AMED
Li Amedê Sempozyuma Navneteweyî ya Perwerdeya bi Zimanê Zikmakî ku ji aliyê SAMER û Kurd-Derê ve hat organîzekirin li Navenda Çand û Hunerê Ya Cîgerxwîn dest pê kir.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Serokê KURD-DER’ê Mustafa Karaman axaftinên destpêkê kirin.
Sempozyum îro û sibê dê du rojan li dar bikeve. Mijarên wekî "Di aliyê têgîn de zimanê zikmakî, perwerdeya bi zimanê zikmakî’, ‘ji Osmanî heya roja me ya îro perwerdeya bi zimanê zikmakî’ û ‘li welatên cuda cuda modelên perwerdeya bi zimanê dayikê, pratîk û pêşniyarên di vê mijarê de’ têne nîqaşkirin.
Ji çar parçeyên Kurdistanê, ji Tirkiyeyê akademîsyen beşdarî sempozyûmê dibin.
Kişanak di axaftina xwe ya destpêkê de got ku her roj 6 mîlyon zarokên kurd li dibistanan têne asîmîlekirin. Karaman jî xwest Zagona Bingehîn biguhere.


