Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê partiyên siyasî bi daxuyaniyan teqîna li Xaneqînê xermezar kir û sersaxî xwe.
BDP'ê nerazîbûneke tund nîşanî komkujiya li Xaneqînê da
BDP'ê êrîşa li Xaneqînê ya li hemberî mîtînga YNK'ê ku di encamê de zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan bi zimanekî tund şermezar kir. Demirtaş got: "Em vê komkujiya li dijî gelê kurd hatiye kirin, bi tundî û nefretê şermezar dikin. Ji bo hêzên li pişt vê komkujiyê werin ronîkirin û hesab ji yên ev sûcê li dijî mirovahiyê kiriye bê pirsîn em bang li Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê dikin ku bi wezîfeyên xwe rabin."
KNK: Xêrnexwaz wê nikarin pêşî li pêşketina Kurdan bigirin
Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê êrîşa li Xaneqînê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku xêrnexwaz wê nikaribin bi van êrîşên hovane re pêşî li pêşketina Kurdan li Rojhilata Navîn bigire.
KNK'ê wisa got: "Em wekî KNK bi vê bûyera dilsoj xemgîn in û sersaxiyê didine binemalên şehîdan û daxwaza saxiyê bo birîndaran dikin. Her wisa em sersaxiyê didine hemû rêvebir, endam û terefdarên YNKê ku di mitînga wan a hilbijartinê de ev êrişe bi serê wan hatiye. Em sersaxiyê didin Serokê Herêma Kurdistanê, Parlemen û Hukûmeta Kurdistanê jî. Bila serê xelkê me sax be. KNK şirîkê xema wan e. Hêvî û bawer dikin ku hukûmeta Kurdistana Federal dê di demekî kurt de kirdarên vê kiryara hovane tesbît bike, bigire û bide ber dadgehê ku cezayê layiqî xwe bibînin."
KCK'ê êrîş şermezar kir
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê êrîşa li Xaneqînê şermezar kir. Di daxuyaniya KCK'ê wisa got: "Bi vê êrîşa dawî re derketiye holê ku gef li berjewendiyên Kurdistanê tê xwarin. Bersiva herî mezin a gelê me li hêzên hegemonîk û van komên çete yên dest bi xwîn, pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurd e."
Ji Rojava peyamên sersaxiyê
Ji Rojavayê Kurdistanê jî peyamên sersaxiyê hatin weşandin. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) teqînên ku li bajarê Başûrê Kurdistanê Xaneqînê pêk hatine, şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan û rêveberên YNK'ê re sersaxî û ji bo birîndaran re şîfaa xwest. Her wiha PYD'ê bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku di çarçoveya karê hevbeş de yekîtiya xwe ava û aktîf bikin.