logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Ji Weşanên Lîs 4 pirtûkên nû

Weşanên Lîs du jê çîrok, yek folklor û yek jî werger çar pirtûkên nû derketin.

  • Dîrok: 05/04/2014
  • Beş: Berhem

Diyarname
Weşanên Lîs du jê çîrok, yek folklor û yek jî werger çar pirtûkên nû derketin.


Li dû çûyînê lêgerînek: 'Tu Li Ku Yî?'

"Tu li ku yî?" pirtûka çîrokan a Ahmet Bilge ye. Nivîskar di çîrokên vê pirtûka xwe de dikeve dû çûyîneke, balê dikişîne ser serdemeke. Nivîskar bi şêwazeke çîrokî bûyerên salên 90'î, jiyana xwe û Mesût a bi hev re, taybetmendiyên Mesût û çûna Mesût vegotiye. Her çi qas hêvîya nivîskêr gelekî qels bûbe jî nivîskar ne reşbîn e lê her hêvî an sawek jî heye di dilê wî de. Ev jî îlankirina şehîdbûna Mesût a bi çend hevalên wî re ye.

Ahmet Bilge di sala 1971’ê de li gundê Şelmoyê ê bi ser Hezoya Êlihê ve ji dayik bûye. Di sala 1991’ê de dest bi xwendina Mamostetîya Seretayî a Zanîngeha dîcleyê kiriye. Di sala sisêyan a xwendinê de hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Niha jî di gîrtîgeha Elbîstanê de ye. Tu Li Ku Yî? berhema nivîskar a duyemîn e.

Ji nav gel: 'Feqiyê Teyran û Tûma'

Feqiyê Teyran ji çend nivîskarên sereke ên wêjeya klasîk a kurdî nivîskarekî ye. Heta niha dîwanekî wî û hin qesîdeyên wî hatibûn weşandin. Her wiha jiyana wî bûbû roman jî. Niha berhemeke din li ser Feqiyê Teyran hatiye nivîsîn. Gelek çîrok li nav gel hene ku têde qala Feqiyê Teyran tê kirin. Pirtûka niha bi navê "Feqiyê Teyran û Tûma" derketiye yek ji van çîrokan e ku behsa zanîna zimanê teyran a Feqiyê Teyran dike. Lê xweseriya vê serpêhatîyê ev e ku serpêhatî bi awayekî mantiqî bi qesîdeya "Ey Avê Av" ve tê girêdan û "Ey Avê Av" jî beşek ji vê serpêhatiyê bi xwe ye.

Qiseta Feqîyê Tayran û Tûma ji aliyê Mele ‘Ebdulahê Xwarikî ve li ser kasetekê hatiye tomarkirin û ji aliyê nivîskar Omer Cangir ve hatiye deşîfrekirin. Her çiqas Mele ‘Ebdulahê Xwarikî li hin deran devoka xwe bi kar anîbe û di şîroveyan de ji bo têgihîştinê çend tiştên mînak lê zêde kiribe jî, çîrok bê kêmanî û bi şêwaza qesîdeyî hatiye vegotin. Berhem ji du beşan pêk tê; yek jê serpêhatiya Feqîyê Tayran û Tûma ye, a din jî qesîdeya Ey Avê Av e. Ji ber ku di gelek deran de cudayiya qesîdeya Ey Avê Av, a di vê berhemê de û ên berî niha hatine çapkirin de hene, em karin bibêjin ku ev versîyon, versîyoneke din a Ey Avê Av e.

Klasîkek din li kurdî hat wergerandin: 'Komediya Mirovahiyê'


Komediya Mirovahiyê yekem romana William Saroyan e ku çîroka malbateke Amerîkayî ya di dema Şerê Cihanê yê Duyemîn de vedibêje. Bi taybetî serpêhatiya Homer Macauleyê ku peyamnerê herî xurt ê Newala San Joaquin e. Komediya Mirovahiyê ya ku serdanpê bi dilgermî, kêfxweşî û bi mirovahiya William Saroyan rapêçayî, bi çîrokên ku dê tu carî neyêne jibîrkirin dagirtî ye. 

Homer beşdarî pêşbaziyê dibe, Ulyssesê biçûk di dafika di dikana Covington de asê dimînê, kevnetêlgrafvan Willie Groganê pîr ku peyamên rastî û tûj ên hezkirin û hêviyê; ên jan û mirinê radigihîne. Dilê Spangler bi hezkirina hemû cihanê û hemû jîndaran dagirtî ye. Marcusê birayê mezin ê Homer leşkerekî li trênê siwar û ji mala xwe gelekî dûr distrîne. 

Romaneke dema şer a li devê deriyê malê û biserketî her wiha dilnizmiya mirovên ji rêzê. Weşanên Lîs ku heta niha gelek berhemên klasîk ên dinyayê wergerandibû û weşandibû niha berhema William Saroyan jî li wan zêde dike. Pirtûk ji aliyê Aydin Rengîn ji bo kurdî hatiye wergerandin û weşandin.

'Dewsa Ramûsanên Birûskan'

"Dewsa Ramûsanên Birûskan", pirtûka kûrteçîrokan a duyemîn a Mahir Bagok e. Mahir Bagokê ku di heman demê de helbestkar e, hunera xwe ya edebî di kurteçîrokan de  jî rê dide, zede dike û bêyî ku xwîneran aciz bike wan bi derbekê re dide xwendin. 

Berî vê pirtûkên wî bi navê "Mîna Deriyê Sibehê" (Lîs, 2011) û "Pênc Kulîlkên Zivistanê" (Lîs, 2012) hatibûn weşandin. Di vê berhema xwe de jî bi zimanekî sade û herikbar mijarê gelek caran bi doza rizgariyê ve girê dide û bi dilê mirov digire û dixe nav bûyeran. 

Nivîskarê “Qonaxa Şoreşê” îcar jî bi van çîrokên ku bi tevahî bi hev ve giredayî ne, li xwe û li kelepûra xwe zêde dike; Kompîtur, Stargeha Deştê, Ji Başûr Ber Bi Bakur Ve, Girê Zeman, Jahrînî, Xewa Mirinê, Bûka Çiyê, Rojhilat, Dewsa Ramûsanên Birûskan.


- Tu Li Ku Yî? / Ahmet Bilge / Çîrok / 94 Rûpel

- Feqîyê Tayran û Tûma / Omer Cangir / Folklor / 78 Rûpel

- Komediya Morovahiyê / William Saroyan/ Wergera Ji îngilîzî: Aydin Rengîn / Roman /237 rûpel

- Dewsa Ramûsanên Birûskan / Mahir Bagok / Çîrok / 77 rûpel


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ferhengê Termanê Edebîyatî

ad

Çewlig de xebatêka newe

ad

Di 65'an de ji bo Wanê xwe tazî kirin

ad

Şaredarê CHP'yî derbasî BDP'ê dibe

ad

Almanya û Swîsre şî Dewrey 16'inan

ad

Dewletê nehişt nivîskar herin Rojava

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname