Diyarname
Nivîskarê kurd Xelîl Duhokî ku berê "Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr" amade kiribû û ev antolojî li Bakur derketibû vê carê ew bi "Antolojiya Helbesta nû ya Kurmancên Başûr" li pêşberî bakuriyan e.
Pirtûka "Antolojiya Helbesta Nû Ya Kurmancên Başûr" ji Weşanên Berbang derketiye. Xelîl Duhokî ji bo vê xebateke firah kiriye. Wî piştî ku qala helbesta klasîk a kurdî kiriye û paşê bi vî awayî gotin aniye ser helbesta kurdî ya li Başûr: "Dema mirov pirsiyara helbesta kurdî, zaravayê kurmancî li Kurdistana Başûr dike, yekser navên çendîn helbestvanan rêz dibin. Piştî xebateke germ, miletê kurd di sala 1970'yî de, şiya hindek mafên xwe yên girîng mîsoger bike. Lewre dergehên çand û belavkirinê mişê bûn."
Duhokî dibêje wê çaxê li Behdînan xwendina kurdî dest pê kir, wekî navên pêşîn yên wê demê helbest nivîsandine jî navên Bedirxan Sindî, Ebdulrehman Mizûrî, Xelîl Duhokî bi nav dike ku wan helbestên hevçerx nivîsandine. Ew piştî van navan diyar dike ku navên wekî Mihsin Qoçan, Vehêl Amedî, Mueyed Tayib, Mehfoz Mayî li van zêde bûne.
Di pirtûka hatiye amadekirin de jî agahiyên li ser van helbestvanan ligel helbestên wan hene.
Di antolojiyê de helbestên 81 helbestvanên ku bi kurmancî nivîsandine hene. Di pirtûka 784 rûpelî de ev kes bi helbestên xwe cih digirin:
Bedirxan Sindî, Abdulrehman Mizûrî, Xelîl Duhokî, Mueyed Teyib, Mihsin Qoçan, Mehfoz Mayî, Vehêl Amêdî, Remezan Îsa, Idrîs Çelkî, Ehmed Qerenî, Necîb Balayî ,Jaro Duhokî, S. Diljan, Seîd Dêreşî, Qadir Qeçax, Hizirvan Ebdulla, Îsmaîl Hacanî, Beyar Bavî, Arif Hîto, Mesûd Sernî, Hesen Norî, Cîhad Amêdî, Kirmanc Hekarî,Tehsîn Navişkî, Ebdulezîz Hacanî, Beşîr Mizûrî, Serbest Nalbend, Şemal Akreyî, Luqman Asîhî, Hîvî Berwarî, Rêkêş Amêdî, Selman Kovilî, Ehmed Ebdulla Zero, Segvan Ebdulhekîm,Rastî Hirorî, Kovan, Pêzanê Alîxanî, Îsmaîl Badî, Simko Amêdî, Silêman Amêdî,Hişyar Rêkanî, Hesen Silêvanî, Behcet Mehemed Hirorî, Hemîd Emîn Mûsa, Nacî Taha Berwarî, Xalid Husên Feysel Mustefa Sedîq Hamid, Museddeq Tovî, Sebriye Hekarî, Bilind Mehemed, Nezîre Ehmed (Dayka Dalyayê), Şukrî Şehbaz, Hikmet Mehemed Hirorî, Kamîran Reşîd Berwarî, Mehemedemîn Doskî, Salim Mustefa, Ebdulezîz, Muhemed Ebdula, Hikmet Yasîn Akreyî, Mistefa Selîm, Xedice Kitanî, Elind Akreyî, Seîd Akreyî, Selam Balayî, Selwa Gulî, Dirbas Mistefa Silêman, Aştî Germavî, Ebdulrehman Bamernî, Kemal Silêvanî, Sabir Sindî, Beyar Zawîteyî, Gulnar Elî Baleteyî, Tirîfe Doskî, Cule Hacî Omer, Layiq Kurêmeyî, Qedrî Şêro, Şehab Akreyî, Xalib Cemîl, Xalid Silvaneyî, Dilbirîn Halo û Amîna Zikrî Seîd.
Ji bo xwestin û têkiliyê: wesanenberbang@gmail.com