di dema perestinê de rola van pîroziyan bi awayê xwenêr bikane tê bigihîje hatine zelalkirin.
Têkiliyên civaka Êzîdî gav bi gav tê þirovekirin. Mînak: Di nava Êzîdiyan de awayê zewacê, giringiya zewacê, ananeyên di dêlîndeza zewacê de pêk tên, têkiliya mêr û jinê, dê û bav û zarokan, ji porjêkirin ta sunetê, rola kîrvatî, birayê axretê bi awayekî gelek zelal û zanyarî tên vekirin û þirove kirin.
Welatê Kurdan, zimanê Kurd û li ba Êzîdiya giringiya ziman, sirûda netewî, kesayetiyên bûnin sembolên Kurdayetî, Newroz û giringiya Newrozê, têkiliya van nirxan, êzdayetî û netewa Kurd, bi hevokên kurt û têr hatine vekirin.
Di rastiyê de divê projeyên Tevgera Azadî ya ji bo ciwanên li Ewropê dijî jî bi vê awayê were vekirin û pêþkêþ kirin, daku ciwanên me di nava civakên ewropî de têkneçin û bikanin li rastiyên xwe vegerin. Divê xebatkar berê her tiþtî mentalîta ciwanên li Ewropê mezin bûne, baþ bizane, li gor rastiya wan projeyan dayne pêþ wan, li hember forma jiyana wan rêz bigire. Ev berhema “Die Eziden“ mînakek baþ e.
capanik51@hotmail.de
Yeni Ozgur Politika, 09.05.2014