logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. (Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...
  2. Li Cannesê xelat hatin belavkirin: Merve Dizdar xelat girt
  3. Amed Sporê dawî li peywira teknîk dîrektorê xwe Akan anî
  4. Du karîkatur...
  5. 'Navnîşan' li ÎFSAK'ê jî hat xelatkirin
news-details

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê hilbijartin çêbûn

  • Dîrok: 30/04/2014
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Ji bo parlemena Iraqê îro li Iraqê û herêma Kurdistana Federe hilbijartin li dar ket. Li gor hejmara fermî 21 mîlyon û 400 hezar hilbijartin hene. Bi giştî 9 hezar berendam ketin hilbijartinê, ji wan dê 328 kes bêne hilbijartin. Cîgirê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê Mîqdad Şerîfî got ku beşdariya hilbijartinê li dor sedî 70 çêbûye. Her wiha got ku 12 mîlyon û 101 hezar kesî dengê xwe daye. Dema hejmara hilbijêran 21 mîlyon be bi van reqeman çawa sedî 70 beşdarî çêdibe wekî pirsek li hewa ma. Tê texmînkirin ku rêjeya beşdarî li dor sedî 60 çêbûbe. Encam di rojên pêş de dê bêne diyarkirin.

Hêzên DYA'yê di sala 2011'an de ji Iraqê vekişiyan. Piştî wê ev yekem car e hilbijartin li dar dikeve. Ji bo hilbijartinê 36 koalîsyon çêbûn, 71 komên siyasî hatine ba hev û bi awayekî lîste çêkirine. Li Iraqê di warê koalîsyon û lîsteyan de tevliheviyeke gelek mezin heye. Li gelek bajaran lihevkirina ku di nav hin koman de çêbûye, heman koman li bajarên din heman lihevkirin çênekirine.

Li Herêma Kurdistanê ku di hilbijartinên berê de li ser yek lîsteyê li hevkirin çêbûbû û bi vî awayî beşdarî hilbijartinê bûbûn, vê carê yek lîste çênebû. Loma jî YNK, Goran û PDK her yek bi lîsteya xwe beşdar dibin.

Li gor beşa tirkî ya Al Jazeera Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî piştî dengê xwe da wisa axivî: "Digotin hêza Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê nîn e ku hilbijartinê îdare bike. Digotin lijne bi alîkariya biyaniyan tevdigere. Vaye îro em hilbijartina xwe ya duyemîn li dar dixin. Em bi awayekî serketî hilbijartinê bi rê ve dibin. Ji hilbijartinê berê baştir e."

Li hin herêmên Enbar a Iraqê hilbijartin li dar nakeve. Ji ber ku rewşa ewlehiyê xirab e.

Li gor hin anketan "Koalîsyona Dewleta Hiqûqê" ya ku Serokwezîrê Iraqê Malîkî pêşengê wê ye dê bi awayê serketî derê. Li aliyê şiîyan komên Mukteda Sadr, Ammar el-Hekim û İbrahim el-Caferi pêşengî dikin bi hêz in.

Li aliyê suniyan jî komên ku Usame Nuceyfi, İyad Allavi û Salih Mutlaq pêşengiya wan dikin bi hêz in.

Di encama hilbijartinê de li bendê ne ku koalîsyoneke saz bibe. Tê gotin ku tu partiyek bi qasî ku bi serê xwe bibe desthilatdar dê dengan negire. Di hilbijartina dawî ya ku 7'ê adara 2010'an de li dar ket tu partiyek bi serê xwe dengên mezin negirtibûn. 

Serokê Koalîsyona Neteweyî ya laîk Iyad Allavî piştî dengdanê ji bo televîzyona El Şerqiye wisa gotiye: "Piştî hilbijartinê dê zehmet hikumet çêbibe. Ji ber ku hemû partî xurtir ketine hilbijartinê û parçebûna di navbera wan de jî gelek e."


Parve Bike

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 05 2023

Amed Sporê dawî li peywira teknîk dîrektorê xwe Akan anî

news
  • 24 05 2023

Med-Derê ji bo belgedayînan şahî li dar xist

news
  • 23 05 2023

Cîgerê Serokê Amed Sporê hat girtin (Hat nûkirin)

news
  • 22 05 2023

Carek din êrîşê gora Jîna Emînî kirin

news
  • 21 05 2023

Çalakiya ji bo ziman: Xebatên li Ewropayê hatin nîqaşkirin

news
  • 20 05 2023

Iraq dixwaze dora Kampa Mexmûrê dorpêç bike

Nivîsên Nû
news

Kurdî go beşkê serê lingan vinderê?

  • Cemîl Andok
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Pênûsa Gêj û Encamên Hilbijartinê

  • Mîrza Ronî
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
news

Ji bo weşanên kurdan çend gotin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Dîmenên Marilyn Monroe yên nû!

ad

Nûçeya 'Sûra Wekî Girtîgehê' hat xelatkirin

ad

2016: Li gor BFI 30 fîlmên serketî

ad

Alman û Portekîz çûn, îro dora kî ye?

ad

Ji HRRK'ê festîvala 'Em hemû Efrînî ne'

ad

6 hunermend hatin berdan kesek tewqîf kirin (Hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

(Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...

  • 28 05 2023
news

Li Cannesê xelat hatin belavkirin: Merve Dizdar xelat girt

  • 27 05 2023
news

Amed Sporê dawî li peywira teknîk dîrektorê xwe Akan anî

  • 27 05 2023
news

Du karîkatur...

  • 27 05 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname